Vaye şar û vaye mişar

Dîrok: Befranbar 19, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 721

Vaye şar û vaye mişar


Min di nivîsa xwe ya derbasbûyî de bi ti awayî peyva (diziyê) bi kar neanî bû, lê tev wilo jî ew beramberiya ku min kiribû di hin deveran de - wekî malpera Amûdê - wek e (dizî) hate bikaranîn. Min hinek mesafet xiste nav vê peyvê û nivîsa xwe de, ji ber taybetiya edebiyatê û pirrengiya şêweyên ku tekstên edebî bandorê li hevdu dikin û ji hevdu dibin. Lê, ji ber ku romana mijara gotinê " Ez ê yekî bikujim" hemû sînorên lihevbandorkirina tekstan derbas kiribû, min xwest, ji tawanbarkirinê bêhtir, ez rastiyekê ragihînim. Lê, bersiva Firat Cewerî, qurretî û sixêfên wî metelokek e tiraje-komedî anî bîra min: " Eger tu ne diz bî, destê te di bêrîka min de, çi dike?" 
Her wiha, peyva din (idîa) ku di malpera Kuturnamê de, hate bikaranîn bala min kişand. Ev peyvek e erebî ye û tê wate ya ku tiştek nebûbe û mirov bibêje, bûye. Ev jî bi min hinekî ecêb hat, ji ber ku min ji her du berheman, ji çîrokê û ji romanê, reqem û hejmarên rûpelan dabû û her tişt li holê ye. Anku, mirov bi hesanî dikare vegere her du pirtûkan û binere ka ev (idîa) e, wek e ku Kulturname dibêje, yan jî rastiyek e destnîşankirî ye.

Nexwendina çîrokê û navdarî:

Firat Cewerî di bersiva xwe de dibêje, wî ev çîrok nexwendiye.
Baş e. Ev çîrok di sala 2002’yan de, di malpereke kurdî de (malpera Amûdê) belav bû û di sala 2003’yan de di pirtûka "Memê bê Zîn" de belav bû. Ev pirtûk ji eynî weşanxaneya ku "Ez ê yekî bikujim" derketiye.
Ev jî tê wê wateyê ku, camêr (Ev peyv, wî di bersiva xwe de bikar aniye) malperên kurdî naxwîne û pirtûkên kurdî ku ji weşanxaneya ku pirtûka wî derxistiye jî, naxwîne. Û bi ser de xwe wekî kesekî ku sih salên xwe bi edebiyatê re derbaskiribe pêşkêş dike. Ev mesele çawa ji nav hev derdikeve gelo?
Cewerî navê min hilnade, li şûna navê min peyva (camêr) bikar tîne. Min wekî neyarekî nîşan dide ku, kesên mîna min berê jî bi navên dizî û sexte, ji ber ku ji navdariya wî acizin, nivîs dijî wî belavkirine û camêr nakeve polemîkan!
Kekê Firat,
bi serê te, ez ne ji te û ne jî ji navdariya te aciz im, navdariya te li te pîroz be, lê bi keda xwe mirov bibe navdar çêtir e ku bi xêra berhemên camêran be. Min bi navên dizî û sexte dijminayiya te nekiriye. Vaye ez bi navê xwe li ber te û li ber xwendevanan sedemên nivîsandina wê nirxandina xwe rêz dikim û hejmarên rûpelên ku te ji naveroka çîroka min birine û te bi awayekî, di romana xwe de bikar anîne, destnîşan dikim.
Tiştê ez jê aciz ew e ku, kesek bê destê xwe deyne ser keda kesekî din û wê kedê bike ya xwe. Ez ji wê yekê aciz im ku, ji hinekan weye ku, di meydana nivîsandina kurdî de dikarin her tiştî bikin û her tişt bê hesab ji wan re here serî û wisa bê deng derbas bibe. Ez ji wê yekê aciz im ku, berî te jî ciwamêr in hebûn ku, navê romanên xelkê û keda wan dizîn û ji wan re ma û niha jî ew berhem ne bi navê xwediyên xwe têne naskirin. Ez ji wê aciz im ku, dinyaya kurdan ew qasî bi mijaran tije û dewlend e û tev wilo jî nivîskarek tê, ji ber ku kurdî bê xwedî ye, bê rexnegir e, dest davêje mijar û şêwe û awayê nivîskarekî din û dike milkê xwe..

Vaye şar û vaye mişar:

F. Cewerî qala sih salên xwe dike û qala Nûdem û jiyanan dike.
Eger te sed sal jî di mijûlbûna bi edebiyatê re derbas kiribin û te deh kovarên bi navên cuda derxistibin, dîsa jî ev yek tiştekî ji wê rastiya min destnîşan kiriye naguherîne. Di nivîsandina romanê de, ne sih sal, belê sê salên te çêbûne. Romana yekem 2005 û ev romana te ya diduyan e 2008. Cudayiyeke mezin di navbera kovarvaniyê û afirandina romanan de heye. Min qala jiyanan û kesan nekiriye. Ez qala tekstekî edebî dikim ku te ew tekst biriye û ji xwe re kiriye mal.
Camêr dibêje ku (ez jî jiyanan dinivîsînim...., êş û azarên wan, kêfxweşî û dilşahiyên wan, têkçûn û biserketinên wan, tirs û mêrxasiyên wan, hezkirin û xapandinên wan… Ev hemû mişterek in, tiştên mirovîn in, ji bo hemû mirovan derbas dibe, li her derê dinyayê yek in)
Dibe ku ev tiştên ku tu dihejmêrî mişterek bin, lê awayê derbirînê, form û şêweyê nivîskaran têne guhertin û du nivîskar li ser eynî êşê, eynî karekterî bi du şêweyên cuda dinîvisînin. Yana wê hemû nivîskarên cîhanê wekî hev binîvisînin.

