Șingalê û Rûdaw

Dîrok: Gelawêj 20, 2014, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 1181

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê re

Temenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî rojnameyeke heftane bi her du zaravayan (kurmancî û soranî) li Almanyayê derdikeve. Bi biryareke ji nişkê ve ku berpirsiyarê beşê kurmancî yê rojnameyê gihande min, nivîsandina min a di rojnamê de hate rawestandin. Biryar ji “Jor” ve û ji Hewlêrê hatibû stendin, ji ber vê xebatkarê rojnameyê yê ku ez agahdar kirim, wî jî mesele baş fêm nekiribû. Wê gavê ji min weye ku bûyereke (kurdewarî) bi vî awayî qewimiye, dibe ku kesekî xêrnexwaz û kêfa wî wekî kes ji min re nayê xwe gihandibe “Jor” û nexwestibe, dengê kesekî wekî min ku zêdeyî deh salane di çapemenî û ragihandina “Bakur” de dinîvisînim û bernameyan çêdikim, di riya rojnameyeke “Başûrî” re derkeve. Ji lew re, xeyala min wê demê gelekî dûr neçû û min ev bûyer wekî bûyereke “takekesane” ku dijî min wek” kes hatiye kirin, pêşwazî kir. Lê, bi bûyerên Șingalê re û piştî şopandina rojane ji çapemenî û televîzyonên kurdî re, ez giham encameke wiha ku ew serboreya min bi Rûdawê re encameke raste raste ji encamên pirsgirêkên cidî yên ragihandina kurdî bû û alozî ji kesan wêdetir di koka vê ragihandinê de ye. Di van bûyerên bi êş de, ji her demê bêhtir, pêdiviya kurdan bi ragihandineke profesyonel û dûrî propaganda vê partiyê û wê partiyê, an jî dijminayiya vî alî yan wî alî, hebû.


Ragihandina kurdî

Tiştekî ne veşartî ye, dema em bêjin ku ragihandina kurdan bi giştî û ya dîtbarî bi taybetî, ragihandineke girêdayî partiyan e. Di vê derbarê de bi vekirina MED TV re, di sala 1995‘an de, Partiya Karkerên Kurdistanê yekem gav avêtibû. Di van salên dawiyê de partî û rêxistinên kurdî mîna ketibin pêşbaziyekê televîzyon li pey televîzyonê tê vekirin û her partiyek êdî bûye xwedî çend televîzyonan. Di nav vê xirecirê de Rûdaw xwe wekî televîzyoneke serbixwe û profesyonel pêşkêş kir. Tev ku aliyê rêxistinî û kesê li pey vê televîzyonê diyar bûn, lê dîsa jî wan reklamên ku xwe pê pêşkêşkirin, hêvî da hin der û doran ku êdî dibe ku ragihandina kurdî xwe ji xeleka xwe ya teng derxîne û ber bi asoyên azad ve here.

Di nav vê trajediya ku kurd tê de dijîn û ji ber serdestiya rengê partîtiyê, rojekê ji rojan, bi taybetî di qada siyasî de, ragihandina kurdî, ne ez û ne jî gelekên mîna min, razî nekiriye. Divê em aliyê erênî yê vê ragihandinê jî bibîr bixin, ku di warê arşîvkirinê de, her wiha di mijara pêşdebirina zimanê kurdî û belavkirina wî de roleke pir girîng û dîrokî lîst. Lê, di hemû deman de, bûyerên dîrokî jî di nav de, herdem ev ragihandin ji pisporiyê û ji aliyê xwe yê neteweyî bêhtir bi rengê xwe yê partîtiyê ve dilsoz û girêdayî bû. Di bobelata Șingalê de jî, Rûdaw xwe wekî xerabtirîn nimûneyê ragihandina “hizbî” pêşkêş kir.

Di nêrîna min de sedema sereke ji vê ketinê re dijminayiya wê ya stratejîk ya bi aliyekî kurd re ye.

