Xweşiktirîn tiştê li jiyanê

Dîrok: Adar 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 644

Xweşiktirîn tiştê li jiyanê

Dibe bersiva pirsa xweşiktirîn tişt di jiyana te de çi ye, ji kesekî heta bi kesekî din bê guhertin. Lê bersiv li cem min yek peyv e û ew jî ev e: Pirtûk. Ji bo min pirtûka kurdî ye.
Ji bo em çavkaniya mebest û armancên danûstendinên xwe winda nekin, min xwest ez destpêka wê nivîsa xwe ya cihê (îtîraz) û rexneyan bi bîr bînim. Vekirina mijarên wiha, li gor min, vedigere van çavkaniyan:
-  Xwedîderketina li pirtûka kurdî.
- Rêzgirtina li hember vê pirtûkê û amadekirina şertên baş ji bo xwendin û belavkirina wê.
 - Parastina mafên hemû kesên ku, têkildarî çêkirin û derxistina wê, dibin.
- Amadekirina zemîneke baş ji bo ev pirtûk cihê xwe di nav civaka kurd de bigire.
- Bi gotineke din, ji bo bi awayekî bi rêk û pêk, xweşiktirîn tişt di jiyana me de, bê ber destên me.
Ez dixwazim li vir vê yekê jî piştrest bikim ku rêz û hurmeta min ji bo her weşangerekî kurd heye. Ez qîmeteke mezin didim wî destê ku ked, çiqas hindik be jî, dabe derxistina her hevokeke kurdî. Tiştekî min, ji bilî rêzgirtinê, li dijî tu kesî ji wan nîn e. Ev helwest, tenê şirovekirineke hestane û ev nayê wê wateyê ku ew xalên min di nivîsa xwe de hejmartine şaş in. Min, li gor çavdêriyên xwe, dîtin û nirxandinên xwe, di der barê mijara weşangeriyê de rêz kirine. Hêjayî gotinê ye ku ew nivîs beşeke ji çend nivîsên din ku xuyaye wê dor negihê wan. Min xwest ez qala kêmanî û (cînayetên) me hemûyan, di der barê xweşiktirîn berhema jiyana me de, bikim. Em hemû beşdarên van kêmaniyên ku hiştine rewşa pirtûka me ya kurdî  xerab be îro. Min xwest ez balê bikşînim ser sedeman, ew sedem jî, ji bilî weşangeran, li cem nivîskar û siyasetmedar û dezgehan jî têne dîtin. Tenê tesaduf bû ku min ji weşangeran dest pê kir.

Çend gotin li ser nivîsa Dawud Rêbiwar:

Destpêkê li ser uslûb û bikaranîna çend peyvan (şêwaz û peyvên ku bi kar anîne). Ez dixwazim vê yekê bêjim. Eger mebest jê peyva cînayet be, mirov dikare wan kêmasiyên ku min hejmartine mîna cînayet bi nav bike yan na?. Dibe ev peyv ji wan kêmasiyan girantir be. Lê binavkirina diyardeyekê nabe dawiya dinyayê û jiyan li wir ranaweste. Eger, bi danûstendinê, diyar bû ku ev peyv ne li cihê xwe hatiye, mirov dikare vê peyvê biguhere û bi paş de bikişîne û navekî din lê bike. Ya din peyva 'Gur' û 'Celad', min peyva 'Celad' bikar neaniye. Peyva 'Gur' di çarçova têkiliya bi zimên re hatiye bikaranîn. Tekst dibe mîna mîha di nav lepê gurekî têr de. Ango, hem sebra xwe pê tîne, hem jî li gor kêfa xwe guhertinan di nivîsê de çêdike. Ez bawer dikim dema ku peyv ji nav hevoka xwe û ji cihê ku tê de hatiye bikaranîn bê derxistin, wê wate bi awayekî din lê bê barkirin. Lê balkêş e ku Rêbiwar yek ji wan xalên ku min hejmartine, ji bilî mesela telîfê, nîqaş nekiriye. Wisa jî bi lez di ser mesela edîtoriyê re derbas bûye ku hinek ji wan baş dikin. Lê mebest ji rexneyê ew bû ku edîtor tunene û weşanger bi xwe wî karî dike. Ev rastiyeke weşanxaneyên me ye û ne herdem kêmanî li aliyê weşangeran e. Dibe îmkanên weşangerekî kurd ên zimên bi gelekî ji yê nivîskarekî çêtir bin. Lê her weşanger dikare edîtor be jî gelo?

