TAJIYÊN NÊÇÎRÊ

Dîrok: Hêzîran 21, 2013, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 726

TAJIYÊN NÊÇÎRÊ

Bi dorpêçkirina Efrînê re û bikaranîna hin çekdarên kurd re di çapemenî û alavên ragihandina erebî de, ku wan wekî (kurdên baş) nîşan didin, careke din ev meteloka kurdî ya ku ji sedên salan ve tê gotin hate bîra her kesî. Kurmê darê ne ji darê ba, dar xera nedibû. Ev çekdarên kurd bi du şêweyan di nav refên çekdarên ku li benda rijandina xwîna keç û xortên kurd in, têne birêvebirin. Hin ji wan bi serê xwe komên çekdar çêkirine û di bin sîwana Artêşa Azad de şer dikin, yekîneyên mîna Selahudîn, Yûsif Elezma, eniya islamî û vê dawiyê jî rêxistineke bi navê Komele li wan zêde bû. Şêweyê din jî ew e ku wekî kes di nav wan yekîne û kom û komikên çekdar de cih digrin û hemû bi hev re di nav hêzên dorpêçkirina Efrînê de cih digrin. Ev hêzên ku van çekdaran bi rê ve dibin, bi beşdarbûna wan tenê razî nabin, belê wan datînin ser xeta pêşî ji eniya şer û dema alavên çapemeniyê jî tên, berî wan çekdarên komên islamî û tundrew ev ên kurd derdixînin beramberî xelkê, çi ekranê televîzyonan bin, çi jî rojname û kovar bin û gotinên mîna ajantiya hêzên çekdar yên kurd ji bo rêjîmê ji xelkên ereb û yên Sûriyê re radigihînin. Bi vî awayî dixwazin ji aliyekî ve bibêjin ku ev şer ne li hemberî kurdan e ji ber ku kurd bixwe rêberiya vî şerî dikin û mîna tajiyên nêçîrê didin pêşiya komên çekdar û ji wan re rê vedikin. Ji aliyê din ve jî dema ku berxwedaneke mezin li hember vê dorpêçkirin û êrîşê bê kirin, wê ji her du aliyan ve kuştî kurd bin. Kar û barê van komên ku bi ellahûekber çalakiyên xwe dikin û bi ellahûekber çalakiyên xwe diqedînin, pir rehet û hesan dibe. Eger serkeftinek hebe, wê derbasî herêmên kurdan bibin û alên xwe yên reş ên ku bi laîlahaillallah xemilandîne li her deverê bilind bikin. Eger têkçûn û zirar hebe, dîsa jî wê ew têkçûn û zirar ne para wan, lê wê para kurdan be, çi yên li vî alî, çi yên li wî alî. Wekî ku kar û barê komên çekdarên islamî sivik dikin, wisa jî barê kurdan û tevgera wan a siyasî û çekdarî girantir û aloztir dikin. Aliyekî meselê ew e, ku çekdarên kurd yên her du aliyan tên hember hev û rengek ji rengê birakujiyê pêk tê. Tev ku aliyek jê bi awayekî eşkere cihê xwe di eniya dijminên (birayên) xwe de digre. Aliyê din jî ew e, ku zirareke mezin digihêje doza kurdên Rojava û pê re jî derzeke mezin dikeve têkiliyên kurd û erebên Sûriyê. Her çendî aliyek jê xwe wekî kurdên baş, niştimanperwer, sûrî û bi şoreşê re nîşan dide, lê dîsa jî ev kirasê xweşik dikare tenê ji hêla bêhiş û ehmeqan ve bê dîtin. Ya ji hemûyan xerabtir ew e, ku hinek partiyên kurd ku nakokiyên wan ên rêxistinî û siyasî bi hev re hene, ketine xefka piştgiriya van kom û komikên çekdar ku rasterast ji hêla islamiyên tundrew û hin paytextên ku tenê kurdan yan dijmin, yan jî ajan nasdikin, têne birêvebirin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku bi rastî jî hinek partî û rêxistinên siyasî yên kurdên rojava hene, ku yan alfabêya siyasetê nizanin, yan jî bi zanebûn cihê xwe di nav hêzên kujer û dijminên kurdan de digrin.

helimyusiv@hotmail.com


Ji Rûdaw (hejmar 203) hatiye girtin 

 

***

Nivîsa din a Helîm Yûsiv a li ser Efrînê:

- DORPÊÇKIRINA EFRÎNÊ

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019