Rexne, ev cînayeta mezin -2

Dîrok: Rêbendan 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 656

Rexne, ev cînayeta mezin -2

Diviyabû ku nivîsa vê carê xeleka duyem ba ji xelekên rexneyî, yên di derbarê nivîskariya kurdî de, lê ji xeleka derbasbûyî hate naskirin ku ez li ser rêyeke şaş im û min neheqiyeke mezin li weşangerên kurd kiriye.

Tev ku nivîs bi awayekî giştî li ser kar û barê weşangeriyê bû, lê dîsa jî diyar bû ku rexne di van derdorên me de, yên ku bi nivîsandina kurdî re mijûlin, mîna cînayeteke mezin e û yekser bi awayekî şexsî tên şîrovekirin û mesele dibe mesela namûsê!.
Ji ber vê, min jî biryar da ku ez êdî dest ji rexnekirinê berdim û wekî ku tê xwestin dest bi pesindan û mizdanê bikim. Diviyabû ev nivîs li ser cînayetên siyasetmedarên kurd li dijî pirtûka kurdî ba, ji bo kesek xwe nexeyidîne û kesek van rexneyên min neke mesela şeref û namûsê, ezê ji we re pesnê siyasetmedarên kurd bidim, bê çiqasî qedir û qîmet dane pirtûka kurdî û çiqasî fedakarî ji bo zimanê xwe yê kurdî kirine...
Siyasetmedarên kurd berevajî hemû siyasetmedarên cîhanê, evîndarên pirtûkên kurdî ne. Jixwe xewa wan nayê ku rojê, bi kêmanî, pirtûkeke kurdî nexwînin. Ji roja ku tevgera siyasî ya kurdî ava bûye û heta roja îro xala sereke û ya bingehîn di karê wan de parastin û pêşxistina zimanê kurdî ye. Mercê yekem ji mercên endametiya her partiyê xwendin û nivîsandina bi kurdî ye. Wekî mînak, li rojava ( Sûryê) hejmara partiyên kurdan deh derbas kiriye. Belavok, rojname û kovarên wan ji roja roj de hemû bi kurdî têne weşandin. Serokê partiyê dema ku diaxive, hingî zimanê wî yê kurdî paqij û tekûz e, mirov ji ber zimanê xwe fedî dike. Ji ber ku partî piştgiriyeke bê ser û ber û bê sînor didin nivîskarên kurd û her pirtûkeke kurdî ji dest hev direvînin, hindik maye ku hejmara nivîskarên kurd hejmara kurdan hemûyan derbas bike. Dibêjin li Sûriyê hindik maye nivîskarên ereb jî dev ji zimanê xwe berdin û ji ber vê xwedîderketina siyasetmedarên kurd li pirtûkên kurdî, wê ew jî êdî bi kurdî pirtûkên xwe çap bikin. Ji xwe li bakur (Tirkiyê) ji ber ku tevgera siyasî zimanê siyasetê kiriye kurdî, serî li zimanê dagîrkeran gerandiye û êdî li bakurê Kurdistanê her kes li her deverê bi kurdî dipeyive. Ev jî wekî encameke xwezayî ji encamên xwedîderketina li pirtûkên kurdî ye ku di her malekê ji malên siyasetmedarên kurd de pirtûkxaneyeke kurdî tê dîtin. Her wiha di hemû alavên dezgeh û çapemeniya xwe de giranî dane kurdî, êdî rê û rêçik li asîmîlasyonê teng kirine û hindik maye hejmara firotina her pirtûkeke kurdî dehê mîlyonan derbas bike.
Ev mentelîteya kurmancîhez ya ku siyasetmedarên kurd pê navdar in li başûr (Iraqê) gihîştiye wê radeya ku dixwazin cihê kurmanciyê li ser erda Kurdistanê nehêlin û mînaka Silêmaniyê jî berbiçav e ku dixwazin ji kurmanciyê re cihekî li ezmanan bibînin. Her berpirsiyarekî hikumeta herêma Kurdistanê soz daye ku salekê hemû pereyên bertîl, gendelî, rişwet û diziyê bide aliyekî û wan pereyan têxîne xizmeta pêşxistina wêje û çanda kurdî. Her wiha soz dane ku saleke din jî Kurdistanê bê elektirîk bihêlin û bi pereyên wê elektirîkê xelatan bidin nivîskarên kurd ên xwedî berhemên hêja. Rewşa rojhilat (Îranê) jî hîn ji rewşa van her sê perçeyên ku me gotin çêtir e.
Dereng be jî siyasetmedarên kurd naskirine ku her kes Dostoyevsky û nirxên berhemên wî nas dike, lê tu kes Qeyserê Rusyayê yê dema wî nas nake.
Ji ber vê, siyasetmedarên kurd, bi taybetî yên ku hemû îmkanên kurdan xistine destên xwe, bi biryarin ku salê carekê xelateke giranbuha bidin baştirîn romana kurdî, her wiha ji bo pirtûkên çîrok û lêkolîn û helbestan jî. Hêvî heye ku ev xelat ne kêmî BOCKER a înglîzî, GONCOURT a frensî û TOCHOLSKY a swêdî be.
Nivîskarên kurd tenê dikarin bêjin ku siyasetmedarên kurd taca serê me ne û Xwedê wan ji ser serê me kêm neke, da ku ev bihara wêjeya me di nav de geş û xweş bûye her û her berdewam bike.
Pêşniyaza min a dawî ew e ku, her siyasetmedarekî kurd, bi taybetî yê ku di qada rewşenbîrî de xwedî biryar e, morikeke şîn bi wî bê vekirin, da ku kesek van siyasetmedarên entelektuel çavînî neke û pirtûka kurdî sêwî nemîne.
Careke din jî ezê ji we re pesnê xwendevanên kurd bidim.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019