Dîrok: Gulan 15, 2008, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 757
Rêxistina Het beschrijf ya wêjeyî li Brukselê ligel Enstîtuya Kurdî li wê derê, du rojên wêjeyî 18-19. 04. 2008 amade kiribûn. Di van her du rojan de hatibû pilankirin ku heft nivîskarên kurd bên cem hev û li wan û li berhemên wan bê guhdarîkirin. Nivîskarên ku hatibûn destnîşankirin ev bûn: Şahînê Bekirê Soreklî, Hêvî Berwarî, Hasan Kaya, Ferhad Pîrbal, Konê Reş, Ibrahîm Selman û Helîm Yûsiv.
Di kovara wêjeyî "Deus ex Machina" ya ku bi zimanê Filamanî-Holendî derdikeve dosyayeke dewlemend li ser wêjeya kurdî hatibû belavkirin, têde berhemên van nivîskaran hatibûn wergerandin û weşandin. Piraniya wergerên ji kurdî ji hêla ciwanê kurd ê zîrek û jêhatî Sîdar Bengîn Epozdemir ve hatibûn kirin.
17. 04. 08
Demeke dirêj derbas bûbû ku min hunermendê brukselî Rehîmo nedîtibû. Berî her kesî ew hate bîra min ku em wê nîvrojê bi hev re herin cihê civatê. Di dema xwe de, li Stasyona navendî Rehîmo li benda min bû. Ji ber ku her yek bi derekê de çûbû, ez ji ber deriyê Enstîtuya Kurdî wê rojê vegeriyam mala Rehîmo. Ez wisa têgihiştim ku dema hevdîtinê wê êvarê be.
Wê êvarê zelal bû bê kî hatiye û kî nehatiye. Di rûniştina li ser xwarin û vexwarina êvarê de hate naskirin ku Ferhad Pîrbal û Hasan Kaya ji ber sedemên teknîkî ku girêdayî tevliheviyên bidestxistina Vîza nikaribûn bihatana. Lê sê nivîskarên din ji Başûr ku navên wan di bernameyê de tunebûn hatibûn, ew jî ev bûn: Hesen Silêvanî (Serokê Yekîtiya Nivîskarên Dihokê) - Xeyrî Bozan û Abdal Nûrî. Bi tevlîbûna wan û her du xanimên endamên Het beschrijf Sigrid Bousset a (Director) û Brigitte Neervoort a (Programmator) ligel xwediyê keda mezin Derwêş Ferho (Serokê Enstîtuya Kurdî) û nivîskarên beşdar civatek fireh hate gerandin. Li wir min deqê îngilîzî ji nameya nivîskarên kurd dît, ew nameya ku wê roja din têketa destê wezîrê Kultûrê yê Filaman ku wî jî wê di riya xwe re bigihanda Komîserê Çandê yê Yekîtiya Ewropayê. Nameyeke ecêb bû, ji hêla F. Pîrbal ve hatibû nivîsandin. Tê de pesnê kurdan û dîroka wan a dûrûdirêj hebû, tê de navên hemû kurdên ku di dîrokê de xizmeta ereb û tirk û farisan kiribûn hebû ji Selahedîn hetanî Ibnulesîr û Ibinxelkan û her wisa. Min ji wan re got ku bi çi awayî be, nabe ku ev name bi navê me bê pêşkêşkirin. Lê ji ber tunebûna demê wê şevê Ş. Soreklî, I. Selman û min, bi hev re, em di nivîsandina nameyeke nû de xebitîn. Berê gotareke Soreklî jî amade bû, tiştin ji wê jî hatin hilbijartin û ji nameya Pîrbal tenê çend hevok man û wisa nameyeke nû amade bû ku vê dawiyê deqê wê di alavên ragihandinê de hate belavkirin.
Her wisa min ji xanim Sigrid naskir ku rêxistina wan salê carekê çend nivîskarên miletekî vedixwînin Brukselê û ji nav wan jî nivîskarekî wekî mêvan, dora şeş hefteyan, li wir dihêlin. Divê ew nivîskar bi îngilîzî zanibe û di vê demê de nivîsekê li ser Brukselê binîvisîne. Mêvanê wanî îsal jî Şahînê Soreklî bû.
18. 04. 08
Roja din piştî nîro me berê xwe da cihê konferansa çapemeniyê li Wezareta Çandê ya Filamanî. Di dema xwe de Wezîrê Çandê Bert Anciaux hat. Bi germayî xêrahatina me kir û li ber hevhemêzkirina her du alên xweşik, ya belcîkî û ya kurdî, piştgiriya xwe ji bo kurdan û ji bo doza wan anî zimên. Piştî bersivdana pirsên rojnamegeran hêdî hêdî civat belav bû. Divabû wê êvarê dest bi şevbuhêrka wêjeyî ya yekem bibe.
