Dîrok: Befranbar 10, 2011, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 719
Ez dixwazim wê hevoka ku wekî sernivîsa axaftina min a di vê panelê de hatiye destnîşankirin (kurdish writer in the diaspora: the perspective from Syria and Germany ), bi çend kurteşîroveyên kin, zelal bikim. Yekem xal, wekî nivîskarekî kurd ku ji (Sûriyê) ye. Xala duyem jî, mijara wêjeya kurdî û diasporayê.
-Di navbera Sûriyê û Tirkiyê de
Mirov nikare behsa wêjeya kurdî ya nûjen li (Sûriyê) bê (iurkiyê) û li (Tirkiyê) bê (Sûriyê) bike. Ji damezrandina alfabêya kurdî ya latînî hetanî rola kovara Hawarê, ku mîna çavkaniya sereke ya wêjeya kurdî-kurmancî ya nûjen tê nirxandin. Her wisa hetanî bi hemû tevgera wêjeyî û rewşenbîriya kurdî li (Sûriyê), ji destpêka salên sihî de, li ser destên rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên ku ji (Tirkiyê)reviyabûn û li (Sûriyê) bi cih bibûn, hate holê.
Li vê derê ez dixwazim balê bikşînim ser van her du navan (Tirkiyê û Sûriyê) ku ez wan di nav kevanan de dinîvisînim.
Li her du aliyên sînor, kurd li şûna Tirkiyê (Serxet) û li şûna Sûriyê (Binxet), bikartanîn. Mebest ji xetê ew xeta hesinî ye, ya ku piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî, ji hêla frensiyên ku li Sûriyê desthilatdar bûn, wekî sînorê Tirkiyê hate destnîşankirin.
Bavê min ê serxetî li Binxetê zewicî û li wir ma. Hemû malbata bavê min li aliyê din ê xetê mabûn û ez jî li Amûda Binxetê çêbûm. Heta dawiya temenê xwe di navbera her du aliyan de diçû û dihat, lê yek carê jî min nebihîst ku dibêje ew ê here Tirkiyê yan jî wê vegere Sûriyê. Ez bixwe di rewşeke civakî ya wisa de mezin bûm û di riya xwendina berhemên nivîskar û rewşenbîrên serxetî re, min û hemtemenên xwe me kurdiya xwe ya nivîskî ya qedexe li malê, dûrî çavên leşker û muxaberatan, lipêşdixist.
Piştî salên nodî û rakirina qedexeya li ser kurdî li (Tirkiyê), bi çêbûna weşanxaneyan re, yên ku dikarîbûn bi kurdî weşanê bikin, min berhemên xwe yên wêjeyî li (Serxetê)weşandin.
Heta çi radeyê Celadet Bedirxan û Cegerxwîn (tirkiyeyî) bin, em jî wisa (sûriyeyî)ne. Ji ber vê, wêjeya kurdî û bi taybetî li van her du (dewletan) ku em wan herêmên kurd lê dijîn, wekî du perçeyên kurdistanê bi nav dikin, nikare ji hev du bê cudakirin. Bi gotineke din, ew sînorên ku dewletan di nav xwe de bi peymanên fermî dane pejirandin û ji hêla siyasî de wekî sînorên du dewletan dikarin bêne binavkirin, lê ji hêla wêjeya kurdî ya nûjen de, cihê wan sînoran nîn e. Dibe ku ji derve de ev gotin wekî siloganan bêne xuyakirin, lê ji şîroveyên siyasî bêhtir ev rastiyeke rewşa wêje ya me ya kurdî-kurmancî ya nûjen e. Wêjeya zimanê qedexe yê ku di nav sînorên her du dewletan de rê nadinê ku bibe zimanê perwerdeyê. Zimanekî wisa ye ku general û serok û rêveberên van dewletan ditirsin ku (welatê)wan perçe bike. Ji wan weye ku, bi asêkirina sînoran û bi alîkariya werîsên qedexekirinê, wê karibin vî zimanî, vê wêjeyê, bixeniqînin û vê yekê weke çareseriyê dibînin. Lê, haya wan jê tune ye ku wêje sînoran nasnake. Nexasim ku wêjeya zimanekî, wekî zimanê kurdî, resen û şax û rehên wî xwe berdidin kûrahiya dîrokeke kevin.
-Ji Sûriyê û Tirkiyê ber bi Diasporayê ve
Ev rewşa me li jorê behsa wê kir bû sedem ku bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurd ji neçarî koçber û derbider bibin. Di diyardeya Diasporayê de, ku li welatên Ewropayê û Îskandînavyayê de rû da, her du alî yên erênî û neyênî jî hene.
Ji xalên sereke yên erênî:
- Azadiya derbirînê û demokrasiya li van welatan zemîneke baş ji bo nivîsandin û pêşdebirina wêjeya kurdî peyda kir, lê....
