Roja dawî ji pêşangeha Frankfurtê

Dîrok: Rezber 25, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 602

Roja dawî ji pêşangeha Frankfurtê

 

Pêşangeha pirtûkan ya ku bi salan e li Frankfurtê çêdibe, mîna mezintirîn pêşangehên dinyayê tê naskirin. Îsal pêşangehê şêst sal li pey xwe hişt. Salê welatek an jî çandek dibe mêvanê rûmetê. Mêvanê sala bê Çîn e û yê li pey Arjantîn e. Di roja dawî ya pêşangehê de, mirov li lez û bezekê, li encamên hefteyekê rast dihat. Ji ber ku tenê her du rojên dawiyê pêşangeh deriyê xwe ji bo her kesî vedike, me di roja dawî de berê xwe da wê derê. Hingî wargeh û şax û baskên welatan pir bûn, mirov nizanibû bi ku de here. Lê ji ber dema teng, di ser wêne û fotografên nivîskarên hemû welatan û bergên pirtûkên wan re ku, li her derê wekî reklam hatibûn daliqandin, me xwe avêt ber bi wargehên kurdan ve. Beşdar, li gorî agahiyên li ber destan, 7000 weşanxane ji sed welatên cuda û zêdeyî hezar nivîskarî bûn. Ji 15 heta 17. 10’an  ji bo xurtkirin û hevnaskirina weşanger, nivîskarên ji welat û zimanên cuda bû, wisa jî 17 û 18. 10’an pêşangeh bi dawî bû. Tê gumankirin ku hejmara kesên ku serdana vê pêşangehê dikin ji 283 hezar kesî derbas dibe. Firotina pirtûkan jî di çend saetên dawiyê de gengaz bû, sedem jî ew e ku ev pêşangeh ji bo nîşandana pirtûkan û çêkirina têkiliyan e û ne ji bo kirîn û firotina pirtûkan e.

Mijarên sereke yên pêşangehê

Du mijarên sereke yên pêşangeha îsal hebûn. Yek jê mijara E-book (pirtûka elktronîk) bû ku bûbû cihê gengeşiyeke mezin û careke din rola pirtûkê û pêşeroja wê di jiyana xelkê de kiribû cihê danûstendinê. Ev pirtûka elktronîk dikare hetanî 160 pirtûkî di hundirê xwe de hilgire û bi kartê lêzêdek ev hejmar dikare hetanî 13000’î  bilind bibe, ji kefa destekî mezintir e û dikare bi çend bişkokan, bi hêsanî, bixebite. Tê gumankirin ku ev pirtûk dikare di destpêka 2009’an de bi 299 Euroyan bê firotin.
Mijara din jî wêje û kultura mêvanê rûmetê ku îsal Tirkiyê bû. Tirkiye berevajî silogana “Bi hemû rengên xwe” bi yek rengî, yek alê û yek zimanî beşdar bûbû. Tevî vê rastiya berbiçav jî di hemû semîner û hevpeyvîn û derfetan de, çi ji hêla almanan ve, çi ji hêla tirkan ve pesnê pêşveçûn û  ber bi demokratiyêveçûna Tirkiyeyê dihat dayîn. Hetanî bi rexneyên Orhan Pamuk ew sînorên çewsandina li ser weşanger û nivîskaran û mijara azadiya ramanê derbas nekirin. Ew bi xwe heman tiştin ên ku, bi giştî, ewropayî qal dikin.

