OXIR BE, WEZÎRÊ MIN

Dîrok: Pûşper 25, 2011, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 680

OXIR BE, WEZÎRÊ MIN

Roja duşemê 18.07.2011, li Amûdê, dilekî mezin yê mirovekî ku di hemû jiyana xwe de zirar negihandibû kesî, dilê tu kesî neşikenandibû, nebûbû sedema pevçûnan, ne jî ya mirin û xirecir û xemgîniya kesan. Mirovekî jiyana xwe li kolanan, di pêşwazîkirin û xatirxwestina rêwiyên bilez de qedand. Her gav bi awayê xwe yê taybet, bi cil û bergê xwe, bi nîşan û stêrkên xwe, bi ken û giriyê xwe û bi diayên xwe, bi êşa mezin ya xelkên xwe mijûl bû. Vê êşa mezin, ya ku xwe di dînitî û bêdengiya wî de, rû û dirûvên wî de, xwe dida der.
Xwediyê vî dilê mezin mêrek bû ku di awayê danûstendina xelkên der û dorê pê re dihat xuyakirin, bê heta çi radeyê ewên henekê xwe pê dikin, çiqasî mejîbiçûk û aqilsivik bûn û ew jî çiqasî bêhnfireh û dilmezin bû.
Navê wî bi zimanê amûdiyan Newafo û bi zimanê wî Hewaro bû. Ji navê xwe yê kevin xeyidî bû û ji bilî Hewar tu navekî din qebûl nedikir.
Nawafo girîngtirîn wezîrê komara min bû û wî bi xwe Komara Dînan li Şermola îlan kir. Vê komara ku rengê xwe ji komara Kurdistanê girtibû. Komara ku li Mehabadê, di meha xwe ya yazdehan de, hate gulebarankirin û rêberên wê, li Çarçirayê, li cihê avakirina wê hatin bidarvekirin.
Komara min a ku li Şermola, li Amûdê, bi hibrê û li ser pelên zer û sêwî yên çîrokekê bi navê Komara Dînan hate avakirin, Newafo bi hemû giraniya xwe, bi nîşan û medalî û rutbe û heybeta xwe, wekî serokê artêşê û hêzên şer tê de cih girtibû.
Roja duşemê, wezîrê min, Newafê min, li Amûdê, li Şermola, li cihê avakirina komarê hate veşartin.
Bi navê Hewar çavên xwe li jiyana gewrik girtin, bêyî ku carekê tenê be jî kesek bi hewara êşa wî ve bê, yan jî bibe hevparê têgihîştina wê dînbûna wî ya xweşik.
Lê, ew bi hewara her kesî ve diçû. Dilê wan xweş dikir. Wêneyê hemû serokên kurdan yên sereke bi sînga xwe ve dadilqandin. Diçû nav alîgirê kîjan serokî, kîjan partiyê, wêneyê ku kêfa wan tîne raberî wan dikir. Dizanîbî ku ji welatê xwe bêhtir kurd bi rêxistin û serok û merokên xwe ve girêdayî ne. Wî jî li gor aqilê wan bi wan re dida û distend. Beşdarî kêfên wan, her wisa xemgîniyên wan jî dibû.
Her kesekî ji wan dixwest ku mohra xwe û serokê xwe li eniya Hewar bixîne, lê Hewar bi tenê dikarîbû bi yek mohrê bê naskirin, ew jî ev bû; Hewarê Kurd-Hewarê mirov.
Wisa jidayik bû û wisa jî çû.
Her kesî ew dikir hevalê xwe û ne hevalê yê din. Lê, Hewar ne hevalê aliyekî ji wan bû, hevalê hemûyan bû û her ne wekî wan, wekî xwe bû.
Wisa xuya bû ku gelek ji kurdan re divabû ku bigihîjin asta têgihîştina “Newafê dîn” û heta roja îro.
Dema Hewar çavên xwe digirtin, li der û dora wî tofan û qiyamet bû. Li Amûdê, wekî seranserê xaka Sûriyê qêrîn, hewar û ferman e. Di nav vê xirecirê de, hîna jî her komek ji kurdên Hewaro seriyekî ji xwe re dikşîne û li şûna wêneyên sê serokan, divabû wêneyên sêzdeh çardeh serokan li ser sînga Hewarê me bi cih bibûna.
Dibe jî ku Hewar nexwestibe sînga bi ew qas wêneyên giran bike. Êdî têra xwe westiya bû. Nexasim piştî ku basa “Dijle tûr” di ser lingekî wî re derbas bû û ew hiştibû bi lingekî.
Hewarê min, wezîrê min, xirecir, wêneyên serokan, nîşan û rutbe, êşeke mezin û welatekî xemgîn hemû li pey xwe hiştin û bi yek lingî berê xwe da bihuşta xwe ya bi navê Şermola.
Berî çend salan, mîna Hewaro, Ehmedê dîn jî, wisa bêdeng û melûl û bê mirad çavên xwe li jiyanê girtin, hinek ji temenê me, ji temenê komarê jî bi xwe re bir û çû.
Êdî komara min hildiweşe. Wezîr dide pey wezîrekî û diçe. Komara min, bêyî wan, têk diçe, wisa jî xweşikbûna Amûdê û berî her duyan jî …dilê min.
Oxir be Newafo,
Oxir be Hewaro,
Oxir be wezîrê min.
Bi hêsirên çavan, bi dilên xemgîn, me tu bi rê kirî. Lê, ji bîr neke, li wir, li Şermola, li benda me be, em jî tên.

…………………………………
"Komara dînan" Di pirtûka “Mirî ranazin” de (Avesta 1996), navê çîrokekê ye. Ji hêla Teatra Jiyana Nû ku li NÇM’ya Stenbolê kar û barê şanoyê dike, wekî şano bi navê “Komara Dînan / Şermola” derxist ser dikê. Di şanoyê de rola Newafo ji hêla lîstikvan Murad Batgî ve hate lîstin.

 

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019