Dîrok: Rêbendan 19, 2012, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 830
Her çendî dîroka hatina kurdan ya Ewropayê kevin be, lê dîsa jî şûn û şopa vê hatinê di wêjeya kurdî de, nû rûdide. Bi sedan kurd, di nav hemwelatiyên Tirkiyê de yên ku hatibûn Almanyayê, wekî karkerên mêvan cih girtibûn. Bi daxwaza ji Almanyayê ya ku hewcedariya wê bi avakirinê hebû, van karkeran, xwedêgiravî ji bo çend salan, berê xwe dabûn vî welatî û piraniya wan nema vegeriyan Tirkiyê û malbatên wan jî dan pey wan.
Serpêhatiya yek ji van malbatên kurdan ku hem wekî karker û hem wekî koçber hatibûn Almanyayê mijara romana “Bend” ya Newaf Mîro ye.
Têbîniyeke giştî
Bi destpêkirina hişyariya kurdan ya neteweyî û serîhildanên wan yên dijî dewletên dagirker re, bi sedan siyasetmedar û nivîskaran berê xwe dan Ewropayê û li derbideriyê wêjeyeke kurdî ya nûjen hate holê. Ev yek ji hêlekê de diyardeyeke baş bû ku nivîskarên kurd karîbûn derfetên heyî ji bo wêjeya xwe bikarbînin, lê ji hêla din de hemû mijarên vê wêjeyê welat û gelemşeyên li welêt bûn. Gelekan ji nivîskarên kurd bi dehên salan ji jiyana xwe li Ewropayê qedandin, lê jiyana penaberiyê nebû mijara yek berhemê ji berhemên wan ên wêjeyî. Di van salên dawiyê de, rewş hate guhertin. Êdî berhemên ku jiyana kurdan li derveyî welêt ji xwe re dikin mijar zêde dibin û yek ji wan, romana mijara vê nivîsê romana “Bend”e.
Romana malbatê
Roman behsa malbata Huso, Sêvê û her sê zarokên wan Memo, Heso û Eyşê dike. Huso wekî karkerekî mêvan hatibû Almanyayê û pişt re jî zarokên xwe û jina xwe jî tîne wir. Roman li ser serpêhatiya her kesekî ji van her pênc kesan radiweste. Bi awayekî ku rewşa vê malbatê dikare bibe nimûneya malbateke kurd ya ku nîvmirî ji nav pencên pişaftin û asîmîlasyona ku kurdên bakur heta qirikê di nav de mane, difilite û bi temamî li hember asîmîlasyoneke dijwartir û tirajedîtir dikeve şerekî dijwar.
Romana asîmîlasyonê
Roman bi berfirehî, di riya çûna Memo ya dibistanê re, sîstema dewleta tirk ya ku ji bo hilandin û jiholêrakirina kurdan, di riya şûştina mejiyên zarokên wan re, birêve diçe, tazî dike. Bi mînakên jiyana rojane ya van karxaneyên asîmîlekirinê ku navên wan dibistan in, pêvajoya vê sîstema xerabkir dide ber ronahiyê. Memo yê ku di nav pêlên nijadperestiya dagirkeran de asê maye, bi diya xwe re, berê xwe didin Almanyayê. Li şûna ku dawî li vê xeniqandinê bê, dikeve ber destê bavekî ku li Almanyayê jî dixwaze ku mîna tirkekî baş bijî. Li şûna ku rêyên nû yên jiyana li Almanyayê li ber zarok û jina xwe veke, ji Sêvê dixwaze ku hînî tirkî bibe û Memo jî dişîne dersên zimanê tirkî. Wisa jî hem Heso dike zavê tirkekî û hem jî Memo û ji ber axaftina bi kurdî fedî dike. Balkêş e ku ev kesayetiya asîmîlebûyî û ketî, tev ku ji hêla tirkên der û dora xwe ve tê qewitandin û redkirin, dîsa jî heta dawiyê bi dewleta xwe ya tirk re û bi zimanê wê yê “pîroz”re dilsoz dimîne û ji ya xwe danakeve.
Kesên romanê
Huso ji ataturkperestiyê ber bi tirkperestî û oldariyê ve diçe. Memo kurdî ji bîr dike, hînî tirkî nabe û bi hevalên xwe yên tirk re êrîşî zarokekî almanî nijadperest dike. Heso li Almanyayê dibe oldarekî tirkperest, dide ser riya bavê xwe. Zarok jê re çênabin û dibe kujerê xwişka xwe Eyşê û evîndarê wê yê alman Philip.
