Dîrok: Sermawêz 15, 2008, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 922
Gava min dest bi xwendina romana Şener Ozmen "Rojnivîska Spinoza" kir, yekser dema xortaniyê û salên xwendina zanîngehê hatin bîra min; ji ber ku atmosfera giştî ya romanê li ser wê demê ye û piraniya karekterên wî xwendekarin ciwan in ku hem di nav gelemşeya pêdiviyên rojane de û hem jî di nav pêdiviyên xwe yên giyanî de jiyana xwe ya dema xwendekariyê tar û mar dikin. Lê pirsa ku pê re bi her xwendevanekî vê romanê re çêdibe ev e: "Çima ev binavkirin, ango çima hilbijartina navê fîlosofekî navdar ji bo romanê?" Berî ku roman dest pê bike, danasîneke kurt aniye ku "Spinoza, berevajî hemû feylesofan, bûye yekem feylesofê demokrat" (Rûpel.7) Lê ev danasîna kurt nikare yê xwendevan bide têgihîştin, ji lew re pêdiviya her xwendevanê vê romanê bi hinek agahiyên sereke yên di derbarê Spinoza û felsefeya wî de heye. Ji ber ku di rûpela yekem de gava ku nivîskar qala vegera Yasîn-kesekî sereke yê romanê ye- dike, tê malê û biryara xwe ji diya xwe -Rehîme xanim û bavê xwe Serwet beg- re radigihîne ku êdî ew dev ji xwendina zanîngehê berdide. Di pêvajoya romanê de tê naskirin ku têkiliya Yasîn hem bi hunera şêwekariyê re û hem jî bi nivîsandinê re heye. Divê em ji bîr nekin ku heman xislet yên nivîskarê romanê ne jî. Lê têkiliya vê yekê bi fîlosofê cihû û holendî Spinoza re çi ye gelo?
Di jînenîgariya Spinoza de mirov li hinek agahiyên nêzîkî vê biryara ku Yasîn girtibû rast tê. Ka em beramberiyeke kurt çêbikin:
Bavê Spinoza bazirganekî cihû û dîndar e. Di romanê de, bavê Yasîn Serwet (beg) e û her serê mehê diravên Yasîn di riya TC Ziraat Bankasiyê re jê re tên şandin. (R.10)
Spinoza berevajî xwesteka bavê xwe ku dixwest xwendina xwe ya olî dewam bike, ol rexne kir, dev ji xwendina olî berda û berê xwe da felsefeyê. Bi taybetî felsefeya Descartes ku pirtûka wî ya yekem jî li ser "pirensîbên felsefeya Descartes" bû.
Di romanê de, Yasîn dev ji xwendina zanîngehê ber dide, şêwekar e, portreya Arthur Rimbaud çêdike (R.11). Her wiha pirtûka Sartre ya bi navê Sozculer dixwîne. (R.14) Ew jî mîna Spinoza hem li dijî desthilatdariya civakî û olî û hem jî berê xwe dide pirtûkên felsefî û rexnegir.
Spinoza hêviya bavê xwe yê cihû dişkîne û ji cihûyan tê redkirin û îzolekirin û diçe bi çêkirina camên berçavkan de kar dike.
Yasîn jî hêviya bavê xwe dişkîne û "nebû tiştek", ne ji mal derdikeve ne jî dixwaze kes bê cem. (R. 12)
Her wisa ku mirov li xalên hevbeş bigere mirov dikare bi sedên mînakan li ser fikr û raman û serboreyên wî kesê sereke yê romanê û Spinoza bibîne. Wê ev binavkirin "Rojnivîska Spinoza" bêhtir li bejin û bala romanê bihata eger ku Yasîn bi tenê kesê sereke yê romanê ba. Lê roman bi awayekî hatiye honandin ku gelek kesên sereke tê de cih digrin û Yasîn yek ji wan e.
