Dîrok: Hêzîran 29, 2009, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 818
Kurmancî li rojava û başûrê Kurdistanê:
Ji ber ku ev mijara me ya cihê danûstendinê ne gilî û gazin in, ne jî girêdayî rewşa takekesane ya çend kesan li Rojava an li Bakur e. Ji bo ku em xwe dûrî şîroveyên dirêjî ku dibe şaş bêne fêmkirin, bibin. Li vê derê, ji bo rewşa kurmanciya me ya nivîskî li başûrê Kurdistanê zelal bibe, di vê nivîsa xwe de, ez ê destpêkê rê bidim bersiva nivîskarekî, wisa jî ez bi bersiva nivîskarekî din nivîsa xwe biqedînim.
Fethullah Huseynî û Pîr Rustem du nivîskarên kurmanc in ku li başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Her duyan dev ji nivîsandina kurmancî berdane û bi erebî dinivisînin. Min jî pirsa vê diyardeya, ku ji bo min tirajedî ye, kir.
Bersiva Fethullah Huseynî ev bû:
"Ji bo mesela kurmancî, tu jî dizanî ji bo çi min dev jê berdaye. Ez li şûnwarekî me ku kurmancî lê tune ye. Bi rastî bêjim, gava ez bi erebî dinîvisînim hest dikim ku ez xiyanetê dikim, lê diyar e li Kurdistana azad dibe yek xiyanetê bike ta karibe binivisîne. Gava zimanê erebî li Kurdistana azad pîroz be û zimanê kurmancî binpêkirî be, di aliyê nivîsandin û dahênanê de, mirov mecbûr e, berê xwe bide zimanekî mare wî heye, asoyên wî hene. Bi dehan rojname û kovar bi wî zimanî têne weşandin, lê mirov bi êş dibêje, ku ez bûme yek ji wan ên ku navên pirtêkên wî yên bi kurmancî belav bûne, ji bîr dikin.
Heta romana te ‘Tirsa bê diran’ ku, te berî sê salan li Dihokê diyarî min kir ku bi zimanê kurmancî bû, min nexwend û berî sê rojan min ew roman bi zimanê erebî xwend.“
Eger rewşa kurmancî li Başûr, parçeyê azadbûyî yê welatê me, wisa be, dê çi “Qeder“ li benda vî zimanî be gelo?
Wisa jî ev nivîs û berhemên ku bi kurmancî têne nivîsandin, ji bo kê ne?. Xwediyên wan kî ne?
Dema mirov li rewşa nivîskarên kurmanc dinêre û pê re jî li rewşa pirtûka kurmancî ya “bêxwedîmayî“ dinêre, bi sedan pirsên bi vî rengî di serê mirov de kom dibin.
Hewce nake li vê derê em hewildanên jiholêrakirina kurmanciyê li ser destên desthilatdarên soranîaxêv ve bi bîr bînin, ji bilî helwestên dijminayî yên nivîskar û helbestvanên soranînivîs ku kêm zêde ji hêla her kesî de têne zanîn.
Çend têbînî li ser hin nivîsên têkildar
Hêjayî gotinê ye ku hemû nivîskarên ku heta niha tev li vê danûstendina bi nirx bûne, karibûn, her yek ji hêla xwe ve, aliyekî mijarê yê cuda bide ber ronahiyê. Ev bi xwe cihê şanaziyê ye û nîşana pêşketineke berbiçav e. Nemaze ku ev diyardeyeke neteweyî ye û bi tu derdor û aliyan bi sînor nabe. Baweriya min ew e ku piştî afirandina berheman, xwedîderketina li mafên xwe yên rewa, hem di nav civakê de, hem jî di nav hêzên siyasî yên bi bandor de, erkê her nivîskarekî kurd e. Ev yek ji taybetiya rewşa wî tê ku nivîskarê zimanekî qedexebûyî û birîndar û li ber telefkirin û talanê ye. Ev nayê wê wateyê ku rola xwe bi rola siyasetmedaran re biguhere yan jî li benda dilovanî û rehma kesekî bimîne. Berevajî wê, parastin û pêşdebirina zimanekî bi ew qase dijminên bi hêz û xedar dorpêçkirî, mîna kurmanciya me ya nivîskî, bi kesayetiyên qels û bê helwest û belengazok, nayêne kirin.
