Wêneyek û şîroveyek: Li Kobanî bavek û sê zarok

Dîrok: Rezber 17, 2014, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 728

Wêneyek û şîroveyek: Li Kobanî bavek û sê zarok

Hebû nebû, keçikên min, welatek hebû. Gava Xwedê dinya çêkir, ew welat di devê guran de ji bîr kir. Ji ber vê, divabû her sibe dê û bav li wî welatî ji xew rabin û dest bi şer bikin. Wisa jî her êvar divabû zarokên xwe di xew re bibin û dîsa derkevin nêçîra guran. Çîroka vî welatî dirêj e xweşkokên bavê xwe û di yek şevê de hemû nayê gotin.

Razên kezeba bavê xwe razên.

Niha razên, sibe dema hûn ji xew rabin, hûnê piçikekî mezintir bibin. Jixwe dema hûn mezin bibin, hûnê ji min bêhtir fêm bikin.

Razên roniya çavên bavê xwe razên.

Sibe gava hûn şiyar bibin û we bavê xwe nedît netirsin.

Zanibin ku bavê we li pey tirsê ye, da ku nehêle derbasî jiyana we bibe û hûn karibin azad, serfiraz û serbilind mezin bibin û wê li we vegere. Eger venegeriya, dîsa jî zanibin ku ew ji we hez dike û dilê wî bi ser we ve ye.

Razên berxikên bavê xwe razên.

Eger we dît şev dirêj bû û bavê we venegeriya zanibin ku ew çûye ezmanan û çawa mirov sêvekê ji darê jêdike, ewê jî rokê ji perrê ezmanan jê bike û wê ji we re bîne. 

Razên gilokên bavê xwe, razên.

Þeveke giran ketiye erdê û hindik maye roj hilê.

Razên, da ku ez jî herim xewna we ji devê wan guran derxînim.

Ezê azadiyê bi kaxeta şekirekî sor bipêçim û bi derketina rojê re ji we re bînim.

Hebû nebû, çîrok jî xelas nebû. Tiştê me îro got kete embaran û rehmet li dê û bavê guhdaran.

De razên berxikên bavê xwe, razên.

Wê sibe dîsa çîrok dewam bike.

 

 

Têbiniya Diyarnameyê: Em nizanin kî ev wêne kişandiye. Xwediyê wêne derê emê navê wî/ê lê bikin. 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019