Çend gotin li ser awayê honandinê:
Ev roman bi awayê (Tizbiyê) hatiye honandin. Gelek bûyer, tên serê gelek kesan ku ji gelek deverên cuda tên. Ango bûyerên vê romanê mîna morîkên tizbiyekê li pey hev tên rêzkirin, bêyî ku bûyereke navendî yan çîrokeke navendî hebe. Tayê ku van morîkan digihîne hev bi du destan li hev hatiye ragirtin. Destek jê cih e, dibe ku zanîngeh be û ew kes li wir dixwînin. Nivîskar xwestiye ku di riya vî cihî re kesan ji her çar aliyên Kurdistanê bîne cem hev. Destê din jî yê nivîskar bi xwe ye, ku ev roman ji derve de tê birêvebirin. Ji wê herikandina tevnê li gor mentiqê xwe yê hundirîn bêhtir tiliya nivîskêr di birêvebirina bûyer û kesên romanê de heye. Ji bo ev xal zelaltir bibe mirov dikare mînaka binavkirina cih û bajaran bide:
Hezex (cihê jidayikbûna nivîskêr e) bûye Zex.
Mehabad bûye Bad.
Zaxo bûye Xo.
Amûdê bûye Dê.
Wisa Ne û deşta kûr û Da jî ku dibe li şûna Amed hatibe bikaranîn têne dîtin. Hêjayî gotinê ye ku navên bajaran yên rastî guman û texmînên min in.
Wekî din jî navên kesên romanê bi awayekî ku bi dem û cihê ku kes jê tên re diguncin. Ji bilî bi dehan navên zanyar, fîlosof, hunermend û nivîskaran di vê romanê de cih digrin.
Min nivîsa xwe bi Spinoza dest pê kiribû û ez ê bi pêşkêşkirina çend agahiyên din li ser wî û felsefeya wî vê nivîsê biqedînim.
Jiyana Spinoza û hinek nerînên wî:
Spinoza feylosofekî cihû ye. Ji malbateke potugalî tê ku li Holandayê bi cih bûbû. Di 24’ê sermaweza 1632’yan de li Amsterdamê ji dayik bû ye. Bavê wî bazirganekî cihû yê dîndar û serkeftî bû. Dixwest ku kurê wî bibe dîndarekî mezin (Haxam). Lê kurê wî di bîst û çar saliya xwe de berê xwe ji oldariyê da felsefê û li şûna xwendina olî, dest bi rexnekirina olê kir. Ev bû sebeb ku mêrekî olperest bi xencerê êrîşî wî bike û wî birîndar bike. Ji bo debara xwe bike, çar salan 1656-1660- di çêkirina camên berçavkan de xebitî. Pirtûka wî ya yekem "Pirensîbên Felsefeya Descartes" bû ku di sala1660’î de derket. Ji berhemên wî ya girîng jî pirtûka "Nemyeke di lahût û siyasetê de" di sala 1670’î de derket. Wekî din li ser têkiliya aqil, hest, Xwedê, xwerist û gerdûnê...nivîsên wî yên hêja hene. Di 21’ê avrêla 1677’an de Spinoza dimre.. Pirtûka wî "Exlaq" piştî mirina wî di 1675’an de hate weşandin, wisa jî "Nemeya siyasî" ku piştî mirina wî, nîvco hate weşandin.
Ji dîtin û nêrînên wî:
- Xwedê di xwerist û gerdûnê de ye. (Ev gotin mutesewifên misilman yên mîna Hellac û Ibinerebî tînin bîra mirov.)
- Xêra mezin di "kêfxweşiya zanînê" de ye, di ketina giyan a nav xweristê de ye.
- Xwestekên mirov ên olî û siyasî dibin sedemên mana wî ya di rewşa koletiyê de.
- Azadiya felsefekirinê nabe xeter li ser ol û selametiya dewletê, belê jiholêrakirina wê azadiyê tê wateya jiholêrakirina ol û selametiya dewletê.
Sipas Şener Ozmen ku te bi romana xwe ne tenê Spinoza, belê hemû xirecira jibîrbûyî ya hundirê me, anî bîra me.
Şener Ozmen / Rojnivîska Spinoza / Roman / Weşanên Lîs / 196 Rûpel
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019