Repinekî keskoyî li keviya wêjeya kurdî

Dîrok: Gelarêzan 11, 2012, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 670

Repinekî keskoyî li keviya wêjeya kurdî

Roj 30.10.2012 bû. Li Amedê, dilê helbestvanekî rawestiya. Pê re jî, hêza gera me ya rojane, ya li pey netiştekî, rawestiya. Çend kêlîkên ji bêdengiyê derbas bûn. Her yekî ji me kumê xwe danî ber xwe û di mirina xwe de fikirî. Yek ji nakokiyên ku mirin bi xwe re tîne ev e, mirin ji bo kesên ku li jiyanê ne dibe kêşe. Lê ji bo kesê ku pişta xwe dide zindiyan û xatir ji jiyanê dixwaze û diçe, mesele çawaye, mirov nizane. Di navbera 10 - 14.10.2012’yan de, Pêşangeha Pirtûkan ya Frankfurtê  hebû. Divabû Arjen Arî li wir, li cihê “Hêvî-Group û Rûdawê” bibe mêvan û behsa wêjeya kurdî û helbesta xwe bike. Di wê navberê re, pêjna nexweşiya Arjen Arî hat. Min nedixwest bawer bikim.
Roj 23.09.2012 vbû. Min jê re nivîsand. Ev çend roj in, ku mesela nexweşiya te li ber çavê min dikeve. Ez li bendê bûm ku mesele nexweşiyek sivik derkeve û zû derbas be. Lê, ew hêviya min pêk nehat. Bi hêvî me ku rewşa te baş be û em çend rojên din bi rûyekî geş, te li Frankfurtê bibînin. Selametî be û bi hêviya hevdîtineke nêzîk.
Dereng nema. Bersiva wî roja din hat. Arjen wisa çîroka nexweşiya xwe nivîsand. “Ji roja ku hatim vexwendin, min xwe ji bo dîtina we dostan amede dikir.
Roja yekem a cejnê ji ber êşa zêde û bêtaqetmayîna laş, zarokan ez rakirim nexweşxaneyê.
Piştî saxtîkirina laş û pirsên tu ji ku xwe bi gazincî; filmê kezeba spî kişandin.
Deqek/spîtiyeke li dor 6 cm. yan xuya dikir di rontgenê ku hatibû kişandin de.
Ez hatim Edenê.
Zêdeyî 20 rojan e ku li her karê ku dixwest were kirin, pêk anîn.
Ji çar cihan perçe hilanîn.
Talî gotin, di serê te de, li hêla rastê; di mêlaka çepê de 7 cm. xerabûn, di herdu perçeyên mayî de jî du tumor/girêk hene.
Em ê serê te safî bikin, bi dû re vegerin mêlakê.
Çarşemê dest bi Radyoterapiyê dikin.
Paşê navbir. Piştre Kemoterapî...
Welhasil em ê 7-8 mehan di navbera nexweşxaneyê de biçin û bên; heke di vê navê re nekevin, nemrim.
Çîrok ev e.
Silavên ji milkê dil rêdikim ji bo te.
Ez ê nikaribim werim.”
Bi van peyvên Arjen yên vekirî re, avahiyeke bilind bi ser hestên xemgîniya dil de hilweşiya û ji bilî xwestekên sêwî û moraldayînê, di nameya xwe ya dawî de, min tiştekî din nedît ku jê re bêjim.
“Bi rastî te dilê min şewitand kekê Arjen. Ez daxwaza selametî û şîfayeke bilez ji bo te dikim. Dilê me bi te re ye. Helbestên te nîşana wê yekê ne ku tu xwedî dilekî mezin û mirovekî xurt î. Baweriya me jî bi te heye, ku tê qonaxa vê nexweşiya bêbext derbas bikî û emê careke din, dûrî êş û nexweşiyê, hevdu bibînin. Li xwe miqate be û destê Xwedê li pişta te be.”
Roj 25.09.2012’yan bû. Peyvên xwe yên dawî, Arjen Arî, ji bo min wisa rêzkiribûn.
“Jiyan carinan berê meriv dide kêj û newalan.
Û meriv hay ji xwe neyî, di hizr û xem û mitalan de, li ser riya ku daye ber xwe; ha te dît ku dike pî li kevirekî biale û meriv bi dev û rû biçe erdê.
Ketina herî pîs û tepeser a ji nişkê ve ye.
Ji nişkê ve wisa bû.
De bû, bû!
Ji min bê, ez ê nehêlim.
Ji min neyê jî, lazim min karî 'repinekî keskoyî' bihêlim li keviya wêjeya kurdî...”
Ev peyvên Arjen Arî yên dawiyê bûn. Repinekî keskoyî li keviya wêjeya kurdî ji me re hişt. Kela giriyekî kor, li ser temenekî tije êş, îşkence, birîndarkirin û qiriktalî li pey xwe hişt. Mij, ecacok, dims, tirî û bastêqa gundên Omeriyan, çiyayên ku tu carî rûreş nebûne, li pey xwe hiştin. Em hemû, zarokên wê toza qedexekirin û zimanê birîndar li pey xwe, xemgîn hiştin û çû.
Oxir be, hevalê vê jana dirêjî ku, ar nikare wê bike arî.
Oxir be, Arjen Arî

Ev nivîs di Rûdawê de jî hatiye weşandin

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019