Silav li Geverê

Dîrok: Hêzîran 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 683

Silav li Geverê

 

 

Helîm Yûsiv

Kurd li ku bicivin, li ku biqîrin, li ku çi bixwazin ew mafdar in. Dîmenê jiyana kurdan ê giştî vê yekê nîşan dide. Hemû xwestekên wan rewa ne, ji ber ku her tişt ji wan hatiye stendin. Lê tu xwestek, tu daxwaz, tu qêrîn nikarin bigihîjin asta rewabûn û xweşikbûna vî mafî:
- Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin.
Gava ku bi hezaran mirov derkevin kolanan, li hev bicivin û bi yek dengî vî mafî bixwazin, ev maf ji asta xwestekeke teorîk û mirovayetî derbasî asteke bilindtir dibe. Ev maf êdî bi can û gewde dibe û bêhna jiyanê jê tê. Roja 10.06.2008'an kurdên xweşik li Geverê bejn û bala vî mafê xwe yê windayî xemilandin û danîn ber pencereya jiyanê. Anîn bîra me ku derfeta hatina bihareke geş bi ser zimanê me de êdî gengaz e. Nebe nebe mirov dikare zemîna hatina wê biharê amade bike. Wekî gelek kesan hêviya min jî ne di dewleta tirk de, ne jî di tu dewletên din de heye ku vê zemînê amade bike. Hêviya min di wê hêzê de ye ya ku li Geverê derkete pêş. Ew hêza rihî, ya giyanî ku heta niha beşekî mezin ji kurdan ew winda nekiriye.
Bê guman rola rêxistin, partî, dezgeh û derdorên ku li pişt vî karî bûn cihê rêzê ye, lê giringtirîn pirs di vê derbarê de ev e:
- Gelo mirov dikare van komcivînên wisa ji asta çalakiyeke siyasî bilind bike asta gavavêtineke fiîlî ber bi bidestxistina vî mafî ve?
- Çawa?
Eger mirov vê rastiya ku her kes dizane (Maf nayêne dan, maf têne stendin) bîne bîra xwe û ji wir dest pê bike, dikare gelek pêşniyaz derkevin holê. Yek ji wan dikare kampanyayek be.

 - Kampanya: mîlyon pirtûk ji bo mîlyon zarok î -

Mîlyon pirtûkên alfabêya kurdî, yên fêrkirinê, bêne çapkirin û di van komcivînên wiha de li zarokên kurdan bêne belavkirin. Ne tenê di komcivîn û mitîngan de, belê dikarin li her deverê û di riya malbatan re jî ev pirtûk ji bo zarokan bê pere li çaraliyên bakurê kurdistanê bêne belavkirin. Derdorên cuda dikarin di nav bikaranîna vê kampanyayê de cih bigrin, ji TZPKurdî bigire, hetanî bi hemû rêxistinên sivîl, komele, enstîtu, rêxistinên çandî li hundir û li derveyî welêt, weşanxaneyên kurdan, nivîskarên kurd, şaredarî û hetanî bi piştgiriya partiyên siyasî yên kurdan û di serî de partiya civaka demokratîk.
Ez bawer dikim ev gavên wisa pratîkî dikarin wateyekê bidin vê keda ku ji bo van komcivînên mezin tê dan. Kampanyayeke wisa dikare bibe destpêk ji bo kurdiya nivîskî derbasî malên kurdan bibe û bigihîje ber destê zarokên kurd. Ji serboriyên berê jî xuya dike ku, tenê bi axaftinê ji kurdan bê xwestin ku li zimanê xwe xwedî derkevin, têr nake. Bi bîrxisineke pêwîst e û baş e, lê bi demê re, bê encam dimîne. Ji ber vê pêwîstî bi gavin pratîkî ku ji hêla kurdan ve bêne avêtin, heye.
Ne ku ez vê pêşniyazê wekî dermanê bi tenê yê vê birîna me ya giran nîşan didim, lê mebest jê balkişandina ber bi pêwîstiya pêkanîna hin projeyên girêdayî fêrkirina kurdiya nivîskî ye.
Ezê kêfxweş bibim ku derdor û dezgehên ku bi rastî zimanê me mîna rûmeta me dibînin dest bi pêkanîna projeyeke wisa bikin.
Lê tev her tiştî jî, berî her deverê, Geverê gotina xwe got û dilê me xweş kir. Dilxweşiyeke wisa ku hêjayî silav û rêzê ye.

helimyusiv@hotmail.com

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019