Dîrok: Adar 8, 2011, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 1150
Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mode”ya derxistina pirtûkên Antolojiyan, çi jêdereke wisa pêbawer ku karibe bibe çavkaniya lêkolîner û xwendevanan jî tune ye. Îbrahîm Seydo Aydogan ji sala 2004’an de û heta niha, di bin navê Lîsteya Romanên Kurmancî de, lîsteyeke romanên kurmancî diweşîne. Cara dawî , di hejmara 4’an ya rojnameya mehane Dilnameyê de bû ku di destpêka Adara 2011’an de derket. Ev lîsteya nû di bin navê “75 sal û 200 romanên kurmancî” de, careke din, hate weşandin. Ligel vê dema dûr û dirêj ya ku ev lîste di malper û rojnameyan de digere, dema mirov bi hûrbînî dixwîne, mirov dibîne ku ev lîste wisa bi lez û bez hatiye amadekirin. Ji ber ku şaşîtî û xeletiyên ku di vê lîsteyê de hatine bicihkirin mirov matmayî dihêlin.
Navên hinek pirtûkan ku tu têkiliya wan bi romanê ve tune ye, di lîsteya romanan de hatine bicihkirin. Pirtûkên çîrokan wekî roman hatine bicihkirin. Pirtûkeke bîranînan jî wisa, her wisa pirtûkeke li ser zimên jî wekî roman hatiye binavkirin û statîstîk û hejmarên romanên ku di lêkolîna xwe de bicihkirine jî li ser bingeha van çewtiyan amade kirine. Ji bilî dîrok û tarîxa şaş ya sala derketina romanê. Ji bilî romanên ku qet behsa wan nebûye û her wisa.
Ji bo ez van têbîniyên xwe piştrast bikim, ez ê bi mînakan van şaîtî û çewtiyên vê lîsteyê pêşkêş bikim.
- Çawa ne roman bûne roman:
Lêkolîn bûye roman:
Di nav lîsteya romanên kurmancî de mirov li pirtûkekê ku li ser zimên e rast tê. Pirtûk ev e:
Îsmaîl Taha Şahîn
Ji bo rênivîseke çêtir (Dihok, 2008)
Wekî ku ji navê wê jî diyar e, pirtûk li ser zimên e û ne roman e.
Bîranîn bûye roman:
Di nav romanan de mirov li pirtûkeke bîranînan ku bi tu awayî têkiliya wê bi romanê re tuneye rast tê. Mînak:
Mêvan (Betal Betê – Bêbextî) Bîranînên jineke kurd in û ji hêla mêrê wê ve hatine nivîsandin. Î.Seydo navê wê pirtûkê û yê xwediyê wê nivîsandiye û bêyî sala çapkirinê ku li ser bergê wê nîn e. Çîrokeke taybet ya vê pirtûkê heye ku vê derê ne cihê wê ye, lê bi her awayî têkiliya wê bi romanê ve tune ye.
Çîrok bûne roman:
Balkêş e ku Î.Seydo nivîskarên romanên kurmancî rexne dike “.... Hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan,.... tune ye.” Wisa di lîsteya xwe de ew jî çîrokan li şûna romanan bi cih dike. Çend mînak:
- Barova berfê, ev pirtûka çîrokan ya Zekî Silêvanî di lîsteya romanan de wiha cih girtiye.
Zekî Silêvanî – Barova berfê (Han-2006).
Ev pirtûk ne roman e, ne jî li Weşanxaneya Hanê çap bûye, ne jî sala weşana wê rast e. Pirtûk ji Weşanên Evrayê 2004’an de derketiye.
Mînakeke din:
Mîroyê Esed -Sisê -1961
Eskerê Boyîk li ser vê pirtûkê wisa dinîvisîne:
("Sise" ya Mîroyê Esed kurteçîrokeke hevkî mezine. Celîlê Celîl jî di biblogirafiya kitêbên kurdî de (1981) ber nivîsiye serhatî yan kurteçîrok. Heciyê Cindî jî wê wek kurteçîrok bi nav dike. Ew afirandin kesî wek roman hesav nekiriye. Ez jî wê wek roman nabînim.”)