- Kombûna nivîskarên kurd ji çar aliyên Kurdistanê, ji nav sînorên asê yên her çar dewletên ku kurd di nav xwe de parvekirine, ber bi van welatên sînorvekirî û azad de, rê li ber hevnaskirin û peywendiyên di navbera berhemdarên wêjeya kurdî de vekir. Derbiderî bû mîna platformeke jihevnêzîkbûna nivîskarên kurd ên cuda û ji hevdûr.
Dema mirov li encamê dinere, wisa xuya dibe ku wêjeya kurdî li Diasporayê jî nikarîbûli ser piyan bisekine û xwe bi der û dorên wêjeyî yên zimanên din, bi taybetî yên ewrupayî, bide naskirin.
Sedemên vê yekê xwe dispêrin aliyê neyênî yê diyardeya Diasporayê. Mirov dikare chend xalên giring yên vî liyî jî destnîşan bike:
-Tunebûna dewleta kurdan, girêdayî wê tunebûna dezgehên têkildarî pêşxistina wêjeya kurdî û wergera wê, valayiyeke mezin, di warê xwedîderketina li berhemên wêjeya kurdî de, hişt.
- Piraniya nivîskarên kurd, yan jî hemû, wekî penaberên siyasî li Ewrupayê bi cih bûn. Tunebûna hêza aborî, ligel dijwariya şert û mercên penaberiyê, rê nedida pêşketinên mezin yên wêjeyî. Çi berhemên wêjeya kurdî ku derketin jî, bi îmkanên takekesane û bê piştgiriya tu kesî hatin holê.
- Qedexekirina kurdî li welêt û xurtbûna peywendiyên dewletên qedexekar bi siyaseta fermî ya Ewrupayê re, hişt ku kurd, doza wan, ziman û wêjeya wan li Ewropayê jî bibin qurbanên berjewendiyên aborî û siyasî yên van dewletan bi hev re.
Vê yekê, ligel qelsbûna tevgerên siyasî yên kurdan di warê diplomasî û têkiliyên bi dezgehên kulturî yên Ewropayê re, hişt ku bi temamî wêjeya kurdî paşguh bibe.
Wekî mînak, bi dehan çalakiyên kurdan yên wêjeyî û hunerî li Elmanyayê, bi mudaxele û destdirêjiya konsolos û balyozxaneyên dewletên qedexekarên kurdî hatine betalkirin.
Her wisa hevkariya di nav van dewletan de hişt ku nasnameya kurdan li Ewropayê jî neyê naskirin û wekî hemwelatiyên tirk, ereb û faris bêne binavkirin. Jixwe dema ku kurd wekî kurd neyêne naskirin, wê tiştek bi navê wêjeya kurdî jî li meydanê tunebe, wisa jî wê tu plan û piroje ji bo wê neyêne terxankirin.
Ev deh salên min li Almanyayê dijîm, heta niha min xwestekek an daxwazeke bi vî rengî nedîtiye ku weşanxaneyek yan dezgeheke çandî yan jî aliyekî kulturî ya almanî yan ewropayî, xwestibe yan jî daxwaza naskirin an wergerandina berhemeke kurdî kiribe. Ez vê yekê, wekî encama vê rewşa siyasî ya me behskir û bi tunebûna dewleteke kurdan li ser rûyê vê erda me ya tijî zilm û zor û neheqî ve, girêdidim.
Bi gotineke din, wêjeya zimanekî qedexebûyî, mîna kurdî, ku zimanê miletekî bê dewlet û bê statuyeke siyasî û hiqûqî ye, her wisa bê (nasname)ye, wê ji bo tu kesî ne wêjeyeke balkêş be.
Di vê çarçovê de, ez vê çalakiya van her du rojan gaveke cuda û di cihê xwe de dibînim. Ji ber ku piştgiriya zimanên van miletên bê dewlet ku wekî kêmnetew - kêfa min ji binî de ji vê gotinê re nayê - têne binavkirin û wergera wêjeya ku bi van zimanan tê nivîsandin hewildaneke kutûrî û rewşenbîrî yî giringe ber bi sererastkirina şaşitiyekê ve . Eger derûdor û dezgehên kulturî û kedkarên wêjeya resen karibin hinek gavên piratîk di vê derbarê de bavêjin, wê ev gav, heta radeyekê, bandora xerab ya neheqiyên ku siyaset û dîrokê li ziman û wêjeyên van miletan, kurd jî di nav de, kirine, hinekî sivik bike.**
Ev nivîs di "Li Herêma Ewropa-Behre Spî Komcivîna Navneteweyî ya Nivîskar, Weşanger, Wergeran" de, li Stenbolê, di 07-08.01.2011'an de hate pêşkêşkirin.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019