Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Dîrok: Hêzîran 19, 2010, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 2229

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexsî re tune ye. Di vê nivîsê de, ji bo parastina asta danûstendinê, ez mafê xwe yê xweparastina dijî êrîşa şexsî ya di bersivdana Bavê Nazê de, dijî min hate kirin, bikar naynim. Ez wan peyvên giran û nexweş ku tenê dikarin mirovan bêşînin dispêrim rêzgirtina ji temenê Bavê Nazê re û ji keda wî ya mezin ya di warê wêjeya kurdî de. Tev ku beşek ji nivîsa min ku ne li ser wî bû, ew şaş hatibû fêmkirin. Lê, dîsa jî, ji bo dirêj nekim, ez naxwazim, di vî aliyî de, têkevim şîroveyin din. Em bên ser dîtin û ramanên cihê gengeşiyê.

Wêjeya cîhanî

Peyva wêjeya cîhanî (Weltliteratur) cara yekem ji hêla helbestvan, wergêr û weşangerê alman Christoph Martin Wieland (1733-1813) ve hate bikaranîn û di 1827’an de ji hêla Johann Wolfgang von Goethe, ( 1749-1832) ve, bi vê wateya ku niha tê naskirin, wekî wêjeya ku sînorên neteweyekê derbas dike û dibe malê cîhanê bi tevayî, bi gewde bû.
Dema ku Goethe behsa avakirina têgeha wêjeya cîhanî kir, welatê wî, di nava çend herêm û eyaletên biçûk de, parçekirî bû. Welatek bi navê Almanyayê tune bû. Ew bi xwe hemwelatiyê welatê Weimar bû ku vê dawiyê, piştî yekîtiya bi herêmin din re, bi navê Almanyaya federal hate naskirin. Di wê demê de, li kêleka welatê Goethe, bi her awayî serdestî ya frensiyan belav bibû. Ji Şoreşa Frensî ya 14’ê Tîrmeha 1789’an bigre hetanî bi avakirina komarê 21.1.1793, hetanî bi hatina Napolyon 9’ê rezbera 1799’an û her wisa...
Bi vê hewildana xwe ya damezrandina “wêjeya cîhanî” dixwest, li hember frensiyan, deriyê “cîhanîbûnê” li ber wêjeya almanî veke û bi awayekî ku di vê wêjeyê de aliyê neteweyî û yê mirovahî-navneteweyî bîne cem hev.
Anku hewildana damezrandina wêjeya cîhanî, ji bilî nûjenkirina wêjeyê, xwe sipartibû armancên “siyasî” jî. Vê yekê û li pey wê jî Xelata Nobelê, wekî yek ji kilîtên vekirina deriyê cîhanîbûna li ber wêjeyê, bûn cihê rexnekirina gelek lêkolîner û xemxurên wêjeya resen li seranserê cîhanê. Wekî mînak, mirov dikare Adward Said û nirxandin û şîroveyên wî yên di pirtûka wî ya “Çand û Empeyalîzm”ê de, bi bîr bîne, ku çawa gelek ji van romanên wêjeya cîhanî, ji bilî aliyê xwe yê wêjeyî, bi nerîn û ramanên xwediyên pilanên emperyalîst ve dibin yek. Wisa jî “maskeya wêjeya cîhanî” li wan romanên ku “ew” dixwazin dikin û yên ku dijî “raman û fikrên” wan li kêlekê dimînin.
Ev nayê wê wateyê ku hemû romanên wêjeya “cîhanî” encama vê lîstika “xwediyên biryaran” bûn, jê bêhtir ev balkişandinek bû ber bi palpişta siyasî ya têgeha “wêjeya cîhanî” ve.
Bi herikandina demê re, wekî mînak, berhemên nivîskarên mîna  William Shakespearê îngilîz (1564 -1616 ) û Miguel de Cervantes ê spanî (1547-1616 ) bûn berhemên wêjeya cîhanî û heta roja îro berhemên Melayê Cizîrî yê kurd (1570  - 1640) û Feqiyê Teyran (1590 – 1660)  ku di heman demê de jiyane, wisa jî berhemên Ehmedê Xanî (1651-1707) nebûne ji berhemên vê “wêjeya cîhanî”. Hemû dinya Romeo û Juliet wekî “destaneke” evînê ji wêjeya cîhanî nas dike, lê li dinyayê, ji bilî kurdan û çend dostên wan yên di nav miletên din de, kî dizane ku di wêjeyê de “destaneke” evînê ya nirxbilind bi navê Mem û Zîn heye?
Gelo sedema neketina berhemên van kilasîkên me nav “wêjeya cîhanî” ya kilasîk de, xwe dispêre çi?
Sedem ew e ku ev berhemên kurdî ne di asta wêjeya cîhanî de ne, yan jî sedemin din hene?
Ez vê pirsê, wisa vekirî dihêlim.
Wekî ku ji wê kurte-pêşgotina li ser wêjeya cîhanî diyar e, ev têgeheke nû ye û “navendek” heye ku vê wêjeyê bi me dide naskirin û pejirandin. Bi gotineke din, dema Mem û Zîna Xanî hebû ev têgeh tune bû, wisa jî Romeo û Julieta Shakespeare, yan jî Donkîşota Cervantes. Lê, çima vê dawiyê  Donkîşot û Romeo û Juliet bûn wêjeya cîhanî û Mem û Zîn nebû?
Em ê vê pirsê ji xwe bikin û derbasî dema me ya niha bibin.