Hinek mînakên din jî hene, lê dibe ku ew cihê danûstendinê bin. Ji ber vê, mebest ne sererastkirina hemû agahiyên di lîsteyê de ye. Mebest destnîşankirina çend mînakên ber bi çav û beloq e. Eger ev aliyekî şaşîtiyan bin, aliyê din jî nivîsandina hejmarên şaş yên sala weşana romanê û carna jî nivîsandina navê romannivîs bi awayekî şaş, ji bilî bicihkirina navên hinek romanên ku nehatine weşandin. Ez ê careke din, bi mînakan van şaşîtiyan destnîşan bikim.
Sala derketina romanê şaş hatiye nivîsandin:
- Mînaka vê yekê:
Eliyê Evdirehman – Xatê xanim ya şaş 1958 ya rast 1959 e.
Ev agahî di çapa nû ya Weşanxana Belkiyê de diyar e.
- Mînakeke din:
Edîb Polat – Ristemê Zal – ya şaş 2006 ya rast 2007 e.
- Mînakeke dîtir.
Bavê Nazê – Çiyayên bi xwînê avdayî – ya şaş 1989 ya rast 1978 e.
Di hemû pirtûkên Bavê Nazê yên li Amedê ji hêla Lîsê ve hatin weşandin ev agahî heye ku, çapa yekem ya vê romanê 1978 e. Dibe ku 1989 sala derketina çapeke din be.
Navên hinek romannivîsan şaş hatiye nivîsandin:
- Mînaka vê yekê
Reşat Akgül yan jî Sorgul wekî Reşat Aktaş hatiye nivîsandin.
- Mînakeke din
Navê Nesip Tarim wekî Nesim Tarim hatiye nivîsandin.
Romaneke ku nehatiye çapkirin, di lîsteyê de cih girtiye:
Mînaka vê yekê,
Tehma xweliyê - Îlhamî Sîdar (Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Dihok, 2009)
Tehsîn Navişkî ji Dihokê bersiva pirsa min a li ser vê romanê wiha da:
“Pirtûka bi navê Îlhamî Sîdar, her ji binî de, di nav weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Dihok, 2009 de tune ye!”
Hinek romanên kurmancî di lîsteyê de cih negirtine
Mînaka vê yekê,
Lîste, xwedêgiravî ya hemû romanên kurmancî ye ku heta 2010’an derketine. Li ber navê Hesen Îbrahîm
1- Şevên sar (Dihok, 2006) heye. Lê di rastiyê de romanên wî yên heta 2010’an derketine ev in:
1- Dozexa spî -Duhok-Zana-2004
2- Şevên prag -Duhok-Hawar-2008
3- Memo kew berda -Kerkûk-çapxana şehîd azad Hewramî-2008
4- Şevên sar -Duhok-Hawar-2006
5- Evîn û enfal -Duhok-Hawar-2010
6- Xeca Berlînê -Silêmanî –weşana taybet -2010
- Mînakeke din,
- Tehsîn Navişkî, di lîsteyê de ev her sê roman hene:
1- Janên Sinahîyê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Dihok, 2005)
2- Çavên sîtavkê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd , Dihok, 2007)
3- Pel û Xulî (Yekîtiya Nivîskarên Kurd , Dihok, 2010)
Lê, di rastiyê de heta 2010’an ev her pênc romanên wî derketine:
1- Janên sînahiyê -Duhok -Hawar-2005
2- Çavê sîtavkê -Duhok-Hawar-2007
3- Dewleta daristanê -Duhok-çapxana Xanî-2008
4- Pel û xulî -Hewlêr-çapxana wezareta roşenbîrî û lawan -2009
5- Alê dî yê pirê -Duhok-Hawar-2010
Mirov bi vî awayî dikare çend mînakên din, bi taybetî romanên herêma Behdînan rêz bike. Ev jî asta cidiyeta di warê lêkolînkirinê de nîşan dide.
Encam
Karkirina li ser lîsteyeke wiha, ku hem ji bo dîroka romana kurdî, hem jî ji bo dilsoziya bi rastiyê re, girîng e, erkên mezin datîne ser milê kesê lêkolîner. Li şûna biçûkxistina nivîskarên kurd û berhemên wan yên di warê romanê de, çêtir e ku mirov bi xwe karê xwe baş û bi berpirsiyarî bike. Ev nayê wê wateyê ku aliyê erênî yê vî karî nîn e. Berevajî wê, ligel hemû kêmaniyan mirov dikare ji hin agahiyên vê lîsteyê sûdê wergire, lê hinekî din pêdiviya me bi cidiyet û berpirsiyariyê heye.
…………………………………………………………………………
http://dilname.files.wordpress.com/2011/03/rojnameya-dilname-hijmar-4.pdf
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019