Dîrok: Adar 24, 2013, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 726
Destpêka salên heştêyî bû. Dibe ku 82 be yan jî 83. 21'ê Adarê li Amûdê ji bo me zarokên dibistanan rojeke mîna hemû rojan bû. Divabû em herin dibistanê.
Roja berî wê di nav hemû zarokan de nûçeyeke wisa ku dilê merivan xweş dike belav bûbû. Wê îsal newroz li başûrê bajêr eşkere bê pîrozkirin. Eşkere jî dihat wê wateyê ku yekem car Newroz bi beşdariya hezarên kesan û ro li nîro bê pîrozkirin.
Îca, wê sebra kîjan zarokî li Amûdê, di wê rojê de, di wan kêlîkên bi coş de, li dersan bihata?. Heta niha mehdê tirş yê birêveberê giştî yê dibistanê tê bîra min, dema li ber me xwendekarên qonaxa navîn rawestiya û gef li wan xwendekarên ku sibe neyên dibistanê xwarin. Hinek tirsiyan û biryara hatinê dan. Hinek tênegihîştibûn bê çima ew qasî ev midûrê me yê qut û kin û girover îro bi hêrs e û kef bi devê wî dikeve. Hinekan jî biryara xwe ya çûna şahiya Newrozê dabûn û piştî derketina wî, bi vê gotinê bersiva wî dan:
- Ev qûça wî, çi dike bela bike.
Heta wê salê Newroz bi şev bi vêxistina agir dihat pîrozkirin û bi roj bi civatên bi dizî û di nav çar dîwaran de dihat pîrozkirin. Şeva wê kêf kêfa zarokan bû. Teker (dûlabên) terektor û tirimpêlan yên kevin didan ser hev û di wê şevê de, piştî ku benzîn bi ser da dikirin agirê Newrozê ber bi perrê ezmanan diket.
Di nav bajêr de jî hem kêfa zarokan û xirecira wan û hem jî bêhna lastîkên şewitî li seranserê bajêr belav dibû. Her çendî leşkerên cilkesk û muxaberatên ku wekî kûçikên bêhnê dihatin binavkirin derdiketin nêçîra hin zarokan, lê nikarîbûn rê li ber vê şewata bi kêf û jidil bigrin.
Vê carê, ez baş nizanim biryar ji hêla kê ve hatibû girtin, lê biryareke wêrek û di cihê xwe debû. Roj hatibû ku Newroz li meydanan eşkere û bê tirs bê pîrozkirin.
Ez jî mîna gelek zarokên din ku mineta zilamê me yê qut û kin û girover avêtibû û berê xwe dabû meydana pîrozbahiyê. Cara yekem bû ku dibînim dika şahiyê hatiye amadekirin û her carê kesek derdikeve bi megrefonê peyamên Newrozê dide. Ji wî çaxî heta niha her car li ser dikê bi dengê bilind tê axavtin. Ew matmayîn heta niha li bîra min e. Çend xortên bêdeng ku gelek caran mirov li kolanan li wan rast dihat, qet nedihat bawerkirin ku ew bixwe xwedî dengên wisa bilind û bi hêrs in.
Nizanim çima li ser dikên Newrozê her tim deng bilind e û qelebalix e. Ji birêveberên wê Newroza yekem ku di wê rojê de axivîn Beşîrê Melle Newaf, Dilawerê Zengî û Merwan Osman têne bîra min. Bi hêrs diaxivîn, bi coş û dengbilind diaxivîn, wisa jî bi wêrekî. Bê guman, nifşên nû deyndarê van kesên wiha wêrek in, ku bi keda wan pîrozbahiyên Newrozê gihîştin wê asta ku îro pê tê pîrozkirin.
Hewa biharê jî wê rojê xweş bû. Heta niha tehma wê Newroza min a yekem di tu Newrozên din de nehatiye dîtin. Roj xweş derbas bû, lê roja din dana hesabekî giran li pêşiya me zarokên ji dersan reviyayî, hebû. Wekî me texmîn dikir, roja din, berî ders dest pê bikin, em yeko yeko ji nav rêzên zarokan derxistin û em birin oda zilamê qut û kin û girover. Her yekî destê xwe vedikir çar darên xurt dixwarin, hinekan bêdeng û hinekan jî dikir qarînî û diçûn li cihê xwe rûdiniştin. Dor gihîşt Saliho yê berî min. Gava zilam xwest ku destê xwe li ber darê wî veke, Saliho got ku illeh ewê tiştekî bibêje. Gava zilam dît ku destê xwe venake, destûra axaftinê dayê. Saliho destpêkir:
- Mamoste cejnên we ew qasî pir in ku mirov nikare wan bihejmêre, heftê Nîsanê (rojbûna Partiya Baas), heştê Adarê (roja Şoreşa Baas), şeşê tişrînê û şazdê tişrînê û şeşê gulanê û …û cejna me, feqîrên Xwedê, tenê rojeke, duh bû, ew jî Newroz bû. Ma dinya xerab dibe ku em tenê di wê rojê de neyên dibistanê?.
Zilam serê xwe hejand û bersiva wî wisa da:
- Hemû hevalên te yên berî te çar dar xwarin. Ji bo vê quretiya te, tu û evên li pey te bên hûnê her yek şeş daran bixwin.
Saliho bi wan gotinên xwe para min jî kiribû şeş dar.
Piştî wê sorbûna ku li ser destên me û wê şewt û jana ku wan daran di kûrahiya giyanê me de hiştin, êdî roja bîst û yekê Adarê nema mîna her rojê di ser Amûdê û zarokên wê re derbas bû. Bûbû rojeke layiqî navê xwe. Bûbû rojeke nû.
Ev nivîs di hejmara 189'an a Rûdawê de hatiye weşandin
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019