Şêx Efîfê Huseynî

Dîrok: Nîsan 3, 2014, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 789

Şêx Efîfê Huseynî

Li Amûdê, li bajarê ku ji berî sedê salan ve kêfê koça xwe jê barkiriye, di roja dawiya sibatê de, li odeyeke biçûçik û xemgîn, Şêx Efîfê Huseynî bi bêdengiyeke giran her du çavên xwe yên têrhez heta hetayê li jiyanê girtin. Di wê rojê de çû, wekî ku nexwestibe Adara vê salê bibîne, Adara ku xelkên me her sal bi tirseke mezin wê pêşwazî dikin. Koçkirina Şêx Efîf bi dehê bîranînên hêjayî gotinê di bala min de şiyarkirin. Ew kesekî weha bû, ku nedişibiya ti kesî. Di mala Şêx Efîf de ku li kêleka mizgefta mezin ya Amûdê ye, odeyeke biçûçik û derîvekirî hebû, xelkên Amûdê navê wê kiribûn hucreya Şêx Efîf. Berî ez behsa têkiliya xwe pê re bikim, ez dixwazim behsa çîroka nivişta ku ji bavê min re cêkiribû bikim. Bavê min carcaran diçû serdana wê hucreyê û ji bo aloziyên ku dihatin hember wî bi Şêx Efîfê ku cihê baweriya wî bû, dişêwirî. Yek ji wan aloziyan pîrika min Fatê bû. Kalikê min sofî Mehmûd zilamekî feqîr, sofî û di halê xwe de bû. Jiyana xwe hemû di oda xwe ya biçûçik de derbas dikir. Ji bo xwendina Quranê kursiyekî biçûçik ku bi taybetî ji bo Quranê deyne ser çêkiribû û wisa jî jiyana xwe bi tenêtiyê, xwendina Quranê û limêjê didomand. Wisa pîrika min Fatê jî berevajî wî, hergav qelebalixa wê bû, bi dengekî bilind tev li her meselê dibû, tiliya xwe dixist nav hemû mijaran. Wekî ku dibêjin, dikarîbû di kêlîkekê de xelkên heft gundan berdabana pêxêla hev. Bi vî awayî kirinên wê di dilê jiyana kalikê min ya bêdeng de bibûn bombeyên ku her gav diteqiyan. Ji ber ku bavê min mezinê birayên xwe bû, kalikê min xwe avêt hewara wî û jê xwest ku niviştekê an devgirêdanekê ji pîrika min re çêbike. Bavê min jî xwe avêtibû hewara Şêx Efîfê mala "Bavê Lak", da ku çareyekê ji vê zora diya xwe ya har re bibîne û bavê xwe ji vî halî derxîne. Lê di rastiyê de li şûna ku nivişta Şêx Efîf devê Fatê li ber mêrê wê bigre, ew xerabtir kiribû. Sofî Mehmûd bi yek hevokê rewş ji kurê xwe yê mezin re ragihandibû: 

- Kekê, Fatê ji berê hartir bûye.

Gava min di derbarê vê encamê de Şêx Efîf agahdar kir, bi dengekî bilind keniya û behsa wê yekê kir ku bavê min bi zorê nivişt pê daye çêkirin û ew ji çêkirina niviştan heznake û dibe ku sedema qutbûna bavê min ji serdana hucreya wî ev be. Di sala 1991ê de yekemîn pirtûka min "Mêrê avis" derket û pê re jî pevçûnên di navbera min û kesên ku xwe di çîrokan de dîtibûn û digotin ku ev çîrok li ser wan hatine nivîsandin, destpêkiribûn. Ji hêlekê ve mesele kete nav destên polîsên Amûdê û ji hêla din ve jî gefxwarinên lêxistin û kuştinê ji hêla mirîdên Şêxê Xeznewî ji Tilmarûf ji min re hatin. Wan jî wisa digot ku çar çîrok li ser sofî û mirîdên Şêxê Xeznewî hatine nivîsandin û di pirtûkê de heqaretên mezin li şêxê mezin hatine kirin û pirtûk tije wêneyên jinên tazî ye. Min jî destpêkê guh neda van gefxwarinan, lê bi demê re hat xuyakirin ku mesele ciddî ye û komek kes li pey cihbicihkirina van gefxwarinane. Yê ku ez ji vê bobelatê rizgar kirim dîsa Şêx Efîfê Huseynî bû. Piştî çend rojan ji min re her tişt got. Ji ber ku ew kesayetiyeke naskirî û cihê baweriya wan bû, ji Tilmarûf Şêx S... li gel heft heyşt mirîd û sofiyên rihdirêj hatibûn Amûdê û li navnîşana min dipirsîn û ji bo bidestxistina navnîşanê berî her deverê, çûbûn hucreya Şêx Efîf:

- Digotin emê dersekê di edeb û rêzgirtina ji pîroziyên me re bidin wî. Wî kitêbek tije sûretên tazî li ser Şêxê me derxistiye. Gava min ji wan pirsî; we kitêb xwendiye, gotin na. Min kitêb ji wan re danî ser masê û min ji wan re got; ha vaye kitêb, tiştekî wilo tuneye. Vî xortî kirinên hin sofiyan rexne kirine û eger hûn bixwazin kesek tiştekî xerab li ser we nebêje, karê xerab nekin, wê her kes pesnê we bide. Ya din, ev kitêb edebî, wêjeyî ye û ne kitêbeke li ser olê ye û ne jî êrîşî ti olan kiriye. Eger pirsgirêkek hebe li cem we heye, hûn çima li vî xortî digerin?. Gava şêx S... qanih bû ku kitêb bi vî awayî ye mirîd û sofiyên xwe dan dû xwe û vegeriya Tilmarûf. Balkêş bû jî, ku kesekî ji wan nexwest ku kitêbê bixwîne, yan bi xwe re bibe. Tev ku min ji wan re ev pêşniyaz jî kiribû.

Wê rojê, Şêx Efîf, Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike, tirsa xwe ya li ser jiyana min, ya ji wan kesên ku naxwînin anî zimên. Wisa jî kêfxweş bû ku vê carê di dûrxistina tehluke û xetera li ser jiyana min de biserketibû. Nexasim ku pirtûkin din bi rê de bûn, pirtûkên ku bi çîrokên mîna hetîketiyê têne nîşandan, di civakeke wisa de ku ji dîtina rûyê xwe yê rastîn di neynikê de, ditirse. Civakeke wisa amadeye ku her gav rahêje kêrê û bide pey wî kesî, ewê ku neynikê li ber rûyê wê yê nexweşik hilgire.

.................

Soraniya vê nivîsê di rojnama "Kurdistana nû" ku li Silêmaniyê derdikeve, di roja 01.04.2014'an de hatiye weşandin.



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019