Dîrok: Adar 15, 2010, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 871
Romana “Siya dema borî” ya Fêrgîn Melîk Aykoç (1), ya nû, ji serî heta dawî bi rexnekirina du romanên kurdî û bi nivîskarên wan, mijûl dibe. Kesên romanê yên sereke mîna Ferna û Hêlînê ji her du romanan hatine girtin. Romanivîs bi teknîkeke hunerî kesa xwe ya sereke “Berjîn” ku hem hemtemena Ferna û Hêlînê ye û bi wan re dibe heval û hem jî keça nivîskarekî ye, bi kesên din yên romanê re tîne hember hev. Bi vî awayî nivîskarê romanê rexneyên xwe yên tund, hem li naveroka her du romanên destnîşankirî û hem jî li her du nivîskaran, tîne holê. Bi gotineke din, bi honandina tevna romaneke nû re, nivîskarê vê romanê, du romanên din dide ber neynika şîrove û helwest û rexne û nirxandinên cuda.
Jihevvekirina şîfre, nav û sembolên romanê
Ez dixwazim di vê nivîsê de, perdeya ku nivîskar daniye ser navên kesan bidim alî û li gor xwendina xwe, şîfre, raz û sembolên vê romanê veçirînim.
– Nivîskar Herînas Mehmet Uzun e.
Romana wî ya bi navê “Jiyana wêran bi jan e”, romana “Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” ye.
“Hêlîn” bixwe “kevok” e, kesa sereke ya romana M.Uzun.
Nivîskar “Ronas” ku her dem bi “tûncika xwe dilîze” Firat Cewerî ye.
Romana “Mêranî ji min nayê”, romana “Ezê yekî bikujim” e.
“Fernayê” bixwe “Dianayê” ye, kesa sereke ya romana “Ezê yekî bikujim” ya F. Cewerî ye.
Çîroka “sala nîvê bîst û şeş partan” bixwe çîroka “Meha sêzdehan” ya Helîm Yûsiv e.
Nivîskarê bavê kesa sereke “Berjîn” bixwe nivîskarê romanê Fêrgîn Melîk Aykoç e.
Berjîn jî, keça wî, alaveke, bi gotineke din, mexzena raman, nirxandin û rexneyên wî ye.
Sedema hilbijartina her du romanan
Mehmet Uzun di romana xwe ya “Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” de, keçeke kurd ya şervan-gerîla- bi navê Kevokê, dike evîndara efserekî artêşa dewleta tirk û wî wekî Baz binav dike. Roman li ser evîna her du kesan e û bi kuştina wan bi dawî dibe.
Firat Cewerî jî di romana xwe ya “Ez ê yekî bikujim” de, keçeke kurd, ku berê şervan-gerîla-bû wekî qehpik pêşkêş dike û efserekî tirk jî, piştî wê keça şervan dîl digre, wê dûrî çavan dibe û serbest ber dide.
Hemû rexneyên ku di romana “Siya dema borî” de li der û dorên van her du romanan û nivîskarên wan digerin. Romanivîs, di rexneyên xwe de, li ser du astan dixebite:
1- Rexnekirina raman û kirinên her du nivîskaran.
2- Rexnekirina berevajîkirina “rastiyên” jiyana kurdan û bi taybetî jina kurd ya gerîla-şervan.
Ji bo ev şîroveya min bi awayekî baş bê fêmkirin, ez dixwazim ji pirtûkê-romanê bi mînakan van nerîn û nirxandinên xwe piştrast bikim.
Rexnekirina Herînas û romana wî, ango Mehmet Uzun û romana wî
Li gor romanê, pilana M.Uzun ew bû ku destpêkê der û dorên dewleta tirk razî bike, ango xwe di piyaseya tirkan de bide pejirandin, piştre jî wê kurd dengê xwe bibirin. (Rûpel 28). Ji ber vê yekê, keçeke kurdî serhildêr ku li serê çiyayê Kurdistanê şer bi artêşa dewleta dagirker re dike, ji çiyê dadixîne û dike evîndara efserekî artêşê ku qesasê serê kurdan e. Navê keçê dike Kevok û yê efserî dike Baz. Mebest jê razîkirina der û dorên tirk e. Romanivîs bi zimanê Berjînê vê metodê rexne dike:
“Lê ew metoda, mirov keçeke kurd têke hembêza efsereke dagiker, ne metodeke baş e? Ev li hemû şervanan û jinên kurd heqaretkirine!” (Rûpel 97)
Nivîskar kesa sereke ya romana Uzun tîne, wê bi navê Hêlîn pêşkêş dike. Hêlîn serpêhatiya xwe bi awayekî din dibêje. Nexasim ku ew bi mêrekî frensî re zewiciye û li Frensayê dijî, lê Kevokê ya Uzun ew kiribû evîndara efserê tirk, di dawiya romanê de, hatibû kuştin. Ev yek bala Berjînê dikşîne. Gava ku dipirse, Hêlîn wisa bersivê dide.