Kurd ne cihê ne:

Rêbiwar şaşitiya min di beramberkirina weşanxaneyên kurdan bi weşanxaneyên miletên din re, dibîne.
Ez, heta dawî dijî vê dîtina wî me. Rast e, kurd di mijara bêdewletbûnê de, di mijara qedexebûna zimên de cihê ne, lê mijara me li meydaneke din e. Pirs ev e:
Çima tenê di mijara kalîte û astê de kurd têne cihêkirin? Bi vê behaneyê mirov dikare her tiştê bê kalîte û bê ast derbas bike. Eger mirov bi vê behaneyê bê û berhemên kurdî binirxîne, mirov digihîje encameke kambax. Bi behaneya cihêbûna kurdan dibe rê li ber her tiştî vebe.
Kurd di çi de cihê bin, lê di qada nivîskarî û weşangeriyê de cihêbûn nikare bibe sedema derxistina berhemên ketî û bê ast. Eger kêmaniyên me hebin, sedem ji kurdbûnê bêhtir, wê di şêwe û awayên karê me de bin.
Ezê mînakeke aktuel bidim. Eger em qala miletên ku kurd di nav wan de dijîn de bikin, ereb wekî mînak. Îsal xelata Bocker ya erebî ji bo romanê hatibû girêdan. Xelat bû para nivîskarê Misrî Beha Tahir. 
Ji bo Festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê 500 hezar dolar hatibû terxankirin.
Eger Xelata Bocker 50 hezar dolar be, ka em binêrin bê pereyê li vê festîvalê hatin xerckirin têra çend  salan ji bo xelateke Bockera Kurdî ya romanê dikin. Bi hesibandikene biçûk mirov dibîne, li şûna vê festîvalê dikaribû xelateke salane ji bo romana kurdî, deh salan ser hev, bihata dayîn. Ew roman dikaribû bi her du zaravayên sereke bihata çapkirin, ji bilî wergera zimanên din.
Ev mînakeke aktuel e ji mînakên têkiliya kurdan bi edebiyat û çanda wan re.
Cihêbûn ev e gelo?
Rêbiwar wisa têdigihêje ku min ji wan kesên ku karê weşangeriyê bi rêk û pêk nakin re gotiye, vî karî nekin. Min tiştekî wisa ji kesekî nexwestiye, lê baweriya min ew e ku kêmbûna îmkanan divê nebe behane. Di vê mijarê de Rêbiwar careke din rewşa kurdan a berê dide ber rewşa kurdan a niha. Carekê sed û deh salan paş de vedigere û rojnameya Kurdistan û îmkanên wê demê bi bîr tîne, carekê jî heftê û pênc salan û vedigere dema Hawarê. Wekî ku di vê sedsalê de tu pêşketin di warê teknîk, teknolojî û derfetên bilindkirina asta weşanê de çênebûbin, eger çêbûbin jî kurd her û her li derveyî îmkana bidestxistina van pêşketinan in. Mirov nikare taybetiya rewşa kurdan bide mandelê, lê cihêkirina kurdan jî bi vî awayê ku nikarin alavên nûjeniyê ji bo xwe bi kar bînin, nirxandineke ne di cih de ye. Em ne di dawiya sedsala 18'an de dijîn û ne jî di destpêka ya 19'an de. Em (kurd) di hemû qadan de li hember vê îmtihan û ezmûna demê ne. Emê karibin bi alavên demê xwedî li xwe û li nirxên xwe yên rihî derkevin. Em dikarin di dema xwe ya niha de bijîn û hemû alavên nûjeniyê ji bo bilindkirina asta xwe ya giyanî bi kar bînin yan na?. Pirseke mezin e, ne tenê weşangerên kurd, belê em hemû, bi hemû rengên xwe, ji bo derbasbûna di dergehê bersiva vê pirsê re, berpirsiyarin.

helimyusiv@hotmail.com

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019