“Gava sêyemîn” rawestiya

Dîrok: Hêzîran 16, 2011, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 649

“Gava sêyemîn” rawestiya

Di vê nivîsê de, ez dixwazim hemû wêjehezên kurd agahdar bikim ku, bernameya “Gava Sêyemîn” ku ev zêdeyî deh salan e di televîzyonên kurdî de tê weşandin, êdî rawestiya. Bi gotineke din, ev nivîseke xatirxwestinê ye. 

Zarokek e dehsalî

Bernameya yekem ya “Gava sêyemîn” ku mêvanê wê Mehmûd Baksî bû, di 11.11.2000’î de, di Mezopotamya TV de hate weşandin. Di wê navê re di Medya TV de bernameyê dewam kir û di 13.06.2011’an de ku mêvan Bahoz Baran bû, di Roj TV de, dawî li weşana xwe anî. Di navbera Mehmûd Baksî, wekî nifş û Bahoz Baran de, zêdeyî dusedûpêncî nivîskar û xwediyên berhemên wêjeyî û hunerî bûn mêvanên bernameyê. Di hemû bernameyan de, armanca sereke dilsoziya bi navê bernameyê re bû. Piştî nivîsandinê, wekî gava yekem, xwendin, wekî gava duyem, bername karibe deriyê danasîn, nirxandin û rexneyê li ber berhema wêjeyî ya kurdî veke.
Di vê çarçoveyê de, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji hemû zaravayên kurdî, nivîskarên kurd û li gorî derfetan, bûn mêvanê bernameyê.
Di van salan de, heta ku deh sal derbas bûn û “Gava sêyemîn” mîna zarokeke, li ber dilê min delalî, geh bi awayekî heftane û geh jî her ji du hefteyan carekê dehsaliya xwe dagirt.

Spasdarî û xatirxwestin

Her çendî televîzyongerî, wekî nivîskar, ji bo min karekî giran bû, lê dîsa jî bi hezkirineke mezin, me hewil da, hindik be jî, ku ev valayiya di warê danasîn û nirxandina pirtûka kurdî de, bê dagirtin. Di wê navê re, ez bi xwe jî fêrî gelek tiştan bûm û bi kêfxweşî heta roja dawiyê, me xwe da ber vî bayê hênik yê ku di vê pencereya biçûçik ya wêjeyê re, dihat.
Wekî hemû bûnewerên jîndar, “Gava sêyemîn” jî temenê xwe dagirt û roj hat ku xatir ji we hemûyan bixwaze.

Ji bo vê derfeta xweşik, vê pencereya wêjeyê ku ev deh sal in, bi ser berhemên kurdî de vekiribû, ez sipasiya hemû nivîskarên ku bûn mêvan û keda wan kete vê bernamê dikim.
Her wisa ez sipasiya wan kedkarên “bênav” yên li paş ekranan dikim ku bi saetan ji bo biserkeftina bernameyê, keda xwe dan.
Berî hemûyan jî sipasiyeke taybet ji televîzyona kurdî Roj TV re, ku ew qas sal rê li ber vê pencereya azad ya wêjeya kurdî vekiribû.
Wekî pêşkêşvanê “Gava sêyemîn” bi xatirê we, û heta nivîseke din ya Sêyemîn Gav, hûn bimînin di nav xweşiyê de.

helimyusiv@hotmail.com

 

Têbiniya Diyarnameyê: Em nivîskarê xwe Helîm Yûsiv ji bo bernameyeke wisa ku 10 salan dom kir pîroz dikin, sipasiya xwe ya keda wî ya ji bo wêjeya kurdî dikin û hêvî ditin di demên pêş de dê bi bernameyên cihê derkeve ekranê. Û bi vê sipasiyê re em çend dîmenan ji Gava Sêyemîn pêşkêş dikin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Û beşeke ji Gava Sêyemîn:

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019