Tirk û wêjeya kurdî û hatina Frankfurtê

Dîrok: Rezber 2, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 728

Tirk û wêjeya kurdî û hatina Frankfurtê


Her ku ez li nirxandinên nivîskarekî an rewşenbîrekî tirk li ser wêjeya kurdî rast têm, bi dehên pirsan bi hev re di serê min de diçin û tên. Ez li vê derê qala wan tirkan nakim, ewên ku naxwazin kurdan û ziman û wêjeya wan bibînin. Mebesta min tenê ewên ku xwedêgiravî xwedî helwesteke entelektuelî û demokrat in. Xwendina vê hevpeyvîna dawî bi Semîh Gumuş re (1)heman pirs bi min re çêkirin. Ez ê li ser çend xalên ku bi min ecêb hatin, rawestim.

Wêjeya kurdî di navbera Turkiyeyî û Sûriyeyîbûnê de:

Ji bo em ber xwe fireh nekin, ez ê Iraq û Îranê deynim aliyekî û tenê li ser wêjeya kurmancî ya Binxet û Serxetê rawestim. Pirsa yekem di vê çarçovê de ev e: Gelo bêyî naskirina rastiya miletekî û naskirina rastiya welatê wî, mirov dikare wêjeya wî miletî nas bike? Ez bi xwe di vê yekê de xwedî gumanim. Entelektuelên tirk dema ku tên û qala wêjeya kurdî  dikin, nikarin sînorê îdolojiya fermî ya dewleta xwe derbas bikin. Berê kurd tirkên çiyêbûn, pişt re gotin kurd hene lê zimanê wan tuneye, pişt re gotin, zimanê wan heye, lê ne zimanê wêjeyê ye. Niha jî dosya ku di kovara “Notos Oyku” de, li ser wêjeya kurdî hatiye amadekirin, xwe dispêre pirsek e mijokî: Gelo wêjeyeke kurdî li Tirkiyê heye yan na? Di baweriya min de, pirseke wisa dikare bibe berdewamiya mentelîteya vê zihniyeta  ku ev zêdeyî heştê salî ye ziman û wêjeya kurdî qedexe kiriye û herdem hewl daye ku wê ji holê rake. Tu carî nikare bibe sernivîseke baş ji bo pêşkêşkirina wêjeya kurdî ji xwendevanên tirk re.
Ya din, her çendî binavkirina welatê kurdan û qala perçebûna Kurdistanê ne bi dilê entelektuelên Sûriyê û Turkiyê be jî, lê bêyî gotina vê rastiyê mirov nikare qala rastiya wêjeya kurdî jî bike. Çima gelo?
Ez ê ji me -nivîskarên Binxetê- dest pê bikim. Em hemû çawa bi ser nivîsandina kurdî vebûn û em bûn xwedî berhemên wêjeyî? Çavkaniya nivîskariya me ya bi kurmancî û damezrandina wêjeya kurdî ya nûjen xwe dispêre keda kê? Bê guman Celadet Bedirxan û kovara Hawarê xwedî rola sereke ne di vî warî de. Ango bingeha wêjeya kurdî ya nûjen li rojava (Sûriyê) bi keda zimanzan û wêjevanên bakur (Tirkiyê) hate damezrandin. Yên mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Reşîdê Kurd, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Celadet û Kamîran Bedirxan hemû Serxetî, bakurî bûn (bi gotineke din, Tirkiyeyî bûn). Gelo mirov dikare bêyî van navan qala wêjeya kurdî ya nûjen li Sûriyê yan li Tirkiyê bike?Eger mirov xwe di ser van rastiyan re bavêje, mirov dikare Mehmed Uzun bike girîngtirîn û mezintirîn û gewretirîn navê wêjeyî û hema wêjeya miletekî berhemdar û zindî hemûyî di navê wî de bicivîne, çimkî ew nav li gor dilê me û îdolojiya dewleta me tevgeriyaye! Ne wilo tenê, belê qala afirandina zimanê kurdî yê wêjeyî bike ku li ser destê wî çêbûye û kurdan li pey vê derewê bişînin hetanî bi Frankfurtê û vê derewa mezin li wir bi tirkî nîqaş bikin. Her wisa Semîh Gumuş û entelektuelên din nikarin bêyî ku qala nivîskarên binxetî ( Sûriyeyî) bikin, bên û qala naskirina wêjeya kurdî bikin. Bi peyveke din, ew sînorên cografîk yên ku di navbera kurdan de hene, di wêjeya kurdî de tune ne. Ev ne silogan e û ne jî siyaset e. Ev rastiyek e wêjeya kurdî ya nûjen e.
Ya seyr ew dîtina Gumuş e ku, dewleta tirk nikare rolekê ne di pêşxistina wêjeya kurdî de ne jî di ya tirkî de bilîze. Dewleta ku ji dema damezrandina xwe de heta roja îro zimanê wêjeyekê qedexe kiribe û bi hemû îmkanên xwe zimanê wê wêjeyê qir bike, asîmîle bike û hewl bide ku ji holê rake, çawa tiştek jê neyê xwestin ji bo pêşdexistina wêjeya wî zimanî? Bi rastî mirov şaş û metel dimîne. Wisa xuyaye birêz Gumuş dixwaze herdem çend nivîskarên serhişk û reben ku li malên xwe, xwe hînî kurdî kirine, bên û hebûn yan tunebûna wêjeya kurdî di kovareke tirkî de nîqaş bikin, li derdora wî hebin û hew.. Wisa xuyaye ku wî ev rewş ecibandiye!. Ji bo pêşxistina wêjeya kurdî, nayê xwestin ku bi kêmanî dewleta tirk vî kabûsê qedexekirin û qirkirinê ji ser sînga zimanê wêjeya kurdî rake û derfeta jiyaneke normal bide vî zimanî û vê wêjeyê gelo ?.
Li Sûriyê jî heman mentelîte serdest e. Dema entelektuelekî ereb demokrat be, dikare Kurdistanê li Iraq, Îran û Tirkiyê nas bike, lê dema ku dor bê ser Sûriyê, dibe ku tenazul bike û kurdan nas bike, lê Kurdistan hebe jî  bela li derveyî Sûriyê be.
Ji bo zelelkirina mijarê ez ê qala serpêhatiyeke xwe bikim. Di dawiya sala 1991’ê de, şeveke helbestvanê sûrî yê navdar Fayiz Xedûr li cihê Yekîtiya Nivîskarên Ereb li Helebê çêbû. Di şevê de, di helbesta xwe ya bi navê “Barana reş” de êrîş bir ser kurdên başûr û ew wekî parsek û ajanên amerîkiyan bi nav kir. Ez û çend nivîskarên kurd ên din, me bi tundî ew rexne kir û em li dijî şoveniya di helbestê de derketin. Li derve çîroknivîsekî ereb, ji nifşê me, bi destê min girt û bi tehdîd got:
“Biner Iraq û me fêm kir, Tirkiye û me fêm kir, lê dema ku bû axa Sûriyê û we qala Kurdistanê kir, wê çaxê kêr digihîje hestî û em ê bên hember hev.”
Ev gotinên nivîskarekî Sûrî bûn ku niha li Sûriyê naskirî ye, ne gotinên polîsekî bûn. Ez ê bi vê mînakê li vir rawestim û herim mijara xwe ya din ku bi wê ve girêdayî ye.

