TRT 6 û dengê Îsraîl

Dîrok: Nîsan 14, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 666

TRT 6 û dengê Îsraîl

Di bermamberiya ku Husên Duzen di navbera TRT 6 û radyoya dengê Îsraîlê de kiribû (1), gelek raman û bîranîn li cem min şiyar kirin. Di vê nivîsê de ez ê hewil bidim vê mijarê hinekî din berfireh bikim.

Rewşenbîrên ereb û dengê Îsraîl ê bi erebî

Di salên heftê û heştêyan de, berî derketina televîzyonên satelît, li Sûriyê radyoya dengê Îsraîl, ji ber objektîfbûna wê, xwedêgiravî, yek ji wan radyoyên sereke bû ku li nûçeyên wê dihate guhdarîkirin. Wan salan her şev saet 19:30'yan li gor dema Sûriyê, bavê min geh ji birayê min ê mezin û geh ji min dixwest ku piştî nûçeyên radyoya "Montîkarlo" ez nûçeyên radyoya dengê Îsraîlê jê re ji erebî wergerînim zimanê wî, yê ku di hemû jiyana xwe de ew tenê dizanîbû "Kurmancî". Bi dehê salan e ku Îsraîl weşana bi zimanê erebî dike. Lê rojekê ji rojan min nedît û min ji yek rewşenbîrê ereb an filistînî nebihîstiye ku weşana radyo û televîzyonan ya ku Îsraîl bi erebî dike, wekî mafekî xwe bi nav bikin, yan jî ji ber ku bi erebî ye, naxwe divê ew xwedî lê derkevin. Tev ku her şev ji radyoya dengê Îsraîl xweştirîn dengên di cîhana ereb de, dengê Umkelsûm û Ebdulhelîm Hafiz bilind dibû, wisa jî qala helbestên erebî û helbestvanên ereb dibû, lê min nebihîst û min nedît ku helbestvan an rewşenbîrekî ereb yan fîlistînî rojekê ji rojan bûbû mêvanê vê radyoyê yan jî ji ber ku bi erebî ye pesnê wê daye û ew wekî radyoya xwe dîtiye. Her dem, ji hêla her rewşenbîrekî yan siyasetmedarekî ereb ve, ew wekî dengê "dijmin" dihate binavkirin.

Rewşenbîrên kurd û TRT 6 a bi kurdî

Ji bo kurdî salên şêstî, heftêyî û heştêyî, ji bilî radyoya Êrîvanê, tenê radyo û çend saetên weşana bi kurdî yên rêjîma Iraqê dabûn "Cehşikên xwe" dengê kurdî ji tu deveran nedihat. Di demeke wiha de, dibe ku mirov bi awayekî erênî li wan gavên ku rêjîma Bexdayê avêtibûn binêre, lê di demekê de ku bi dehan televîzyonên satelît yên kurdan hene, dewleta Tirk, di bin navê pirzimaniyê de, dest bi weşana bi kurdî kiriye û di kanaleke fermî ya dewletê de "TRT".
Dema mirov li helwesta hinek rewşenbîrên kurdên bakur û bi taybetî nivîskarên kurd ên li Swêdê binêre û bide ber helwesta wan rewşenbîr û nivîskarên fîlistînî, mirov digihîje encamin seyr.
Piraniya van nivîskarên cihê gotinê bi çavekî erênî li vê kenala dewleta Tirk dinêrin û hema yek ji vir û yek ji wir, hinek çûn li kar geriyan û hinek çûn bûn mêvanên vî kenalê "derveyî qanûnên dewleta Tirkiyeyê" û "ji ber ku bi kurdî ye" wekî kanala xwe û wekî "mafekî" xwe dîtin û bi her awayî lê xwedî derketin û heta roja îro ev filmê reş û spî hîna berdewam dike.
Bi rastî, ev helwesta ku ji bo min seyr û ecêb tê, gumanên mezin bi min re çêkirin û ez vegerandim pirsên di vê astê de: "Gelo rewşenbîriya kurdî heye? Gelo rewşenbîrên kurd hene?" Ji ber ku ev helwesta ku li ser cihêkirina vê kanalê ji xwediyê wê "dewleta tirk", tê avakirin, bi tu awayî nikare bibe helwesteke rewşenbîrî, nexasim ku xwediyê wê "dewlet" zimanê kurdî nas nake û rojane kurdan dikuje û miletê ku bi wî zimanî diaxive wekî ku milet nabîne!. Yan jî, min bixwe rewşenbîrên ew qasî sade li tu deverên dinyayê nedîtine.
Eger em aliyê rewşenbîrî paşguh bikin, mirov bi hesanî digihîje wê encamê ku hestên neteweyî li cem nivîskarên mijara gotinê qels e û bi temamî ji -bi gotina kurdên bakur- "girûra neteweyî" bê par in. Yana wê çawa mirov li kanaleke dewleteke ku dijminayiya neteweya mirov dike, xwedî derkeve?
Vê pêla "sade" hetanî bi kesên mîna Sînemxan Bedirxan (2) li ber xwe bir ku "feqîrkê" bi vekirina TRT 6 dihat ku ji kêfan re bifire, tenê ji ber ku bi kurdî ye. Bê guman, ev helwesta "pepûkî" ku bêhna perîşaniyeke neteweyî, ramanî, rewşenbîrî û siyasî jê tê, wê bibe sedem ku hestiyên mîrê Kurdistanê "Celadet" pê biêşin, naxasim her gava ku di TRT 6'ê de li şûna navê Kurdistanê "Guney Dogu" bê bikaranîn.

Pirensîbên hinek nivîskarên kurd

Ji sala 2000'î û vir de, ez bernameya "Gava sêyemîn" ji bo televîzyonên kurdî çêdikim ku niha jî di Roj TV de tê weşandin. Ji ber ku bername li ser wêje û edebiyata kurdî ye, min hema hema hemû nivîskarên kurd ên li derveyî welêt vexwendî vê bernamê kirine. Hejmarek ji nivîskarên kurd li Swêdê, ji ber ku bername di televîzyonekê de tê çêkirin ku ew televîzyon bi ser aliyekî ve ye, ew nedihatin vê bernameya wêjeyî û prensîbên wan rê nedidan ku herin televîzyonekê ku bi ser partiyeke kurd ve ye.
Heta vir û heta tişt tê fêmkirin. Lê tiştê ku ji hêla min de nayê fêmkirin ew e ku ev nivîskarên xwedî pirensîb niha bi rûyê geş û bi wijdanekî rehet dibin mêvanê TRT 6'ê û xwe mîna pêlewanên Sêrkên zarokan di ser peyva Kurdistanê re diqevêzin, wekî ku ev televîzyon ya eşîr û malbata wan be, ne ya dewleteke dagîrker be. Wekî ku dewleta Tirk ne "aliyek" be.
Tenê ez meqea vê yekê dikim, dema ew ji Swêdê bi rê dikevin û ber bi TRT 6'a xwe de difirin, ew pirensîbên xwe yên ku qal dikirin, li ku derê dihêlin? Yan jî mirov dikare wisa birame ku ev nivîskarên kurd dewleta tirk ji hêzeke kurdan bêhtir nêzîkî xwe dibînin. Eger mesele bi vî rengî be beramberiya di navbera Kurdistan û Filistînê, yan jî di navbera kurd û fîlistîniyan de bi temamî, wekî ku xwediyê TRT 6, Abdullah Gul dibêje, wê ne rast be. 

***
1- Netkurd
2- Rojevakurd

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019