Edra

Dîrok: Gelarêzan 22, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 676

Edra

Edra, navê girtîgehekê li paytexta Sûriyê, Şamê ye. Di vê girtîgehê de, ji sê sedî zêdetir girtiyên siyasî yên kurd hene. Ji wan li derdora sed û heftê girtî ji 30.10.09’an de ketine gireva birçîbûnê.
Heta vir, her tişt normal xuyanî dike. Lê tiştê ne normal û dikare tenê li welatekî mîna Sûriyê bê dîtin ew e ku, ji roja ku ev girtî ketine gireva birçîbûnê hetanî vê kêlîka ku ez tê de van gotinan dinîvisînim, ne his, ne pêjin û ne deng ji wan nehatiye.
Ne dikarin malbatên xwe bibînin, ne dikarin parêzerên xwe bibînin, ne jî destûr heye ku kesek ji derveyî wan çar dîwarên hişk tiştekî li ser wan zanibe.
Li welêt, di hundir sînorên vî welatê ecêb ku navê wî Sûriyêye, mexlûqek nikare serî rake û bêje: Çima?, li derve jî ji bilî çend rêxistinên belengaz yên mafên mirovan û çend parlementer û kesayetiyên bê hêz yên dostê kurdan di nav siyaseta Ewropayê de, dengê kurdên derve û protestoyên wan naçe tu deverê û kesek guh nade vê tirajediyê.
Berevajî wê, li Almanyayê, peymana ku Wezareta Karên Hundir bi hikumeta Sûriyê re, ji bo vegerandina penaperên kurd yên li Almanyayê mafê manê bidest nexistine, ku di 14. 07. 2008’an de hatibû îmzekirin, hêdî hêdî dikeve piratîkê û yek ji vir, yek ji wir van penaberên ji dojeha feqîrtî û hovîtiyê reviyane, vedigerînin "dojeha ku jê hatine".
Li Sûriyê sînorên tirsê berfirehbûne û dinya hemû xistine hundirê xwe.
Ev hevok ne hevokeke "mecaz" yan jî "fantaziyeke" û ne jî derbirîneke "surreyalîste".
Di vê mînaka jêrîn de jî dê wateya vê hevokê bêhtir eşkere bibe.
Di nav xirecira siyaseta kurdan û parçebûna wan a di nav zêdeyî sêzdeh partiyên biçûk de ku hemû bi awayekî beravêtî ji zik hev derketine û ji navê partiyan bêhtir bi navê kesan têne naskirin, careke din, bi germayiyeke mezin, behsa "rola rewşenbîran" hate holê.
Tev ku, ji hêla termolojiyê de, ez ji têgeha "rewşenbîr" û erzankirina vê têgehê ne rihetim, lê dîsa jî min ramana pêkanîna rojeke gireva birçîbûnê ya sembolîk ji bo piştgiriya girtiyên Edrayê, pir di cih de dît.
Wisa jî li bajarê Achena Almanyayê, di 14. 11. 09’an de ev gireva birçîbûnê ku hejmarek ji nivîskar, helbestvan û rojnamevanên "Rojavayî" amade bûn, pêkhat. Wisa xuya dike wê li çend bajarên din berdewam bike.
Ji kesên beşdar bêhtir, sedemên nebeşdarbûna çend kesan bala min kişand.
Ji wan sedeman, hinek kes, ji bo zirar û tadayî negihêje malbatên wan li welêt, li Ewropayê ew newêrin tev li karên wiha bibin.
Hinek ji wan, ji ber çûn û hatina Sûriyê, newêrin xwe nêzîkî karên wilo siyasî bikin û helwesta xwe ya protestoyî û dijber nîşan bidin.
Vê tirsa ku ev dost û hevpîşe û hemkarên me tê de dijîn, careke din firehbûna sînorên tirsê anîbûn bîra min.
Kurtaya gotinê ew e ku carinan dewletek, rêjîmek, sîstemeke siyasî, dikare ne tenê welatekî, belê hemû dinyayê ji bo "rewşenbîrekî" bike girtîgeh.
Girtiyekî yan girtiyeke kurd li "Edra"yê, bêtirs li ber xwe dide û di nav destên celadan de, dikare têkeve gireva birçîbûnê.
"Rewşenbîrekî" kurd li Ewropayê, tev ku bi hezarên kîlometran dûrî destên celadane, ditirse ku, ji bo rojekê be jî, têkeve gireva birçîbûnê.
Bê guman, piraniya rewşenbîrên kurd bi wêrekî xwedî li erkên xwe yên neteweyî û însanî derdikevin û baweriya min ew e ku wê her xwedî lê derkevin jî, lê mînakek bi tenê jî hebe ku ji piştgiriya girtiyekî siyasî bitirse, ew yek dîsa jî pir e.
Silav li berxwedana girtiyên Edrayê, ku careke din "tirs"a me anîn bîra me.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019