“Felsefekirin”a hebûn û nebûna romana kurdî

Di bersiva xwe ya bi hêrs de, (1) mala wî ava, Bavê Nazê gavek bi paş de avêtiye û li şûna ku “Romana kurdî tune ye”, vê carê dibêje: “Romana kurdî wekî diyarde tune ye”. Bê guman, di navbera van her du hevokan de cudayiyeke mezin û bingehîn heye. Vê dîtina xwe diparêze wekî ku cara berî vê jî “wekî diyarde” bikaranîbe û her duyan dike “rastî”ya ku, xwedêgiravî bi me tahl e. Di şîrovekirina peyva “diyarde” de, geh berê xwe dide beyaban û çiyayan, geh berê xwe dide pisîka Wanê û geh jî behsa coreyên tirumpêlan dike, da ku wê “rastî”ya ku ew pê bawer dike, bi me jî bide pejirandin. Vê carê dibêje; ku wî gotiye romana erebî û ya tirkî jî tune ye. Baş e, naxwe romana kê heye?
Gelo romana almanî wekî diyarde heye yan tune ye û cudayiya di navbera romana almanî û ya îngilîzî û ya belçîkî û frensî de, ji bilî ziman, çi ye?
Eger cudayî ziman be, ev ji bo ya kurdî jî derbas dibe. Eger cudayî taybetiya mijaran û naverokê be, yan jî karekterê kesên sereke be, ev ji bo ya kurdî jî derbas dibe. Naxwe ev “diyarde”ya ku li deverin din heye, bêyî ku wan deveran bi nav bike û li cem kurdan tune ye, ji bilî taybetiyan, çi ye gelo? Ew “Hizir” û “Hest”ên ku Bavê Nazê behsa wan dike û bi awayê ku ew dibêje di berhemên kurdî de tune ne gelo?
Her wiha vê pirsê dike:
“Heger roman di wêjeya me de, bûye diyarde, gereke taybetiyên xwe hebin û ne laseyekirin be ji edeba cîhanê re. Helîm Yûsiv ji min re bibêje kîjan roman di wêjeya kurdî de, ne di bin kartêkirina wêjeya cîhanê de, hatiye nivîsîn?”.
Ji bo wan taybetiyên ku Bavê Nazê li wan dipirse, min di Diyarnamê de, li ser pênc xelekan, li gor dîtina xwe, behsa taybetiyên her qonaxekê ji qonaxên ku romana kurdî ji destpêkê heta niha têre derbasbûye, kiriye. Eger dema wî hebe, dikare vegere wan nivîsan.(2)
Ma kîjan roman, ne li Kurdistanê, li seranserê cîhanê, ne di bin kartêkirina wêjeya cîhanê de hatiye nivîsandin, heta ya kurdî dûrî wê kartêkirinê be?. Ya din, jixwe hemû roman ne di yekastê de ne û wê awayê kartêkirinê jî, yê romanekê ji ya din cuda be. Bi ya min ya normal jî ev e. Tiştê ne normal ew e ku nivîskarên kurd romanên ji pêvajoya romana cîhanê dûr û dûrî kartêkirina wê binîvisînin.
Piştî ku şîroveyên xwe dike, behsa “taybetî û rewiştên romanê” dike:

