Dîrok: Hêzîran 8, 2015, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 904
Mirov dikare behsa serkeftina HDP’ê di sê astan de bike:
- Li ser asta Turkiyê: Serkeftina HDP’ê rê li ber sîstema desthilatdariya yekpartîtiyê girt. Wisa jî rê neda rêveberiya AKP’ê ku rê li ber guhertinên destûrî yên ku berê desthilatdariyeke dîktator û yekalî vedike. Ev qezenceke ji hemû miletan re ye, yên ku li Tirkiyeyê dijîn. Bi gotineke din serkeftina HDP’ê rê li ber demokratîbûna hemû Tirkiyeyê vedike. Di heman demê de, mirov nikare hêviyên mezin di vê astê de li ser vê serkeftinê girê bide, ji ber ku HDP ne xwedî wê hêzê ye ku karibe roleke bingehîn di guhertinê de bilîze, lê ew tenê dikare pilanên dij-demokratîk têk bibe û nehêle biserbikevin.
- Li ser asta bakurê Kurdistanê: Ev piştgiriya xurt ya ku miletê kurd dide HDP’ê tê wê wateyê ku hem kurd, heta radeyeke mezin, êdî li wê hêza ku nûneriya berjewendiyên wan dike xwedî derdikevin û hêdî hêdî ji bermayiyên siyaseta dagirkeriyê ya demdirêj xwe xelas dike. Roj bi roj cih li partiyên tirk teng dike. MHP û CHP hema hema bi temamî li Kurdistanê bê bandor kir û niha jî dora AKP’ê ye ku Kurdistanê ji wê jî bê paqijkirin. Di van hilbijartinan de jî kurdan gava yekê ber bi vî alî ve avêt. Ev serkeftin tê wê wateyê ku hêza kurdan ya çekdar mîna dînemoyê civaka kurd e, dilê wê civakê ye û ne rêxistineke wiha bê bingeh û bê zemîn e. Ev serkeftina siyasî ya kurdan hêzê dide baskê çekdar jî ku di hemû gavên ku dewleta tirk diavêje de, hesab ji wan bê kirin. Bi gotineke din, ev serkeftin wî dîmenê ku miletê kurd di vî welatî de wekî hêzeke xwedî rol dide nîşandan, ku êdî bê çareserkirina doza wî, wê aramî ticarî pêk neyê. Her wisa wê dengê kurdan di pêvajoya bidestxistina mafên wan yên rewa de, her û her bilind be.
- Li ser asta rojavayê Kurdistanê: Rola Tirkiyeyê di bûyer û guhertinên ku li Sûriyê çêdibin de roleke bingehîn û bi bandor e. Bi her awayî ji bo têkbirina tevgera kurdên Rojava û jiholêrakirina destkeftiyên wan di tevgerê de ye. Her wiha rasterast rê li ber bihêzkirina hêzên tarî yên mîna DAIÞ û Nusra û rêxistinên îslamî yên radîkal vedike. Wan bi çek dike û ji bo kuştina kurdan û rêlibergirtina avabûna statuyeke kurdî berê wan dide rojavayê Kurdistanê. Serkeftina HDP û xurtbûna rola wê di siyaseta Tirkiyeyê de dikare, di vê çarçovê de, bandoreke mezin li sivikkirina dijminayiya Tirkiyeyê ya bi rojavayê Kurdistanê re, bike. Ji bilî ku bihêzbûna her rêxistineke kurd li bakurê Kurdistanê bihêzkirina her hêzeke kurdî ye li her sê perçeyên Kurdistanê yên din û bi taybetî li Rojava.
Di vê çarçovê de serkeftina HDP rasterast dikeve xizmeta rojavayê Kurdistanê jî.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019