Cihê şevbuhêrkê Passa porta bû. Cih nêzîkî Otêla Atlas bû, ya ku em lê diman. Passa porta, hem pirtûkxane û hem jî wekî mala wêjeyê ya navneteweyî tê binavkirin. Li wir, ji bo wergerê, amadeyiyên baş hatibûn kirin. Hemû beşdar û kesên amade dikaribûn bi sê zimanan kurdî - filamanî û frensî, ku her du zimanên fermî yên Belcîkayê ne, li axavtinan guhdarî bikra. Ji bo vê yekê her dem Sîdar Epozdemir û Şêrko li paş alavên denguheztinê, ji bo wergerê, amade bûn. Wê şevê nîvê nivîskaran li ser wêjeya kurdî axivîn û nîvê din berhemên xwe xwendin. Di nav re danûstendinê, her wisa stiran û muzîka kurdî ya Dilovan û Hekîm atmosfereke germ peyda kiribû.
Ji bilî wê, du tiştan ez mijûl kiribûm. Yek jê dîtina dostê min Konê Reş ku zêdeyî heft salan e min ew nedîtibû. Pirtûka Xorşîd Ehmed ya li ser çîroka kurdî li Sûriyê ku nû bi erebî derketibû, ji bo min, bi xwe re anîbû, dîtina wî û naveroka vê pirtûkê ez deh-pazdeh salan vegerandibûm bi paş de. Ya din jî naskirina serboreya Ibrahîm Selman bû ku ew qas roman û helbest bi Holendî nivîsandibûn û çapkiribûn. Min tenê bi navê wî wekî derhêner dizanibû.
19. 04. 08
Ji bo gera li cih û deverên wêjeyî yên Brukselê, Ibrahîm Selman, Konê Reş, Bedirxan Epozdemir û xanima wî û ez, em amade bûn. Rêberê me yê belcîkî em li dever û şop û şûnên ku wêjevan û ronakbîrên navdar tê re derbas bûbûn yan jî, demekê ji deman, li wan deveran bi cih bibûn gerandin. Em li meydana Brukselê rawestandin û tiliya xwe ber bi aliyê qehwexaneyekê vekir û got:
- Li vê derê sê salan Viktor Hugo jiyaye.
Roja berî wê min û Şahînê Soreklî li wir me qehwe vexwaribû, lê me nizanibû ku şûn û şopa Hugo jî li wê deverê heye. Rêberê me em li kolanekê rawestandin û berê xwe ber bi nivîseke sipî ku li ser çargoşeyeke reş bi cih bûbû, vekir û got:
- Li vêderê Paul Verlaine demançe berda hevalê xwe Arthur Rimbaud û ew birîndar kir.
Pê re jî ew çîroka seyr a evîna her du helbestvanên frensî di serê min de şiyar bû. Wisa jî cihê ku Karl Marks û hevalê wî F. Angels lê mane, her wisa navin din û xweşiktirîn otêl li Brukselê ku berê girtîgeh û xerabtirîn cih bû. Gera me li cem peykerê Donkîşot û hevalê wî Sanşo bi dawî bû. Ev peyker kopiyeke ji peykerê wî yê Madrîdê bû. Ev peyker wekî diyarî dabûn Brukselê piştî ku wekî paytexta Yekîtiya Ewropayê hatibû hilbijartin.
Êvara dawî jî li Passa porta derbas bû. Nivîskarên ku duh berhemên xwe xwendibûn li pişt masa nîqaşê rûniştin û yên ku duh li ser wêjeyê axivîbûn berhemên xwe xwendin. Nîqaşa ku mijara wê kurd û Yekîtiya Ewropayê bû germtirbû ji ya roja derbasbûyî.
Wisa dawî li her sê rojên germ hat. Di ber re keda xebatkarên Enstituya Kurdî ya Brukselê jî cihê pesindanê ye. Min li wir rojnamegerekî kurd ê ku bêhtir rojnamegeriyê bi zimanê îngilîzî dike naskir. Rojnameger Roni Alasor ku ez niha pirtûka wî ya li ser gera wî ya li başûrê Asyayê dixwînim.
Bi giştî sê rojên, ji bo min, pir xweş bûn. Her çendî em bi naskirina endamên saziya Het beschrijf pir kêfxweş jî bûn, her wisa ew karê hêja yê ku ji bo me û ji bo danasîna kurdan û wêjeya wan kiribûn, lê di van hevdîtin û şevan de tunebûna nivîskarên belçîkî ji bo min cihê pirsê bû. Eger hatibin jî wê wekî guhdar hatibin, lê ez li kesekî ji wan rast nehatim. Lê ji bo hevdîtin û hevnaskirina nivîskarên kurd derfeteke baş bû.
Ji bo serkeftina van her du rojên wêjeyî kedeke baş ji hêla Enstituya Kurdî û hevkarên wê yên saziya Het beschrijf de hate dan. Ji ber vê, wêjeya kurdî ya ku li Brukselê wan her du rojan şax vedan, wê keskayiya xwe heta demeke dirêj, di dil de, bihêle.
Fermo fotografên sê rojên li Brukselê
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019