Ew qas tesaduf di yek berhemê de, nabe:

Camêr dibêje: “Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ku aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ku haya me jê nîn e.”
Bi dehan berhemên wêjeyî, di riya tesadufê re, dişibin hev û carina jî bûyer yan jî karekter yan jî wêne yan jî...dibe ku wekî hev bêne nivîsandin. Mirov her dem li tiştên wilo rast tê, lê gava ku di navbera çîrokekê ji yazdeh rûpelan de û heştê rûpelên destpêkê yên romanekê de bi dehên caran "tesaduf" heb in û hem destpêk, hem orte û hem jî dawiya wan wekî hev bin, ev çawa dikare bibe tesaduf, Xwedê zane?
Eger mesele bi çend tesadufên wisa bi sînor bimaya, ji xwe min ew nivîs qet belav nedikir. Lê mesele ji tesadufan bi wêdetir e û ne mimkûn e ew qas tesaduf di navbera du berheman de bêne dîtin. Her xwendevanekî kurdî dikare beramberiyeke wisa bike û bi hesanî bigihîje hin encaman.

Asta peyvên mirov asta mirov bi xwe destnîşan dike:

Firat Cewerî li şûna ku bersiveke maqûl bide wan tesbîtan, yên ku di wê beramberiya ku min kiribû de, hatibûn bicihkirin, dest bi dijûn û êrîşan dike. Vê şîroveya min wekî "zikreşî" - "dexsî" -"neyar" û " min wekî "Gurî" yê ku dizî kiribe û xeynî xwe bi diziyê tawanbar bike, nîşan dide. Û dibêje romana min a "Gava ku masî tî dibin" ji "Navê min sor e"  ya Orhan Pamuk hatiye wergirtin.
Li vir, çend xalên hêjayî gotinê ne, hene. Min di nivîsa xwe de, baweriya xwe, bi delîl û bi hejmar, nivîsandiye. Anku, min li gor xwendina xwe, rastiyek eşkere kiriye. Ez ji derveyî beramberiya her du tekstan û bicihkirina hinek rastiyan derneketime û bi tu awayî ez nêzîkî meseleyên şexsî nebûme û naxwazim bibim jî. Lê biçûkxistina mijarê û zivirandina meseleyê ber bi tiştên şexsî ve ku, wekî zikreşî û dexesiyê û aciziya ji navdariya ciwamêr tê binavkirin, ev hemû signalên asta mirov in. Camêr mesele wiha kiriye wekî ku  - maşele - kesekî navdar e, Xwedê wî ji çavên dexesan bistirîne, min li cadê ew dîtiye û min çûye bela xwe tê daye. Ev jî awayeke ji awayên reva ji pejirandina rastiyê.
Eger romana min ji romana Orhan Pamuk hatibe girtin, tu çima heta niha bêdeng bûyî?. Tu çima li benda vê nivîsa min mayî, hetanî ku tu vê keşfa xwe ya "mucîze" û bê delîl ji me re dibêjî.?
Eger tiştekî wilo hebe, kerem bike, wekî mêran li pey vê mucîza xwe bisekine û isbat bike. Tuyê çima bimînî li benda rexnegiran?. Eger rexnegirên cidî hebûna, tu yê karibî bi vî awayî dest deynî ser çîroka min û wekî roman ji xwe re pêşkêşî xwendevanên kurdî bikî?
Eger rexnegirên cidî û bi ast di kurdî de hebûna, wê xwediyê wê nivîsa beramberiyê ne ez ba ma. Lê ji ber tunebûna tevgereke rexneyî, qada nivîsandina kurdî jî dibe cihê qursan û balonên ji hewayê.

Gotina dawî:

Eger rexnegirên berhemên kurdî hebin, wa ye min çavkaniya beşa yekem ji romana "Ez ê yekî bikujim" destnîşan kir. Divê ew jî li ser çavkaniya beşa diduyan ji "Ez ê yekî bikujim" jî rawestin û bidin ber van her du beşan (Biyanî.r130 û Mirin.r.343) ji romana "Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê" ya Mehmed Uzun. Û binêrin çawa di her du romanan de nivîskarekî kurd ji Swêdê tê û dibe mêvanê bajarekî kurdan û li wê derê kesa sereke ya romanê nas dike. Ev mijar jî bi hewceyî lêkolîneke berfirehtir e.

helimyusiv@hotmail.com


***

Nivîsa din a Helîm Yûsiv a li ser romana Firat Cewerî: Ramana "Ez ê yekî bikujim" ji çîrokeke min hatiye girtin

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019