Sê roj bi Exil-PENê re

Dîrok: Sermawêz 9, 2013, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 693

Sê roj bi Exil-PENê re

Di rojên 15 heta 17.11.2013'yan, di bin sernavê "Cîhan û derbiderî" de, li bajarê Solingen li Almanyayê, Exil-PEN'a nivîskarên derbider yên ku li welatên almanîaxêv dijîn, çalakiyeke wêjeyî pêkanîn. Di çarçoveya kar û barên xwe yê rêxistinî û çandî de Exil-PEN salê carekê çalakiyeke bi vî rengî, hem ji bo endamên xwe û hem ji bo wêjehezan lidardixîne. Berî ez behsa bernameya her sê rojan bikim, dixwazim çend agahiyan di derbarê vê rêxistina nivîskaran de bidim.

Exil-PEN 

Peyva "Exil" bi wateya derbiderî, sirgûn, "Menfa" tê bikaranîn. Her sê tîp PEN jî kurtayiya van her sê peyvan in "poets essayists novelists" Helbestvan, gotarnivîs û romannivîs. Exil-PEN şaxeke ji PEN'a internasyonal û di sala 1948'an de ava bûye. Ew rêxistineke wan nivîskarên biyanî ne, ewên ku li welatên almanîaxêv dijîn. Serokê wê yê niha Prof. Dr. Wolfgang Sçlott e. Piraniya endamên vê rêxistinê nivîskarên romanî, rûsî, vîetnamî, tşîkî, polonî ne û ji neteweyên cudane ku li Almanyayê dijîn û bi almanî daxivin û dinîvisînin.


Çalakiyeke sê roj

Bername li ser du şaxan hatibû parvekirin. Aliyê wêjeyî û aliyê rêxistinî. 

Roja yekem: În 15.11.2013

Bernama çalakiyê saet şeşê êvarê bi bixêrhatinê dest pê kir. Serokê E.PEN'ê Wolfganag Sçlott xêrhatina beşdaran kir û pê re jî êvareke berhemxwendina endaman dest pê kir. Nivîskara xwediya "Exempla" kovara ku îsal çilsaliya xwe dadigire nivîseke xwe ya wêjeyî xwend û bal kişand ser serboriya xwe ya di birêvebirina kar û barê kovara "Exempla"de. Her wisa beşdar vexwendin şahiya çilsaliya kovarê. Li pey wê helbestvanê ku bi eslê xwe romanyayê ye û bi almanî dinîvisîne Horst Samson hinek ji helbestên xwe xwendin. şev bi beşdariya wergêr û nivîskarê rûs ê cihû Boris Sçapiro dewam kir. Di axaftina xwe de behsa nivîskariya xwe û karê xwe yê li ser wergerandina berhemên xelatgira Nobelê ya 2009'an Herta Muller kir, ku ew jî yek ji nivîskarên Romanyayê û almanînivîs e.

Roja duyem: Şemî 16.11.2013

Çalakiyê bi gera sibehê li muzexaneya bajarê Solingenê dest pê kir. Piştî qedandina gerê, li salona muzexaneyê, ku cihê çalakiyê bû, hinek nivîskarên romanî, rûsî û makedonî pirtûkên xwe ji bo beşdaran dan nasandin. Wisa jî anotojiyeke ku ji nivîskarên romanî yên almanînivîs pêk dihat li beşdaran û li endaman hate belavkirin. Nivîskarê rus ê almanînivîs Dragilew Dmitri bi awayekî berfireh li ser rewşa wêjeya rusî ya wergerandî ser zimanên ewropayî axivî. Her wiha nivîskara Kira Matsu çend nimûne ji nivîsên xwe yên wêjeyî xwendin.

Nivîskarê polon Herbert Somplatzki bi sernavê "Daristan û mirov", li ser yek ji navên mezin di dîroka wêjeya koçberiyê de li Polonya Ernst Wieçert (1887-1950) axivî.

Di rûniştina piştî nîvro de û di bin sernavê "Wêje di bin siya diktator û dagirkeran de" Serokê Exil-PEN'ê nivîskar Wolfgang Schlott li ser wêjeyê di dema şoreşan de axivî. Nivîskarê vîetnamî Viet Dung Ngo çîrokeke dirêj ji pirtûka xwe ya ku nû bi almanî derketibû xwend. Çîrok li ser serpêhatiya penaberên vîetnamî li derbideriyê bû.

