Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye

Dîrok: Befranbar 9, 2016, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 814

Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye

Xelek-2
Serdana yên ku riya vegerê li ber min vekirin

Gava ez ketim ser riya Qamişlo, dû re jî Amûdê, bêrîkirina her kesî, her kevirî, her quncikî, her malê, her sikakê, kelecaneke mezin xistibû nava min. Lê derdê herî mezin ew bû, ku hin kes hene di van pazdeh salan de pişta xwe dabûn jiyanê û mirov nema dikaribû wan bibîne. Ji wan kesan, yên herî nêzîkî min dê û bavê min bûn. Lê berî herduyan jî hin kesên din jî hebûn ku rê li ber vegera min û xerîbên wekî min vekirin, ew jî şehîd bûn. Þehîdên ku ciwaniya xwe, temenê xwe dan me yên ku hîna em li ser erdê dimeşin û ew çûn ketin bin erdê. Yek ji wan şehîdên ciwan Helebçe keça hevalê min ê kevin Taha Xelîl bû. Bi rê de min telefonî wî kir, da ku li ber deriyê goristana şehîdan li benda me be. Me gelekî hewil da ku em gurzek gulên xwezayî bi xwe re bibin, em di hewildanên xwe de biserneketin. Li şûna gurzek gul, çiyayên ji xemgîniyê, embarên êşê, du çavên bêrîkirinê yên şil û ezmanekî sayî ji hezkirina wê axê, me bi xwe re bir û ber bi deriyê şehîdan ve ketin rê. Wekî ku berî pazdeh salan be û ez li ber deriyê mala Taha Xelîl li Qamişlo sekinîbim, Helebçe ya biçûçik a hûrik hat pêşiya min û derî ji min re vekir. Vê carê ne deriyê mala Taha bû, deriyê goristana şehîdan bû. Helebçe ne wekî ku her gav ji min re digot: "Ez ji mala cîranê me Debûso têm", vê carê Helebçe bêdeng bû, mezin bûbû, bûbû keç, bi şêro Hindê re zewicî bû û hindik mabû bibe dê. Dijminên jiyanê nehiştin ku Helebçe bibe dê. Helebçe êdî bibû şehîd. Em jî, ez û Ehmed Huseynî, em hatibûn mêvandariya wê û bi dehên hevalên wê yên şehîd. Me xwe dît, ligel diya wê, bavê wê û hevjînê wê, em li derûdora gora wê civiyane û hemû bi yek derbê re xwe dispêrin girî. Giriyekî kor, giriyekî lal, giriyekî bê hedan, em dan ber jana xwe û di nav pêlên hêsirên pîr û diranketî de min giyanê xwe yê westiyayî ji toz û tirabêlka pazde hezar sal ji gunehkariyê şûşt. Gava çavên min li ber gora Helebçê li Taha ketin, min tu gotin nedîtin ku jêre bêjim. Tenê li ser gorê min ev got: 

- Dilê min hebû em bên bibin mêvanê mala Helebçê, ne ku bên serdana gora wê. 

Taha bi destê min girt û ez ber bi gorên şehîdan ve kişandim. Her çendî hêsiran rê nedida, lê dîsa jî digot:

- Li van binêr, ev ..ev ..ev ..ev hemû di emrê Helebçê de bûn û jê biçûktirbûn jî. Me ev hemû xistine bin vê axê û hîn jî rûyê hinekan heye ku derkevin û li ser wan bêjin "şebîha" û ajanên vê rêjîmê û yên wê rêjîmê.

Gotinên me ji hev re gotin pir hindik bûn. Li wir wan kêlîkan tenê hest hebûn, hêsîr, hesret, bêrîkirin, hêrs, xemgînî û êş hebû û berî van hemûyan serbilindî hebû. Em bi wan dêşiyan, lê wisa jî bi wan serbilind bûn. Roja Rojava hêdî hêdî diçû ava. Ji bo min kêlîkine pir dijwar bûn, giran bûn. Ji nişkê ve min xwe di dilê wê rastiyê de dît. Ji hezarên kîlometreyan min roj bi roj oxirkirina van şehîdan dişopand, min navên wan dizanî bû, rûyên wan di wêneyan de di hiş û giyanê min de cih girtibûn. Aniha jî li cem wan bûm. Wisa bi yek carê re li cem hemûyan û di nav wan de bûm. Mîna ku di nav gerînokekê de bim. Xemgîniyeke mezin, wisa jî kêfeke mezin dijiyam. Bi rê de, me Ehmed Huseynî danî mala dostê delal Mizgînê Gemo û biraziyê min ê ku wisa bi saetan bi me re bêdeng mabû, berê min da Amûdê. Bi rê de alên YPG û wêneyên şehîdan li her derê daliqandî dihatin dîtin. Ji berî Dêrikê ve, yekser piştî derbasbûna me û heta em gihîştin Amûdê bi dehan bendên kontrolê yên asayîşan hebûn. Balkêş bû ku asayişên ku min dîtin wê rojê hemû xortên ciwan û nûhatî bûn. Carekê tenê jî kesekî ji wan daxwaza dilê min bi cih nanî û pasaporta min ji min nexwest. Berî em bigihên Amûdê, min ji biraziyê xwe Bengîn pirsî:

- Bengîn, ev çima kesek me nasekinîne. Hema li me dinêrin û bi hurmetî ji me re dibêjin herin. 

Bengîn wiha bersiv da: 

- Ew li tirimpêlê dinêrin, dinêrin ku navê Amûdê li serê û ne xerîb e, yekser destûra me didin. Rewş ji bo tirimpêlên xerîb ne wiha ye. 

Bi gihîştina Amûdê re şev ketibû erdê. Min xwişka xwe ya biçûk Salha, birayên xwe Ezîz û Ferhan dîtin. Xwişka min êdî xwedî mal bû û bi  Menaf re, hevalê min ê dema xwendina Zanîngeha Helebê, zewicî bû. Birayê min êdî bûbû kalik. Zarokên ku ji berî pazdeh salan de min ew nedîtibûn bûbûn xort û keç, hinek ji wan jî bûbûn dê û bav. Wisa zarokên ku ew cara yekê ye ez wan dibînim hebûn. Ketina nav xwişk û bira û zarok û neviyên wan, piştî ewqase sal, hestine seyr di hundir min de şiyar kirin. Li malê şûna dê û bavê min pir xuyabû. çavên min her gav li wan digeriyan. Her ji kêlîkekê min digot qey wê derî vebe û wê diya min yan bavê min têkeve derî û ezê herim destê wan. Min xwe ji pêşwaziya wan re amade dikir, lê nehatin. Ji ber ku ew nehatin, roja din serê sibehê divabû ez herim cem wan. Min bawer nedikir ku bibe sibe û ez herim serdana wan. Min bêriya wan kiribû. Nizanim çima baweriyeke wiha bi min re hebû, ku ewê pê bihisin ez hatime cem wan û ew jî li benda min in. Bû sibe, min berê xwe da  mezelê Amûdê, min berê xwe da Girê Þermola yê ku ev pazdeh hezar salin di hundirê min de diherife û naqede.

(Wê bidome...)

 Li ser gora Helebçeya şehîd.

 Helîm Yûsiv û Taha Xelîl çûn serdana goristana şehîdan

 **

Beşa yekem a vê xelekê:

Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019