Di derbarê “Tecrîda sosyal“ ya ku Şêxmûs Sefer di nivîsa xwe de bal kişandibû ser, ez dixwazim ji serboreyên xwe jê re baweriyekê piştrast bikim.
…ji bo pirtûka min yekem“Mêrê avis“ li Amûdê ji “tecrîda sosyal“ bi wêdetir, min taem û çêja “Boks û darên sosyal“ jî ceriband. Wisa piştî derketina romana min a “Sobarto” jî, ji tehdîdên kuştinê bigre, hetanî bi lêxistin û “tecrîdkirinê“ ku ji nav “civaka me“ dijî min derketin, ne ku ji aliyê rêjîma desthilatdar ve.
Ev metodên dijwar tenê dikarin mirov bihêztir û xurtir bikin.
Xala din a ku min dixwest ez zelal bikim ew bû ku Heyder Omer di nivîsa xwe de bal kişandibû ser xaleke girîng, ew jî kêmanî û xemsariya nivîskarê kurd di der barê hevpîşeyê xwe de. Ew rexneyên ku rêz kiribûn aliyekî din yê mijara me derdixîne pêş, ev jî dikeve çarçoveya dewlemendkirina mijara me. Lê ji bo bûyera girêdayî nivîsandina min a bi kurdî, ez dixwazim vê bêjim ku mijara me ber bi wî aliyî de neçûbû û min qala tu sedemên kurmancînivîsînê nekiribûn. Dibe ku ew bûyera çûna mala wî vê kêlîkê neyê bîra min, lê herdem wê bê bîra min ku Heyder Omer di her helkefinê de digot: “Pêşketina wêjeya kurdî, çîrok û roman, wê li ser destên wan nivîskaran be ewên ku di riya zimanê din re teknîk û hunera wêjevaniyê bidestxistine. Divê ew nivîskarên ku di zimanê din de serkeftîne bi kurdî binîvisînin.“
Di çarçoveya vê pêvajoyê de hêvî ew bû ku li Rojava, di nav kurdên binxetê de, ew hêz û bedewî ya ku kurdên erebînivîs didan wêjeya erebî, hêdî hêdî ew nivîskar ber bi nivîskariya kurdî herin. Lê, roj bi roj nivîskarên zimanê erebî di nav kurdan de zêde bûn, nivîskarê kurdî ji berê kêmtir bûn. Ji nav wanên ku tenê bi kurdî dinivîsandin jî, ev her du nimûneyên ku me gotin hene.
Ez ê vê nivîsa xwe jî bi bersiva hevpîşeyê xwe Pîr Rustem bi dawî bikim.
Çima dev ji nivîsandina kurmancî berdidin?
- Te çima dev ji nivîsandina bi kurmancî berda û bi erebî tu gotarên siyasî dinîvisînî?
Bersiva Pîr Rustem ev bû:
“Helbet û wekî hûn dizanin em yek ji ewên pêşîn bûn – ji qonaxa nodî ya sedsala boriyê – ku nivîsîna çîrokê bi zimanê zikmakî (kurdî) bala me kişandibû û me karibûya çar berhemên xwe jî bidana weşandin û di dû re jî romanek, wekî pirtûkeke elktironî me belavkir û ji bilî wan jî çend weşanên din; ango bi giştî û ta niha heşt berhemên me yên kurdî hatine belavkirin, ji bilî yên dest nivîs.
Lê di evan salên dawî de û piştî ku, doza kurdî bû yek ji dozên rojhilatê yên sereke – helbet li ser asteyî ragihandinê – û me dît şerê wê ji hinek pênûsên şoven de û bi rengekî zor xerap tê kirin, me xwest em hinek xal di giftûgoya wan de şirove bikin û li wan vegerînin, helbet diviya ew kar jî bi zimanê erebî ba; ta ku me kariba deng û nêrînên xwe bigihanda kolana erebî û helbet tê bîra we ku, gotarên me yên pêşîn tev lêvegerîn bûn û di bin navnîşana "Giftûgoya erebî û doza kurdî" de bûn. Hûn dikarin bêjin ku, ev bûn sedemên pêşîn û serekî ku, hêştin em ber bi nivîsandina erebî biçin.