Berevajî televîzyonên din yên mîna Ronahî TV yan Kurdistan TV ku eşkere propaganda siyaseta vê partiyê yan wê partiyê dikin. Ji ber vê jî ev rola Rûdaw li nerazîbûna gelek der û dor û aliyan rast hat, wekî mînak daxuyaniya 126 rewşenbîrên* ku rola vê televizyonê di bûyerên Șingalê de şermezar kirin, wîha jî gelek deng ji der û dorên êzîdiyan bilind bû, da ku li dadgehan doz li dijî vê TV’yê bê vekirin. Hevkariya gerîlla û pêşmergeyan û jihevnêzîkbûna her du partiyan (PDK û PKK) tirseke mezin xiste dilê birêveberên vê kanalê û serê wan tevlihev kir. Di encamê de jî hin nûçeyên skandal yên bi vî rengî belav kirin; bi dehê caran gotin; ku hêzên YPG li Șingalê nîn in, wisa jî HPG rê li ber Amerîka** û pêşmergeyan girtiye, da ku Șingalê ji destê DAIŞ’ê rizgar nekin.

Ev nûçe bi yek gotinê skandal bûn. 

Sedemên vê yekê jî ew in, ku vê kanalê ji destpêkê de komek ji kadroyên ku di ragihandina bi ser PKK’ê ve perwerde û xebitîbûn û dûre jî yan reviyabûn yan jî dev jê berdabûn, li xwe civandin û ew xistin kar. Ligel komeke din ku ji bilî nefret û dijminayiya PKK û der û dorên wê tu tişt wan nagihîne hev. Bi vî awayî taximê “şerê taybet” yê bi aliyê din re hate amadekirin, da ku hem wî aliyî û hem jî ragihandina wî têk bibin. Dîmen êdî wisa hate holê, li dijî ragihandina propaganda partiyê, ragihandina dijminayiya partiyê hate avakirin. Gava ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî çû serdana birêveberên hêzên gerîlayan li Mexmûrê, êdî kêr gihande hestiyên wan û ji bilî ku bang li kesekî, mîna xwe ku ji nav refên PKK’ê reviyayî ye, bikin, tu çareyeke din nedîtin. Ji ber vê Osman Ocalan anîn studyoyê û gotinên li gor dilê wan ji wan re gotin. Encama axaftinê ew bû ku hêzên gerîla ji bo têkbirina desthilatdariya Serokê Herêma Kurdistanê li wir in û dixwazin Șingal bikin kantona xwe ya çaran. Bi vî awayî Serok Berzanî li hêzên gerîla tê sorkirin û rê li ber birakujiyeke nû tê vekirin. Bi vî awayî jî karê ragihandina kurdî ya profesyonel bi encam dibe.


Vegera li destpêkê

Wekî encam, diyar dibe ku ew bûyera rawestandina nivîsandina min a di rojnama Rûdawê de ne bûyereke wisaye ku mirov di riya wê re behsa “kesan” bike. Ew wekî van bûyerên ku di vê kurteşîroveyê de hatin bicihkirin rêbazeke ragihandinê ye. Rêbazeke wihaye ku xwe naspêre propaganda siyaseta partiyekê, mîna dezgehên din yên ragihandinê, lê ew bi israr dijminayiya partiyekê an aliyekî dike. Ev jî gaveke nû ye di ragihandina kurdî de. Eger serbilindiyek an rûmetek jî di avêtina vê gavê de hebe, jixwe wê ev serbilindî û rûmet berî her kesî wê para Rûdawê be. 

...................................

Ev nivîs bi kurmanciya jêrîn - Soranî - di rojnameya “Kudistanî nû” de li Silêmaniyê di 19.08.2014’an de hatiye weşandin.

 

Nûçeyên eleqedar: 

*'Bila Rûdaw bê cezakirin'

** Ji Hêzên Parastina Şengal daxuyanî



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019