Sînorên wêjeya ewropayî

Dîrok: Gelarêzan 29, 2010, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 643

Sînorên wêjeya ewropayî

Di van her du peyvan de nakokiyeke berbiçav heye, wêje û sînor. Di destpêkê de, ez dixwazim ji cihê ku ez lê disekinim behsa van her du peyvan bikim. Ez li welatekî çêbûm ku bilêvkirina navê wî welatî sûc e, wisa jî li bajarokekî li ser sînorên du dewletên ecêb.
“ Sûriyê – Turkiyê.“ Sînor ji bo min, di dema zarotiyê de dihat wateya mirinê. Ji ber ku seranserê vî sînorê ku ez behs dikim bombe, mayîn, têlên rêsayî û leşkerên ku her gav ji bo kuştina mirovê ku nêzîkî wî sînorî bibe, amade bûn. Li derûdora me, wê çaxê, kê dixwest xwe intîhar bike, berê xwe dida sînor û nema vedigeriya.Wisa jî ev zimanê nivîskariya min li her du aliyên sînor heta niha qedexe ye û bi milyonên zarokên ku dê û bavên wan tenê bi vî zimanî dizanin, di dibistanan de, ji fêrbûna wî zimanî bê parin.
Bi peyveke din, sînorên kujer û wêjeyeke bi zimanê qedexe.
Ez, ew zarokê ku di nav sînorên kujer de û bi zimanekî qedexe wêje nivîsand, piştî sîh û sê salan, ji nişkê ve, min xwe li Ewrupaya sînorvekirî û di nav wêjeyeke pirreng û pirziman de dît.
çima min behsa van her du qonaxên cuda û jihevdûr yên jiyana xwe kir?
Sedem ew e ku, şîrovekirina vê mijarê„sînorên wêjeya ewrupayî“ û nirxamdina wê girêdayî wî cihî ye, yê ku mirov lê disekine. Heta ji min bê, ez ê vê dîtina xwe bi kurtayî  zelel bikim.
Ji hêla min ve, hetanî ku ez di nav wan sînorên asê de bûm, mijar wisa bi gewde dibû ku, li seranserê cîhanê wêje heye û tiştekî ku dişibe wêjeyê, lê ne wêje ye, heye. Mirov nikare wêjeyê bi sînorê parzemînekê an dewletekê an welatekî bi sînor bike. Ji ber ku wêje bêsînore û diyardeyeke mirovahiyê û gera wê ya li xweşikbûnê ye.
Dema wêje bû sedem ku ez ji nav wan sînorên asê derkevim û li Ewrupayê weku nivîskarê zimanekî „ne ewrupayî“ bijîm, wê nerîna mina ku min ji cihê qedexekirinê û tunebûna azadiyê û oksejîna jiyanê, bi xwe re anîbû, hêdî hêdî cihê xwe da nerîneke cuda û careke din sînor derketin pêşberî min, lê bi awayekî din.
Vê carê sînor ne ji mayîn û leşkeran, lê ji çend tiştên ku di nav hevdene pêk dihatin, ji wan ez ê tenê diduyan bihejmêrim:
- Siyaset
Statuya siyasî ya milet û welatê ku nivîskar jê tê, rola xwe di nirxandin û balkişandina derdorên wêjeyê jî de dilîze.
Nivîskarekî  zimanekî ewrupayî, yan jî emerîkî, ku welatê wî di siyasetê û berjewendiyên aborî de giring e, bi her awayî ji nivîskarekî  Kurd ku bê dewlete û rola miletê wî di siyasetê û pêkanîna berjewendiyên aborî de nîne, balkêştir e.

- Ziman
Li her dewleteke ewrupayî, bi her awayî, wêjeya ku bi zimanê wê dewletê tê nivîsandin, lê xwedî derdikevin. Ji destnîşankirina xelatan diyare ku yan divê nivîskar bi xwe hemwelatiyê wî welatî be û bi wî zimanî binîvisîne, yan jî eger biyanî be, divê nivîskarê wî zimanî be. Bi vî awayî pîvanên xelatdayînê û nirxandinê jî, di qada wêjeyê de, têne danîn.

Bi gotineke din, pîvanên hunerî û wêjeyî, bi wê wateya ku wêje diyardeyeke mirovayetiyê  û gera li xweşikbûnê  be, tê paşguhkirin.

Ez vegerim bajarokê xwe yê li ser sînor û salên ku min li wir bi xwendina wêjeya ewrupayî re derbaskirin. Ewrupaya van du sed salên dawiyê hem romana nû, hem jî çîroka nûjen gihande derveyî sînorên xwe yên cografîk. Lê pêdiviya Ewrupayê bi dûrketina ji kompleksa „navendîbûnê“ heye. çawa jineke xweşik dil têkeve xwe û nema karibe ji kesekî din hez bike, rewşeke nêzîkî rewşa wê jinê îro li qada wêjeyê li Ewrupayê tê dîtin.Wisa jî pêdiviya bi vegera li pîvanên wêjeyê heye.

Ji lew re, sînorên wêjeya ewrupayî, eger hebin, cîhan e.

**

Ev nivîs di civîna Parlemana Nivîskaran a Ewrupayê de, li Stenbolê, di 25.11.2010'an de, di komisyona "Wêje û cografya" de hate pêşkêşkirin.

 

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019