“...Qehreman dibe xwedî karekterê taybet û dihêle ne tenê ew bibe qehremanê romanê, her wiha jî, dibe sembola demê û heya netewê jî...”
Ev peyvên ku Bavê Nazê li ser qehremanê romana ku li ba wî ew tenê romane, dibêje; mirov vedigerînin dema şerê sar û ber bi heyamên “reyalîzma sosyalîst”a rehehmetîbûyî ve.
Bi vî awayî, pirsên xwe dewam dike:
“Aya, ji wan navên ku Helîm Yûsiv rêzkirine wekî nimûne, piştî sed salî, wê çend nav ji wan di dîroka edeba me de bimînin?
Aya ewê sînorê welatê me derbas bikin û dê bibin ji kilasîkên cîhanê?”
Bi kurtayî be jî ez dixwazim bersiva van her du pirsan bidim.
Ew navên ku min rêzkirine, beşekin ji hemû navên ku di nivîsa mina “nifşê bêjî” de derbas dibin. Ji wan navan, wekî ku ji dîroka romana her zimanî xuyanî dibe, wê hindik bimînin û wê piraniya wan bêne jibîrkirin. Li cem miletên din wisa ye, dîrok wisa ye, wê li cem kurdan jî heman tişt be. Ew nav kî ne, ne ez û ne tu, wê dem û dewran wan destnîşan bike.

Li ser pirsa diduyan:
Dema ew berhem nikaribin sînorê welatê me derbas bikin û nebin kilasîkên cîhanê, ev nayê wê wateyê ku ev berhem hemû qels û sexte û biçûk û bê ast in. Mînakên ku me li jor hejmartin jî berbiçav in. Çawa ku heta niha berhemên kilasîkên me yên mîna Xanî û Cizîrî nebûne klasîkên cîhanê, ji ber sedemên needebî, wê ev berhem jî bi eynî sedeman nikaribin bibin kilasîkên cîhanê.
Ji bo piştrastkirina vê dîtina xwe, eger em romanê deynin aliyekî, ez dixwazim ji berhemên Bavê Nazê bixwe navên du çîrokên ku niha di bala min de ne, wekî nimûne, bidim. Yek jê “Navê min Xoşnav e” ku yek ji xweştirîn çîrokên “wêjeya cîhanê” ne, ji yên ku min xwendine, li ser hestên zarokekî ku nizane çima zimanê diya wî li dibistanên ku tê de hînî alfabê û zanistê dibe, qedexe ye. Wisa jî çîroka “Kîn û evîn” ya ku behsa bidarvekirina rewşenbîrekî kurd, di dema Ataturk de, dike. Xwesteka wî ya berî mirinê ew e ku carekê “bi jina xwe re razê”. Bi pêkanîna vê xwestekê re, mezinbûna wî girtiyê kurdî rewşenbîr, hezkirina wî ya jiyanê û berdewamiya wê, xwe dide pêş. Li aliyê din jî biçûkbûn, şikestin û mirina hundirîn ya generalê tirkî ku biryara bidarvekirina wî dide derdixîne pêş.
Bi dehan nimûneyên, bi vî rengî, di wêjeya me ya bê xwedî, ya ku nayê xwendin û nayê wergerandin û nayê pejirandin de, hene. Sedem pir in, lê yên sereke xwe dispêrin rewşa siyasî, civakî, dîrokî, aborî û cografîk ya kurdan û ya welatê wanî bextreş.