Nivîskara romanî ya elmanînivîs Ilse Hehn, ku yek ji birêveberên Exil-PENê ye, hin nimûne ji nivîsên xwe yên wêjeyî xwendin. Bi birêveberiya Horst Samson min kurteçîrokeke xwe xwend û li ser daxwaza beşdaran min li ser rewşa Sûriyê ya niha hinek agahî ji nivîsên Omer Qedûr bi zimanê almanî ji wan re xwendin. Nivîskarên beşdar bi awayekî germ tev li danûstendina li ser rewşa Sûriyê bûn. Balkêş bû ku hema hema hemû beşdar heta radeyeke mezin ji rewşa Sûriyê û rewşa kurdan jî li herêmên wan agahdar bûn. Piraniya pirsan li der û dorê hûrgiliyên rewşa îroyîn ya hundirê Sûriyê bûn. Piştî navbera êvarê, şev bi xwendina romannivîsê polon-alman Artur Becker dest pê kir. Li ser rola xwe ya di derbarê xurtkirina têkiliyên kultûrî yên alman û polonan, nivîskar xelata diyalogê ya çamisso di sala 2012'yan de wergirtibû. Her wiha Wolfgang Schlott pirtûka wî ya bi navê "Ji rojhilatê heta roj here ava" bi beşdaran da nasandin. 

Roja sêyem û ya dawî: Yekşem17.11.2013

Ev roj ji bo civîna endamên rêxistina nivîskaran hatibû veqetandin. Di civînê de li ser awayê birêveçûna kar û barê rêxistinê yê salekê hate rawestandin. Her wiha behsa pirsgirêkên rêxistinî, aborî û yên din bû. Ji bilî hilbijartinan daxwaznameyên endamên nû hatin pêşkêşkirin û erêkirin. Di nav endamên nû de nivîskarê kurd Berzan Kejo hebû, ku yekem romana wî ya bi navê Rojîn bi zimanê almanî derketiye. Berzan Kejo ji bajarê Bremenê ji  bo vê civînê wê sibehê hatibû Solingenê. Bi xatirxwestina beşdaran civata nivîskarên Exil-PEN'ê belav bû û soz hate dan ku civîna bê dîsa di meha yazdan, meha sermawezê de, li Berlînê bê lidarxistin.

Encam û çend têbînî

Her çendî ku ev çalakî ji her kesî re vekirî bû, lê dîsa jî mîna çalakiyeke endamên Exil-PEN'ê hate xuyakirin. Piraniya endamên vê rêxistina nivîskaran bi temenê xwe mezin in û bêhtir ji kal û pîran pêk tê. Kêm zêde, civatên wêjeyî li Almanyayê ji xortan bêhtir kal û pîr lê têne dîtin. Mîna hemû rêxistin û dezgehên nivîskaran pirsgirêka Exil-PEN'ê jî ya kêmbûna îmkanên aborî berbiçav bû. Ji bo pêkanîna her civîneke bi vî rengî serî li çavkaniyên aborî têne dan. Kovara wêjeyî Exempla, ji ber sedemên aborî salê carekê derdikeve. Piraniya endamên vê rêxistinê ji nivîskarên Ewropa ya rojhilat û welatên mîna Rusya, Polonya, Romanya û her wisa..bûn. Ew bi tevlêbûna nivîskarên ji Asyayê kêfxweş bûn, wisa jî tunebûna nivîskarên ji Afrîkayê hate rexnekirin. Ji bilî van têbîniyên rexneyî germayî û daxwaza naskirinê û xurtkirina pêwendiyan di navbera nivîskarên beşdar de atmosfereke cihê rengê xwe dabû vê çalakiya wêjeyî ya sêrojî.

Ji bo min sê rojên cihê bûn, dengên cihê, nivîskarên ji netewe û welatên cihê, ji zimanên cihê û ji kultur û çandên cihê, lê hemû di bin yek banî de gihabûn hev, banekî wisa bi qasî cîhanê fireh, ew jî banê wêjeyê ye. Çiqasî siyaset dikare bibe sedema xerakirin û malwêraniya têkiliyên kes û koman, wisa jî wêje-edebiyat dikare bibe sedema jihevnêzîkbûna kes û koman. Dibe ku wêje hêviya rizgarkirina mirovahiyê ya dawî be.

***

Ev gotar di hejmara 12-13 (08.12.2013) ya rojnameya Nûdemê de ku li Qamişlo dertê, hatiye weşandin.



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019