Dîrok: Rêbendan 27, 2011, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 867
Du xisletên sereke yên nivîskariya Fawaz Husên hene. Yek jê ew e ku, kêm dinîvisîne, mebesta min jê berhemên bi kurdî ne. Siwarên êşê 1994, piştî wê Amîdabad 2001, ku wekî nivîsandineke din ji Siwarên êşê re bû û niha jî 2010 Parîsabad. Carekê heft û cara din jî neh sal di navbera pirtûkekê û ya din de hene. Xisleta din jî ew e ku, yek ji wan nivîskaran e ku nivîsandina wî, rasterast, neynika jiyana wî bi xwe ye. Wisa jî, dema mirov li jiyana wî ya li Parîsê derbas dibe binêre û bide ber mijûlbûna hiş û giyanê wî ya bi jiyana wî ya berê li Amûdê derbas bûye, mirov dikeve wê gumanê ku ev berhema di nav destên me de, Parîsabad, jînenîgariya wî bi xwe ye. Wekî ku ew bi kamîrayeke piralî, hem ji hundir ve, hem jî ji derve ve, wêneyên rojane ligel bîranînên xwe ji me re dinîvisîne. Lê, bi kûrbûna di nav kûrahiya berhemê de, mirov dibîne ku ev dîtina derbasbûyî, dîtineke xapînok e û mesele ji jînenîgarî û jiyana rojane û bîranînan bi wirdetir e. Parîsabad jî, bi giştî, hêza xwe ji vî aliyê xwe yê sembolîk û veşartî werdigre.
Jînenîgarî, afirandin û tayê di navbera wan de
Aliyê realîst yê vê berhemê berî her tiştî di binavkirinê de xwe dide der. Wekî mînak, navên Amûdê, Parîsê, ji bilî navên cih, dever, sûk, marketên Parîsê. Bikaranîna realîzma fotografîk ya ku şêweyê nivîsandina rojnivîs û jînenîgariyan tîne bîra mirov.
Aliyê din yê hestiyarî û fantastîk ku di riya monologeke dirêj re û bi hilbijartina hinek bûyerên taybet û sembolîk yên mîna mirina bav dibin mîna stûnên ku wî aliyê realîst hildigrin û hêzeke cuda dide giyanê berhemê.
Her çendî berhem di navbera çîrokeke dirêj û romanê de diçe û tê, lê dîsa jî ji mijûlbûna bi form û awayê honandinê bêhtir nivîskar xwe dispêre piştgirêdana bi lixwemikurhatin û naverokê. Ev şêwe li ser sê şaxan tê dabeşkirin:
- Monolog
- Kompleksa bav
- Jiyana sêyem
Monolog: Ji serê berhemê heta bi dawiya wê vebêjer yek e. Çîroka xwe dibêje. Behsa xwe û jiyana xwe ya li derbideriyê û bi taybetî li Parîsê dike. Hetanî bi hevpeyvîn û diyalogên di navbera kes û karekterên romanê de li ser zimanê vebêjerê bi tenê têne gotin. Vebêjer kesekî wisaye ku heta dawî bi jiyana xwe ya hundirîn mijûl e. Dema ku kes û der û doran jî dinirxîne, ew nirxandin girêdayî hest û gelemşeyên wî yên hundirîn e.
Kompleksa bav: Balkêş e ku berevajî piraniya kesên sereke yên romanan ku di bin bandora kompleksa “Odîb” anku kompleksa girêdana bi Dê ve, tevdigerin, di vê berhemê de kesê sereke yê romanê di bin bandora girêdana bi bavê xwe re tevdigere. Roman bi bihîstina nûçeya mirina bavê wî dest pê dike. Mirina bav jiyana wî ya li xerîbiyê serobinî hev dike. Di vegera welêt de jî yekem kes bavê wî ku tê bîra wî. Wisa jî rola Dê û bandora wê ya ku hema hema tune ye li ser vebêjerê romanê bala mirov dikşîne ser cudabûn û taybetiya vî kesê sereke, nexasim gava ku mirov mirina bav wekî mirineke sembolîk binirxîne. Ji aliyekî de, îdol û nimûneyê xurt ku wekî stûneke girîng e ji bo vebêjer, bi mirinê re, ev stûna bilind bi yek derbê hildiweşe û ji bo wî dibe sedema şikestinên mezin. Ji aliyê din de jî, mirina bav hêdî hêdî dora mirinê û hestên nêzîkbûna kalbûnê, qelsiyê û bidawîhatinê, li cem wî jî xurt dikin. Nemaze ku vebêjer heta radeyeke mezin bi bîranînên xwe û jiyana xwe ya li welêt ve girêdayî maye.
Jiyana sêyem: Ev nimûneyê jiyanê dibe para piraniya penaberan. Bi awayekî ku nema dikare li welêt bijî û nikare baş li welatê nû jî bijî. Di jiyana nû ya penaberiyê de dibe dîlê bîranînan û jiyana nû lê diherime. Gava dixwaze vegere welêt, dîsa bi xurbetê dihise û xwe wekî biyaniyekî dibîne. Jiyana sêyem ew jiyan e ku di navbera jiyana kevin û ya nû de diçe û tê. Vebêjerê romanê biyaniyekî kurd e ku li sikakên Parîsê dimeşe, lê bi hiş û mejiyê xwe li Amûdê ye. Gelek caran frensiyan dişibîne kurdên Amûdê û her bûyerek li Parîsê bûyereke wekî wê ku li Amûdê dîtiye tîne bîra wî. Bavê wî, li Amûdê dimre, ew li Parîsê, piştî vê mirinê, nikare baş bijî. Wisa jî, dema vedigere Amûdê, bêriya Parîsê û jiyana lê, dike. Di heman demê de, digihêje biryareke bê veger ku ew êdî nema dikare li Amûdê bijî û wekî biyaniyekî di nav malbata xwe de tevdigere. Ronîkirina nakokiyên vê jiyana sêyem siya xwe davêje ser seranserê berhemê.
Nirxandineke giştî
Parîsabad, ji mijarên mezin, her wisa ji zimanê giran yê vebêjiyê, xwe dûr digre. Tevna berhemê pala xwe dide jiyana penaberekî û bûyerên rojane û hûrik yên wê jiyanê. Carinan jî bûyerên mezin yên dîrokê, yên ku herdem li paş perdeya nivîsarê ne, ji nişkê ve, xwe tînin bîra xwendevanê vê berhemê. Wekî mînak, banoda bûyerên hilweşandina “septembera 2001’ê” li Amerîkayê li ser jiyana penaberên misilman, kurd jî di nav de, li Ewropayê. Her wisa ziman jî xwe dispêre çêja zimanê ku di axaftina rojane de tê bikaranîn. Wekî mînak, “kêfa gurê manco”. Ma ku em bêjin, di berhemên Fawaz Husên de, ji siwarên êşê heta bi Parîsabadê, mijûlbûneke germ bi jiyana kurdan ya derbideriyê heye. Ev şêwe ji mijûliyê, di dîroka wêjeya kurdan de, ku li derbideriyê şax dabûn, cudayiyeke berbiçav û erênî ye.
Parîsabad / Fawaz Husên / Weşanên Avesta
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019