Ev yeka ji berî çar salan, ango di sala (2006) de rastiyek me bû, lê mixabin vaye em dikevin sala pênçan û hûn dikarin bêjin ku, em bi carekê ji nivîsandina bi zimanê kurdî bi dûr ketine û helbet ji bilî lêvegerîna li (zurneyên şoven) ên erebî, hinek sedemên din jî hene û ew bûne kelem da ku, em venegerîn nivîsandina bi zimanê kurdî, çi yên girêdayî bi me ve û çi jî yên girêdayî bi heyam û rewşa çand û ragihandina kurdî bi gelamperî; ku heya bi êsta îro nikare rê li pêş nivîskarê kurd veke û berhema wî têxe destê xwendevan, eger ku tu xwendevanê kurdî bibînî. Mixabin û ji ber sedemên siyasî, îro yek nikare xwendevanê kurdî bibîne û nemaze yê kurmancî bi tîpên latînî; vaye nêzîkî bîst sala bûye û herêma KURDISTAN’ê ev pirsgirêk çareser nekiriye.
Di cîhana rewşenbîriyê de û piştî ku, nivîskar nivîsa xwe (berhema xwe) bi dawî dike, ew dizane sutubariya wî tewaw bû û ma ku ragihandin bi rola xwe rabe û ewê berhemê têxe destê xwendevan, lê nivîskarê kurd dizane ku piştî nivîsandina xwe, divê têkeve cirîdeke merethonî, da ku karibe pirtûka xwe bide çapkirin û belavkirin, ne xwendin ji ber ku xwendevan tune ye û eger ew yeka jî bidest xist (çapkirina pirtûkê) helbet cihê wê dê li ser refikên ji bîr bûnê be û ne hişê xwendevan be.
Xala dîtir ku hiştiye em di gotara siyasî de û bi zimanê erebî bimînin; girêdayi bi siysetê bi xwe ve ku ew wekî qûma şimîtokî ye, her mirovê têde bilive (bilebite) pêve diçe xwar û nema kare zû bi zû vegere, nemaze gava ku hinekî xwe di bin ronahiyê de bibîne, ew jî careke din dihêle ku vegerîna wê zortir bibe û hûn dizanin ku, mirovê rewşenbîr – nemaze siyasetmedar – çendî ji ronahiya ragihandinê hej û hez dike. Lê helbet û ji bilî evan xelan jî – xasma piştî ku me berhemên bizava başûrî KURDISTAN’ê, ji berî çend salan ve dît – em gihîştin ewê baweriyê; eger mirov negihe azadiyê û pirsgirêka doza miletê wî çareser nebe, dê nikaribe zû bi zû bibe xwediyê çi sermiyanê û di çi warî çivakê de be, di hundir de, rewşenbîrî û çand jî.
Ango heya ku, nivîskarê kurd karibe çalak be, divê heyameke siyasî paqij û dirust peyda bibe û miletê me serbest bijî û ev yek bi xwe jî yek ji sutubariyên mirovê rewşenbîr e û belkî sedema ku hêştî em ji nivîsandina bi kurdî bi dûr bikevin ew be û.. divê ne ne evên me gotine tev bin jî; dibe ku ew girêdayî rewşa me ya pisîkolojî be ku, me xwestibe em tiştekî, warekî, ziman û zeviyekî nuh nas bikin û têde çalakiyên xwe bikin û ne dûre hûn bibînin ku, piştî demekê me ew zevî jî li şûn xwe hêştiye.. mirov hez ji nûbûnê dike.
Li dawiyê silavên me careke din ji bo we û hemû dost û hevalan û bi hêvîn e ku, me li ser we dirêj nekiribe.. û ev pirsa we bibe sedem ku, em carek din li nivîsandina bi zimanê zikmakî (kurdî) vegerin û.. her bijî çalakiyên bo doza kurdî û di nav de – li pêşî – yên ji ber ziman û çanda kurdî."
***
Ji bo beşên din ên bi vê nivîsê re eleqedar:
- Çima kesek guh nade nivîskarên kurd? (1/2)
- Çima kes guh nade nivîskarên kurd - (2)
***
Ji bo nîqaşa li ser vê meseleyê li beşa Hêza nivîs û nivîskariya kurdan binêrin
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019