Tirk bi yek zimanî, yek alê û yek rengî tên Frankfurtê

Pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê wê di 15 –19.10. 2008’an de çêbibe. Salê welatek wekî mêvanê rûmetê yê vê pêşangehê tê destnîşankirin. 2010’an de Arjentîn e, 2009’an Çîn e û îsal Tirkiye ye. Husên Duzen di gotara xwe de li ser hinek aliyên beşdarbûna Tirkiyeyê ya îsal di rawestiyaye (2). Ji hejmara mezin ya semîner, hevpeyvîn, şev û rojên xwendinê ku ji niha de destpêkirine, mirov dikare bi hêsanî nas bike ku bi amadekariyên mezin tirk beşdarî vê pêşangehê dibin. Mijarên wan jî ji rewşa wêjeya tirkî bigire hetanî rewşa muzîk û sînemaya tirkî, hetanî bi rewşa wergerê li cem wan û hetanî bi axaftinên li ser nivîskarên wan ên mirî mîna Ezîz Nesin û yên sax mîna Yeşar Kemal, wisa jî ji axaftina bi Orham Pamuk re bigire hetanî bi pêşkêşkirina portreyê Ataturk mijar cuda û dirêj dibin. Di nav vê tofana semîner û axaftinan de mirov tenê carekê li navê çend nivîskarên kurd rast tê, ku wê bi tirkî qala nivîskarekî xwe yê mirî bikin.
Beşdarbûna kurdan li gor agahiyên mirov dikare ji çavkaniyên pêşangehê bigire ev e. Her wisa di nav dora du sed weşanxaneyên Tirkiyeyê de dibe ku weşanxaneyek yan du weşanxaneyên kurdan (Lîs wekî mînak) hebin. Beşdarbûneke wiha jî ji sedî sed dijî parola beşdarbûna Tirkiyêye ku dibêje (Tirkiye bi hemû rengên xwe beşdar dibe). Ez bi xwe ne dijî beşdarbûna weşanxaneyên kurdan im. Ev pêşangeha girîng dikare bibe derfeteke baş ji bo weşanger û nivîskarên kurdan jî, dikarin bi xwe û berhemên xwe beşdar bibin û hem xwe û hem jî berhemên wêjeya xwe ya nû li kêleka tirkan pêşkêş bikin. Lê tiştê xuya dike, ku riya çûk jî li ber weşanger û nivîskarên kurd û li ber zimanê wan nehatiye vekirin. Ev dîtina min xwe dispêre programê pêşangehê. Wisa xuya dike ku nivîskarekî kurdînivîs bi tenê jî di nav wan 350 nivîskarên ku ji Tirkiyê wekî mêvan tên tune ye. Ji bilî Lal Laleş ku ew jî wekî weşanger beşdar dibe.

