Silav li helwesta Ahmet Turk

Dîrok: Rêbendan 26, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 744

Silav li helwesta Ahmet Turk

Dereng be jî, roj bi roj, siyasetmedarên kurd bi girîngiya zimanê kurdî û bikaranîna wî ya di siyasetê de dihesin. Ji destpêka şiyarbûna kurdên bakur ya hemdem de û bi germbûna bizava siyasî û çekdarî re, mijara zimên kete bin siyê û siyaset bi zimanê serdestan hate meşandin. Baweriya min ew e ku şaşîtiya bingehîn ya ku tevgera siyasî li Bakur heta niha êşa wê dikşîne paşguhkirina zimanê kurdî bû û tunebûna siyaseteke taybet ji bo sazkirina têkiliya bi zimên re. Tevgera kurdan giraniya xwe da aliyê “siyasî” û pê re jî geşkirina têkoşîna çekdarî, bêyî ku ziman, wisa jî pirojeyên wêjeyî yên pê ve girêdayî, di nav plan û pirojeyên vê tevgerê de cihekî layiq bigrin. Di mentelîteya siyasî de, wisa hate gumankirin ku mijara ziman ne mijareke sereke ye, ji armancê bêhtir ewê piştî serkeftina siyasî bikare bê bidestxistin. Bi vî awayî zimanê kurdî yê ku bi destê dewletê hatibû qedexekirin û perçiqandin, bi vê mentelîteya seqet ya siyaseta kurdan, bêhtir hate paşguhkirin û birîndarkirin.
Dibe ku heta niha, di qada siyaseta kurdî de, ev mentelîte heta radeyekê serdest be, lê bûyer û rûdanên van salên dawiyê pûçbûn û seqetiya vê mentelîteyê eşkere kirin.
Siyaseta kurdan, zimanê kurdî perîşan kir, hetanî gihîşte wê radeyê ku wêrekî da dewleta tirk ku karibe vî zimanî, wekî çek, di şerê xwe yê bi kurdan re bikar bîne û xwe wekî xwediya vî zimanî, bi vekirina TRT 6, pêşkêşî kurdên belengaz bike. Bêyî ku kurdan û zimanê wan di destûrê xwe yê bingehîn de nas bike.
Di hundirê dîmenê zimên yê giştî û reş de, çirûskên şikenandina vê mentelîteya xedar û zimankuj herdem hebûn. Bi derketina rojnameya “Welat” re qelşeke mezin li dîwarê vê zihniyeta zirarker ket ku berdewamiya wê rojnameya rojane “Azadiya Welat” e. Pê re jî avakirina dezgehên kurdan û derketina kovar û rojnameyên cuda. Her wisa bi avakirina weşanxaneyên kurdan re û bi vekirina televîzyonên satelît re, ji MED heta Roj TV û her wiha....mijara zimên hate asteke berbiçav.
Di wê navê re, wisa xuya bû ku hemû bizavên siyasetmedarên zimanhez nikarîbûn zimanê kurdî bikin zimanê tevgera xwe ya siyasî “ya fermî”, lê wê bizavê bi şêweyekî din encam da, ku di bin banê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî de bi hezaran kurd dakevin kolanan û li zimanê xwe xwedî derkevin û daxwaz bikin ku kurdî bibe zimanekî fermî.
Ji hêla din de, perlementera kurd Leyla Zana reng û zimanê kurdî bi fedakariyeke mezin, bi xwe re derbasî perlemanê Tirkiyeyê kir. Her çendî Zana bedeleke mezin jî da vê helwesta xwe ya “sembolîk”, lê dikaribû bi çend hevokên bi lez be jî dîrokeke nû binîvisîne.
Wisa jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bi axaftina xwe ya bi kurdî, di hundirê perlemanê ku ev zêdeyî heştê salî ye kurdî qedexe kiriye de, wateyeke kûr dide vê helwesta watedar ya siyaseta kurdan.
Ev axaftin ji bo hilbijartinê be jî, dîsa cihê kêfxweşiya her kurdî ye, ji ber ku xwediyê vî zimanî dikarin bi her awayî wî ji bo xwe bikar bînin, lê ne ji mafê wan kesan e ewên qedexekar û alîgir û hevalbendên dewleteke dagîrker ku destên xwe yên qirêj bavêjin vî zimanê birîndar û di siyaseta xwe ya nijadperest de bikin çek û alav.
Di encamê de, ji bo ev helwesta bi rûmet ya Ahmet Turk, gavek li hewa û bê wate nemîne, ji tevgera siyasî ya kurdan rojekê berî ya din tê xwestin ku, siyaseta xwe ya di derbarê zimanê kurdî de di bin çavan re derbas bike û zimanê kurdî bike zimanê xwe yê fermî yê siyasetê. Her wisa tiştê ku ji dewletê dixwaze ew bi xwe di nav xwe de derbasî qada piratîkê bike. Kurdî bike zimanê birêvebirinê û di çapemeniya xwe de bike zimanê sereke.
Xewna Ahmet Turk pêk hat û di devereke fermî de bi zimanê dayika xwe axivî. Gelo wê Ahmet Turk û hemkarên xwe xewna hemû kurdan pêk bînin û di siyaseta kurdî de “zimanê dayikê” bikin zimanê sereke?

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019