“Min dûre bihîst ku Akrep “efserê tirk” bi tevê jinekê hatiye kuştin. Ew jinik Manûşka bû. Di cihê navê Manûşka de navê min dabûn rojnameyan. Bavê min tê ku cenazeyê bigre, lê dibîne ku ne ez im!” (Rûpel 204).
Hetanî ku nivîskar li ser navê Herînas poşmaniya xwe tîne zimên û dibêje ku wî, du şaşîtiyên mezin kirine:
“Min di jiyana xwe de du xetayên mezin kir. Yek pêkanîna erkên leşkeriya mêtîngeran, yek jî nivîsandina romana bi navê ‘Jiyana wêran bi jan e’.” (Rûpel 166)
Rexnekirina Ronas û romana wî, ango Firat Cewerî û romana wî
Li gor romanê, nivîskar Ronas jî, li ser riya nivîskar Herînas e. Anku Firat Cewerî jî daye ser riya Mehmet Uzun û ji bo xweşêrînkirina bi tirkan û bi bazara wan, heman metodan bikar tîne, ango di riya heqaretkirina li nirxên kurdan û spîkirina destên efserên dewleta tirk yên bixwîn, dixwaze xwe bigihîne piyaseya tirkan. Ronas xwe wiha pêşkêş dike:
“Ez li pey nivîskarê mezin, nivîskarê kurd yê herî nasdar im. Endamên gelek saziyên navnetewî me.” (Rûpel 30)
Di romanê de Berjînê efserê romana Ronas-Cewerî tîne bîra xwe û bi tundiyeke nêzîkî dijûnan pirsên xwe yên rexneyî rêz dike.
“Gelo wî nivîskarî bi çi aqil û wêranê ev tawanbariya kiriye? Ma mirov dikare ew qas bê anor be û ji bo ku bikane dijminê nijada xwe û mirovahiyê şîrîn nîşan bide, rastiya kirinên dirindeyek wiha berovajî nîşan bide?...Gelo ji bo çi?. Tenê ji bo nav û deng?” (Rûpel 161)
Romanivîs ji bîr nake ku balê bikşîne ser nîqaşên me yên di der barê girtina beşekî ji romana “Ez ê yekî bikujim” ji çîroka min a bi navê “Meha sêzdehan” ku di Diyarnamê û hinek malperên din de hatibû kirin (2). Bi awayekî sergirtî balê dikşîne ser wan gengeşiyan:
Berjîn bi tinazî ji nivîskarê ku xwe wekî nivîskarekî gerdûnî bi nav dike re dibêje:
“Ez hin çavkaniyên nivîsên we yên gerdûnî dizanim, wekî ew çîroka ‘sala nîvê bîst û şeş partan’. Divê hûn vê ji bîr mekin...” (Rûpel 101)
Lê, di romanê de, qedera nivîskar Ronas ne mîna ya nivîskarê Herînas tê destnîşankirin. Nivîskarê herînas li pey plana xwe dimîne, lê Ronas bi stûnê reklaman re winda dibe:
“Nivîskar Ronas di nav ramandinê de bi gavên giran berê xwe da dergehên kurdan, lê gava gihîşt tanga wê stûna reklaman rawestiya, bi awayekî hûrkolînî li stûne nerî. Bi carê ve ew û ew stûna reklamê di nava mijikê de wenda bûn.” (Rûpel 168)
Encam
Mirov ligel van rexneyên nivîskarê romana “Siya demên borî” be an jî li dijî wan rexneyan be, tiştekî din e. Lê, bi her awayî, ev roman balê dikşîne ser pêdiviya dagirtina wê valahiya ku di rexneya wêjeyî ya kurdî de heye û bi taybetî di warê romanê de. Nivîskar xwestiye bi romanekê, ne bi lêkolîneke rexneyî wê valayiyê dagire. Hindek aloziyên kesên romanê hebe jî ji vê hewldanê tên. Wekî mînak, Berjîn, kesa sereke ya romanê, ji keçekê bêhtir alava gotina hizr û raman û bîr û baweriyên nivîskarê romanê ye. Di dawiya romanê de, nivîskar xwestiye hinekî din rih û “mirovayetî û jinitiyê” bide vê kesa xwe û behsa çîrokeke wê ya hezkirinê bike, lê ev hewldan kêm dimîne û mîna pîneyekî bi romanê vebûye.
Ji aliyê din de jî, taybetiya vê romanê ji bo pêvajoya romana kurmancî û ji bo serboreya Fêrgîn melîk Aykoç di nivîsandina romanê de gaveke berbiçav e.
Ev kurtexwendineke min bû ji “Siya demên borî” re. Min xwest ku ez ji aliyê beramberiya wê bi rastiya rewşa me re li romanê binêrim û di vê çarçoveyê de sembol û razên wê, anku kilîta xwendineke zelal ji bo vê romanê, bi vê nivîsê, pêşkêş bikim.
Bê guman, her romanek kaniyeke xwendinên cuda ye. Ev xwendin jî yek ji wan bû.
…...........................................
(1) Siya demên borî – Fêrgîn Melîk Aykoç – Roman – do – 2009.
http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=471
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019