Çend têbînî li ser mijara semînerê bi tenê yê nivîskarên kurd:

Nûçeya li ser vî semînerî bi elmanî wisa tê dîtin:(3)
Gespräch über Mehmet Uzun
Diskussion
Mehmet Uzun
und sein Werk stehen im Mittelpunkt der Diskussion der Frage »Soll Kurdisç als Literaturspraçe etabliert werden?«. Es diskutieren Seyhmuz Diken, Muşin Kizilkaya und Mahmut Abdülsametoglu.

Kurdiya wê ev e:
“Danûstendin li ser  Mehmet Uzun
danûstendin
Mehmet Uzun û berhemên wî dibin mijara navendî ya danûstendina li ser vê pirsê ‘Gelo kurdî wekî zimanekî wêjeyî dikare bê rûniştandin?’ Yên ku vê mijarê nîqaş bikin Seyhmus Diken, Muhsin Kizilkaya û Mahmut Abdülsametoglu.(4)”
Her wisa zimanê danûstendinê tirkî û almanî ye.
Wisa xuyaye ku mijara semîner Mehmet Uzun e û ne wêjeya kurdî ye. Ji kerema xwe re hinekî bi min re di vê pirsa jorî de bifikirin. Zimanê kurdî di vê pirsê de çawa tê nirxandin?. Ez wisa tê digihîêjim, zimanê kurdî zimanekî wisa ye ku nebûye zimanê wêjeyê, lê dibe ku li ser destê rehmetiyê Mehmet Uzun bûbe zimanekî ku bi kêrî wêjeyê bê.
Mijara bi tenê ya ku wê tirkên me yên (baş) rê bidin kurdan ku, li Frankfurtê wê nîqaş bikin, ev e. Ez li vir naxwazim girîngî û negirîngî ya M. Uzun ji bo wêjeya kurdî nîqaş bikim. Ev nirxandin ji kesekî heta kesekî tê guhertin. Ji mafê her kesî ye, her nivîskarê ku ew bixwaze, mezin bibîne yan jî biçûk bibîne, lê pêşkêşkirina M.Uzun wekî afirînerê zimanê kurdî yê wêjeyî, mirov yekser dajo ber deriyê dewleta tirk û mentelîteya wê ya ku me di destpêkê de qal kiribû. Mesela ji tevdî girantir ew e ku ev mijar ne di nav dehên mijaran de, wê li ser wêjeya kurdî bê nîqaşkirin. Mesele ew e ku ev mijar bi tenê ye, ya ku li seranserê çalakî û rojên pêşangehê û yên berî wê û yên piştî wê, ku bûye para wêjeya kurdî û zimanê wê yê birîndar û qedexekirî.
Hêjayî gotinêye ku nûçeya li ser vî semînerî di hinek çavkaniyên din yên pêşangehê de, bi awayekî din e, lê naverok her ew e.(5)
Çend roj mane ji vebûna deriyên pêşangeha Frankfurtê re, lê heta niha hemû nîşanên ku hene didin xuyakirin ku, ne Tirkiyê, lê tirk bi rengê xwe yê herdem tên Frankfurtê. Wekî ku li Tirkiyeyê cih ji bo ziman û wêjeya kurdî nayê dîtin, wisa wê li Frankfurtê jî ew cih neyê dîtin.
Ez hêvî dikim ku rojên pêşangehê vê nirxandina min şaş derxînin.

***
(1) Hevpeyvîna Cemîl Oguz: http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=1225
(2) Husên Duzen (Netkurd, 27.09.08)
(3) Nûçe bi elmanî li vir tê dîtin: http://www.unionsverlag.com/info/events.asp
(4) Ez bawer dikim ev navê fermî yê helbestvan û weşngerê kurd Lal Laleş e.
(5) Nûçe bi elmanî ji çavkaniyên pêşangehê li vir tê dîtin: http://de.book-fair.com/fbf/programme/calendar_of_events/detail.aspx?a1850834-d682-44a4-9b98-1ff33a3bcb5c=e3a6afd2-53c9-4716-87f3-579375e24d16

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019