Eyşê, di navbera mentelîteya bav û birayê oldar û xwestekên xwe yên ciwan de asê dimîne û dibe qurbana pêkanîna xwesteke xwe ya biçûk. Di rojbûna hezkiriyê xwe Philip de tê kuştin.
Xala hevbeş di navbera hemû kesên alman yên di romanê de, ji Petra, Hans, Ute, Susy, Philip û hetanî bi Christianê nijadperest, ew e ku hemû kes in pasîv, qels û ji kesan bêhtir mîna xeyalên kesan in. Dibe ku Jasmin mînakeke awarte be. Berevajî kesên tirk, ji Onurê û Turkanê, hetanî bi bavên herduyan û hevalên Huso yên tirk ku wî ji çayxana mizgeftê diqewitînin, hemû xurt, xwedî gotin û dengbilind in.
Honandina romanê
Tevnê romanê pala xwe dide jînanîgariya kesên malbatê. Çîrokeke navnedî ya ku hemû tayên romanê li der û dora xwe bicivîne tune ye. Jê bêhtir, çîrokên kesên malbatê tevlihev dibin û tevnê giştî yê romanê saz dikin. Ji ber vê, carcaran hinek ta ji tevnê romanê pir û pir dirêj dibin, hinek jî pir û pir kin. Mînaka tayê dirêj, çîroka Memo ye û ya tayê kin çîroka Eyşê ye. Tunebûna wê girêka navendî jî carinan navber dixiste pevgirêdana tevn û tayên romanê, ku li hinek deveran roman dikeve pey hûrgiliyên jiyana rojane ya hinek kesan û li hinek deverên din, bûyer bi kurtayî û qutebir dibe.
Zimanê romanê
Nivîskar kedeke mezin di riya zelalkirina zimên û xweşikkirina wî de daye. Heta radeyeke mezin di vê keda xwe de biserketiye. Xwendevanê romanê jî carcaran li hinek mînakan dilikume, bi taybetî ew peyvên ku bi mebesta paqijkirina ziman ji peyvên biyanî, pêk hatiye. Wekî mînak, nivîskar gelek caran li şûna peyva Otobus yan tirimpêl yan erebe peyva siware bikartîne. Wekî din jî, mîna hema hema hemû pirtûkên me yên kurdî, ev roman jî tijî şaşitiyên çapê ye. Bê guman tunebûna edîtoriyeke berpirsiyar û sererastkerekî taybet li cem weşanxaneyên kurdan van şaşitiyên wiha li pey xwe dihêlin.
Çend şaşitiyên biçûk
Di romanê de, tev ku siya jînanîgariya nivîskar bi xwe jî tê xuyakirin, lê bi her awayî xwe ji destdirêjiyê parastiye. Carinan ew tayê di navbera vebêjer û kesan de diqete û mirov nizane ku xwediyê peyvê vebêjere an jî kesekî romanê ye. Wekî mînak di binavkirina Eyşê de, tê gotin ku ew navê diya pêxember e.!
Ya din jî, ji ber ku zimanê romanê kurdî ye, divabû ku hemû hevokên ku bi zimanê din in û di romanê de hatine bicihkirin, bêne wergerandin. Di rûpelê 224’an de tirkî û di rûpelê 225’an de almanî nehatine wergerandin. Pirs jî ew e, xwendevanê ku bi tirkî yan bi almanî nizanibe, wê çawa bizanibe bê çi hatiye gotin?
Peyva dawî
Ev roman, ji hêla hilbijartina mijarê de, gaveke girîng e li ser riya rast û pêdiviyeke wêjeya me ya nûjen e. Her wisa ji hêla teknîk, honandin û zimên de jî, pêngaveke ku ber bi sazkirina dengekî balkêş ve diçe.
Min bi dudilî dest bi xwendina vê romanê kir, bi kêfxweşî berdewam kir û bi xemgîniyeke mezin li ser tirajediya malbateke kurd ew qedand.
Bend / Newaf Mîro / Weşanên Han / Berlîn, 2011
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Nivîskarên kurd mijareyên berhemên wan
- Dilşêr Bêwar: Li peravên torê torên evînê
- Cemil Oguz: Çîrokên Başûr em li Bakur dixwînin
- Îlhamî Sîdar: Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Şengul Ogur: Jineke Xinanî: Kitêbeke Biçûk
- Îlhamî Sîdar: Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
- Lokman Polat: Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”
- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN
- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’
- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ
- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019