Ya ji kurdan kêm û tune ye, ne romana kurdî ye, dewleta kurdî ye

Bê guman, mebesta min ji dewleteke kurdî, ne dewleteke wisaye ku kesên mîna Îbrahîm Tatlîses wê ji me re ava bikin, yan jî rojnamegerekî ciwan ji bo çend nivîsên xwe yên rexneyî li desthilatdariyê, ji zanîngeha xwe bê revandin û dûre jî bi hovîtî bê kuştin û kujerên wî veşartî bimînin. Mebest jê, dewleteke serbixwe û azad e, ku têde bi kêmanî zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin û bi wî zimanî wêjeyê binîvisînin û hinekî li gor pîvanên demê tevbigere. Anku kurd jî di qada navneteweyî de, bibin xwedî “statu” û “hebûneke qanûnî”. Wekî miletekî bi serê xwe bê pejirandin. Wê gavê dibe ku wêjeya kurdî jî, di qada navneteweyî de, bê pejirandin. Yana wekî niha, dibe ku nivîskarekî kurd karibe yan jî nikaribe, xwe û berhemên xwe bi “çêkerên” wêjeya cîhanî bide pejirandin, lê wê her bimîne mînakeke awarte. Ji mînakên awarte bêhtir, hewcedariya kurdan bi pejirandina hemû wêjeya wan heye. Hem bi hemû celebên wêjeyê, ji helbestê û çîrokê û hetanî bi romanê, hem jî pejirandina wêjeya wan ya kevin û ya nûjen. Bidestxistina pejirandineke wiha berfireh, bêyî ku dewlet û wezaretên wê yên rewşenbîrî û kulturî û dezgehên weşanê, wergerê û medyayê hebin, ji bo min, mîna xeyalekê tê xuyakirin.

Encam

Di van gengeşiyên wiha de, herdem behsa nîvê qedehê yê dagirtî û nîvê wê yê vala tê kirin. Min di vê nivîsê de, li hember nêrînên ku xwe dispêrin dîtina nîvê vala, bêhtir behsa nîvê qedehê yê dagirtî kir. Baweriya min ew e ku, pêdiviya me bi dîtina her du “nîvan” heye û li şûna ku em behsa wê valayiya li ber çavên xwe bikin, em hewil bidin wê valayiyê ji holê rakin, ne ku nerînên me bibin hêsîrên wê. Gava yekem jî di hewildaneke wiha de, dîtina nîvê dagirtî yê qedeha wêjeyê ye.
Ya duyem jî ew e ku, mirov xwe ji encamên kolonyalîzmê û bindestiyê rizgar bike û dev ji mentelîteya biçûkxistin kurdan û berhemên wan berde, wisa jî xwe ji kompleksa “xwekêmdîtinê” biparêze.
Jixwe buhara wêjeya kurdî ne li çogê ye û rewşa ku heye ne mirov razî dike û ne jî dilê mirovan li wêjeyê û li kurdayetiyê bi giştî vedike. Lê, em neçarê berxwedaneke dijwar û demdirêj in. Hewcedariya me bi wan kesan tune ye ew ên ku mîna cawfiroşên jixwebibawer, metreya pîvana wêjeya cîhanê, mîna darê celadekî, di dest xwe de digrin û di ser serê wêjeya kurdî re, disekinin. Bi behaneya ku metreya pîvanê bi wan re ye, geh wêjeya kurdî biçûk, bejinkin û lawaz dikin, geh jî tune dikin.
Wekî ku cihokên wêjeya me, bi cihokên wêjeya hemû zimanan re dimeşin û wêjeya me beşek ji wêjeya hemû cîhanê ye, wisa jî cudayiyên me û cihêrengiyên me yên bingehîn hene.
Ev taybetiyên wêjeya kurdî ku çavkaniya wan rewşa kurdan û ya welatê wan e, wekî mînak, kêmbûna hejmara pirtûkan, yan jî hejmara firotina wan û xwendina wan, divê ev rewş nebin sedem ku em pêşdeçûnên di wêjeya kurdî de ji wan pêşdeçûnên ku di wêjeya cîhanê de çêdibin, cuda bikin.

…..............................................................................................................
1. 
http://www.netkurd.com/?mod=author&option=view&id=652
2. http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=743

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019