Tirk bi zimanê xwe, kurd jî bi “zimanê wan” beşdar bûn

Beşdarbûna kurdan li çar cihan hatibû parvekirin. Li cihekî wargeha Kurdistanê (Başûr), li cihekî din wargeha Weşanxaneya Mezopotamyayê û Avesta .., li cihê dîtir wargeha PEN’a Kurd. Li jora wan jî, li kêleka weşanxaneyên tirkan wargeha Weşanxaneya Lîsê hebû ku ew bi tenê, bi awayekî fermî, di nav weşanxaneyên Tirkiyeyê de beşdar bûbû.
Destpêkê, ez dixwazim çend têbîniyan li ser  awayê beşdarbûna başûrê Kurdistanê rêz bikim:
- Em nû derbasî wargehê bûn, nizanim çawa ji me re hat gotin ku evên li vir hemû ji Yekîtî ne. Mebest “Endamên Yekîtiya Niştimanin.” Çend hebên Partî “Partiya Demokrata Kurditanê” hene lê niha ne li vir in. Ne pêjna tu nivîskaran li wir dihat, ne jî pêjna reklama tu pirtûk û berheman, berevajî wargehên hemû miletên dinyayê yên li wê derê ku bi wêne û reklamên nivîskar û berhemên wan hatibûn xemilandin.
- Hemû pirtûkên li wir bi tîpên erebî bûn û bi her du zaravayên sereke, soranî û kurmancî, bûn, ji bilî çend pirtûkên bi zimanê erebî. Wekî ku hatibin pêşangehekê li welatekî ereb. Tenê kurdên ku bi alfabeya erebî dixwînin dikaribûn nas bikin bê ew çi pirtûkin bi xwe re anîne. Ango pêjna tu amadeyiyên ji bo hatina Frankfurtê û girêdayî taybetiya vê pêşangehê, li wir nedihat. Eger tiştekî wisa berî wê rojê bûbe jî, haya min jê tune ye. Hêjayî gotinêye ku birêveberên wargehê ciwamêrî  kirin û pirtûkên ku min xwestin ji min re erzan hesibandin.
- Berpirsên wargehê li nexşeya Kurdistanê ya ku bi destên tirkên nijadperest hatibû qetandin xwedî lê derneketibûn û li şûna nexşeya qetiyayî nexşeyeke bi tîpên erebî ya dema Osmaniyan daleqandibûn. Çend kopî ji nexşeya qetandî ku bi tîpên latînî bû, li erdê pêçayî  hiştibûn. Wisa jî li hundir wargehê nexşeya Kurdistana Iraqê daleqandî bûn.
Ji aliyê din ve, ji programa semîner û axaftinan a Weşanxaneya Mezopotamyayê amade kiribû diyar bû ku giranî daye zimanê tirkî, wisa jî di mesela nîşandan û pêşkêşkirina pirtûkan de. Li gor dîtina min, weşanxaneya ku bixwaze bi nasnameyeke kurdî beşdarî pêşangeheke wiha bibe, divê tenê bi pirtûkên kurdî û bi nivîskarên kurd beşdar bibe, yana tu wate- ji bo wêjeya kurdî- ji beşdarbûna wê re tune ye. Ji hêla PEN’a Kurd ve, hem axaftina sereko wê Dr. Zeredeşt Haco û hem ya birêz Mistefa Reşîd bi almanî bû. Mistefa Reşîd di axaftina xwe de ku bêhtir siyasî bû, di bersiva pirsekê de wêneyê rast ê awayê beşdarbûna kurdan da guhdarên  gotûbêjê: “Wargeha me kurdan li vê pêşangehê bi saya serê polîsên alman li ser nigan maye” û tiliya xwe ber bi polîsan vekir. Piştî axaftina xwe qedand, min ji M. Reşîd naskir ku mesela pevçûn û êrîşa li ser Nexşeya Kurdistanê ji wargeha wan dest pê kiriye û li wargeha başûrê Kurdistanê encam daye. Ma ku em bêjin beşdarbûna Weşanxaneya Lîsê bû sebeb ku em berê xwe bidin beşê mêvanê rûmetê yê îsal. Hatin û beşdarbûna Lîsê, her çendî ne bi dilê gelekan be jî, kêfa min anî. Dil dixwest ku hejmareke mezin ji weşanxaneyên kurdan li wê derê rêzkirî bin, lê wisa xuyaye Tirkiyeyê nexwestibû ku bi silogana xwe ya pirengiyê re dilsoz be. Nimûneya vê dijayetiya bi silogana xwe re jî, xwe di semînerê sêwî yê li ser Mehmed Uzun de dabû der. Semîner bi zimanê tirkî û bi wergera almanî hatibû plankirin. Min ji helbestvan û weşangerê kurd ê beşdar Lal Laleş naskir ku axaftina wî ya bi kurdî di semînerê de nehatiye wergerandin ji bo almanî. Ango li Frankfurtê jî zimanê ku nivîskarekî kurd pê diaxive wekî zimanekî ku nayê fêmkirin hate nirxandin û ji ber vê yekê nehatiye wergerandin. Vê yekê yekser, li şûna pêşngeheke pirtûkan dadgehên Tirkiyeyê û gotinên dozger û hakimên wan ên li ser zimanê kurdî, anîn bîra min. Eger  hemû rengên Tirkiyeyê ev bin, naxwe feqîrtirîn dewlet li cîhanê, ji hêla rengan ve, Tirkiye bi xwe ye.

Encam

Erê, roja dawî bû ji 60’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Franfurtê. Di van çend rojên derbasbûyî de, bi sedan peyamên ji bo wergera berhemên wêjeyî û ji bo bi dehan zimanan, hatin îmzekirin. Gelek weşangeran nivîskarên ku li wan digeriyan dîtin. Gelek nivîskaran weşanger û wergêrên ku li wan digeriyan dîtin. Bi sedan nivîskar û berhemên wêjeyî ji çar aliyên dinyayê, bi zimanên cuda, hatin pêşkêşkirin. Ronahî par li ser çanda Katalonyayê bû, îsal li ser ya tirkan bû. Sala bê wê li ser ya Çînê be û ya li pey wê li ser ya Arjantînê be. Ew pirsa xeyalî ya ku ev çend salin di serê min de diçe û tê, careke din xwe da pêş:
- Wê kengî kurd û wêjeya xwe bibin mêvanê rûmetê û bi haziriyeke baş bêne Frankfurtê?.
Ev pirs, berî her kesî, divê ji wezareta rewşenbîrî ya başûrê Kurdistanê bê kirin. Lê, awayê beşdarbûna kurdan tu hêviyê bi mirov re çênake û wisa xuyaye ku her û her wê ev pirsa ku mîna axaftina bi mirovekî ker û lal re bimîne xeyaleke vala û têkçûyî.
 

helimyusiv@hotmail.com

Nivîsa din a Helîm Yûsiv ya li ser Fûara Pirtûkan a Frankfurtê: Tirk û wêjeya kurdî û hatina Frankfurtê


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019