Dîrok: Gulan 1, 2008, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 693
Yek ji daxwazên serokê Iraqê yê berê Seddam Hisên ew bû ku piştî çûna xwe Iraqeke ji kavilan li pey xwe bihêle. Eger mirov li rewşa Iraqê binêre, mirov bi hêsanî dibîne ku ew daxwaza wî pêk hatiye. Li başûrê Kurdistanê, wekî parçeyeke Iraqê, mirov çiqasî li wan kavilan li kolanan rast neyê, lê dîsa jî bi hesanî mirov dikare li kavilên mentelîte û zihniyeta Seddam di warê çapemenî û nivîskariyê de rast bê. Her çendî ew nameya ku 53 nivîskar û kesayetên ku bi soranî dinîvîsînin ji bo min ne cihê matmayînê be, lê dîsa jî mînakeke ji berdewamiya wê mentelîte û zihniyeta ku zêdeyî sîh û pênc salan bandora xwe li ser hiş û bîr û mejiyê van kesan kiriye. Bê guman, mafekî rewa ye eger ew bixwazin soranî ji bo xwe û herêmên ku ew lê dijîn ji Kurdistanê bikin standard, lê tirajediya mezin di nîvê duyem ji meselê de ye ku dixwazin ew zaravayên kurdî yên din bikin malê muzîxaneyan ku tenê ji bo çareserkirina seqetiyên zaravayê soranî bibin alîkar. Bi vê zihniyeta nexweş û Seddamî dixwazin zimanê Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran û Melayê Cezîrî li Kurdistanê qedexe û paşguh bikin. Hewildanên wisa bi alîkariya dewleta tirk ji destpêka sedsala çûyî de li Kurdistanê dibin, lê her car mane girêdayî bandora siyasetan. Tiştê nû di vê derbarê de ku ev dengê qirêj ji hêla helbestvan û nivîskarên soran de bilind dibe. Herdem di piratîkê de li herêmên soranîaxêv muameleya dijminan bi kurmanciyê re dibû û niha jî ev muamele berdewam e. Li Tirkiyê çawa ku kurmancî mîna zimanê gundiyan, zimanê ku nikare bibe zimanê nivîsandin û afirandinê, zimanê xelkên çiyayî ku divê ji holê bê rakirin û ji entîkxaneyan re bibe mal, li Silêmaniyê jî bi vî çavê biçûk li kurmanciyê tê nerîn. Wekî mînak, bi dehê caran şêrko Bêkes di hevpeyvînên xwe de gava pirsa edebiyata kurdî li Sûriyê jê dibe, tenê navên çend dostên xwe yên erebînivîs dizane û wan dibêje. Her wiha li Silêmaniyê jî eger ji bilî Selîm Berekatê erebînivîs yek ji nivîskarên kurd ji Sûryê nehatiye xelatkirin yan jî vexwendin.
Dema Qureyşiyan derbasbûye kaka:
Sosreta van rewşenbîr û nivîskarên mejîseqet ew e ku nikarin xwe ji derveyî mînaka ereb, faris yan jî tirkan bibînin. Gava ku qala biyaniyan dibe jî, wê qala wan derdorên Nazîst an jî Faşîst yên ku desthilatdariyên ereban di bin bandora wan de mabûn de, dikin. Mînaka zimanê erebî ji xwe re dikin nimûne ku zimanê Quranê hemû ereb kirine yekziman û ew zimanê Quranê jî bixwe devoka eşîra Qureyş bû. Ango devoka yek eşîrê li cem ereban bû standard û hemû ereb di riya wê re xwe mîna yek milet û yekziman dibînin. Evên soranîaxêv jî devoka herêma xwe, Silêmaniyê, didin beramberî devoka Qureyşiyan û dixwazin serbora ereban li ser kurdan jî kopî bikin. Li vir du xalên giring têne ji bîr kirin, yek jê kurd ne ereb in û taybetiya zarava û zimanê her miletekî ji yê din cuda ye. Ya din jî ew e ku zêdeyî hezar û çarsed salî di ser vê serboreya ereban re derbas bûye û dem jî wisa nîşan dide ku vê çareserkirinê ji ereban û zimanê wan re bi hezarên probleman bi xwe re anîne. Ji bilî çarçoveya olî ya vê meselê, tu Quranên kurdan jî bi soranî tune ne. Berevajî wê, hemû kilasîkên kurdan ên kevin bi kurmancî ne û temenê nivîsandina soranî nagihîje dused salî. Îca ev 53 kes, çawa dikarin zimanê me yê ku, bi kêmanî, ji çarsed salî de pê tê nivîsandin û heta roja îro hatiye, wê qedexe bikin û li şûna wê devok, lehce û zaravayên xwe bi cih bikin. Gelo ev ne daxwazeke sosret e?
Aliyên siyasî yên vê banga qirêj
Dema mirov li pirsgirêka zimanê kurdî li başûrê Kurdistanê dinêre, mirov eşkere dibîne ku serkêşiya soranîperestiyê Yekîtî Niştiman dike. Piraniya van 53’yan, eger em nebêjin hemû, di bin sîwana vê partiyê de mîna eskeran kar dikin. Têkiliya wan ji têkiliyeke rewşenbîrî bêhtir têkiliyeke eskeran bi birêveberiyê re ye. Ji ber ku piraniya kurdên başûrê Kurdistanê soranîaxêv in, ev yek dibe sedem ku her du partiyên sereke di mijara bicihkirina soraniyê û paşguhkirina kurmanciyê de têkevin pêşbaziyê. Ji bo qezencên partîtiyê û berjewendiyên rêxistinî hetanî bi birêveberiya Partiya Demokrat jî, ku gelek ji wan ne soranîaxêvin, bi soranî karê xwe dikin. Balkêş e ku di çapemeniyê de, di alavên ragihandinê de, hetanî bi kurmancîaxêvan, ji ber sedemên siyasî, bi soranî diaxivin. Ji bilî çend demên ku bi xelkên Behdînan re bin, ne serokwezîr û ne jî serokê herêmê bi kurmancî naaxivin, tev ku kurmancî zimanê wan e. Li vê derê redkirina hewildanên jiholêrakirina kurmanciyê ji hêla serokê herêma Kurdistanê ve cihê rêzê ye, lê ji ber berjewendiyên xwe yên partîtiyê yên teng gavên wêrek jî ji bo bicihkirina kurmanciyê li kêleka soraniyê nayêne avêtin. Ev jî cihê mixabiniyê ye.
Tiştê ku bala min kişand ew e ku, ez li çend nivîskar û rewşenbîrên duhokî yan jî zaxoyî rast hatim, wan ji min dixwest ku em (kurdên perçeyên din) têkilî vê mesela wan û ziman nebin, ew kurmanc in û ew bi xwe dixwazin tenê soranî bibe Standard. Balkêş bû ku hemû kesên ku ev yek digotin endam û alîgirên Yekîtî Niştiman bûn!
Çare çi ye:
Di baweriya min de ne ev 53 kes û ne jî 53 hezar eskerên wan ku hebin, dikarin kurmanciyê ji holê rakin. Wisa jî min nedîtiye ku yek rewşenbîr yan nivîskarê kurmanc doza standardkirina kurmanciyê û jiholêrakirina soraniyê kiriye. Eger tiştekî wisa bê gotin jî, emê li hember derkevin. Her du zarava, dikarin li kêleka hev û bi hev re li seranserê başûrê Kurdistanê bibin standard.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019