Xwendineke cihê ji bûyerên Mehabadê re

Dîrok: Gulan 16, 2015, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 860

Xwendineke cihê ji bûyerên Mehabadê re

Dîmenê keça kurd Ferînaz Xosrewanî ku xwe bi dîwarekî otêlê ve daleqndibû û ketina wê ya ji jor ve, ya hembêza mirineke sar, wê heta demeke dirêj di xeyala mîlyonên mirovan de bimîne. Bûyerê bi awayekî trajedîk, lê pirwate xwe pêşkêşî xeyala miletekî bindest, perçebûyî û birîndar kir. Ka em bi hev re li aliyên vê pirwateyiyê binêrin:

- Qurbanî jin e

- Jineke Kurd e

- Ji ber tecawuzkaran direve

- Tecawuzkar bi xwe endamên rêjîmê ne

- Xwekuştineke li ber tava rojê û li ber çavên xelkê ye

Gava em van aliyên mijarê hemûyan bînin cem hev, ku li dewleteke mîna Îranê diqewime, pê re jî rewşa rojhilatê Kurdistanê bînin bîra xwe, mijar berfirehtir û kûrtir dibe. Bi hesanî mirov dikare texmîn bike ku bûyerên li pey xwekuştina Ferînaz bên, wê ne tenê şewitandina wê otêla cihê tawanbariyê be. Ji ber vê jî bûyer ne bi otêlê û ne jî bi Mehabadê tenê bi sînor nebû û her û her mesele berfirehtir dibe. Vê bûyerê xweşewitandina Abûezîzî yê tûnisî anî bîra hinekan û serhildana Qamişlo anî bîra hinekên din. Di vê nivîsê de, ezê hin pêşbîniyên xwe li ser vê bûyerê û encamên ku wê bi xwe re bîne, li gor xwendina xwe jê re, li ber çavan raxînim.


Ferînaz ne Abûezîzî ye û Îran jî ne Tûnis e

Her çendî hinek aliyên her du bûyeran nêzîkî hev in, her du qurbaniyên zordariya rêjîma desthilatdar in. Yek ji bo astengiyên aborî û yek ji bo astengiyên exlaqî ku ji hêla zilamên rejîmê ve têne cih bi cih kirin, xwe dikujin. Her du kuştin li kolanê diqewimin û mîna derbirînekê di ber wijdanê giştî yê civakeke çewisandî de xwe nîşan didin. Hem bêhna redkirinê û hem jî bêhna şermezarkirin û serhildanê ji wan tê. Her wiha beza ber bi kolanê ve mîna hewarekê xwe nîşan dide. Abûezîzî bi şewitandina xwe ya li kolanê xwe wekî lehengekî destanên trajedîk, ku di ber her kesê belengaz û perîşan û baskşikestî de xwe li ber çavên wan dişewitîne. Ferînaz jî, gava ku ji pencereya qata jor ya otêlê ber bi kolanê ve direve, hewara xwe dibe ber destên xelkê. Bi gotineke din hewara xwe dibe ber destê civakê, lê di encamê de kesek bi kêrî wê nayê û xwe li ber çavên wan davêje erdê û can dide. Dema em hinekî din li rewşa her du kesan hûr bibin, em dibînin ku Abûezîzî endamê civakeke ereb e, tûnisî ye. Li welatê wî diktatorekî hejhijî desthilatdare, ku pişta xwe nade tu îdeolojiyên girtî û radîkal. Wisa jî hewaya "bihara ereban" êdî serê xwe ji bin ariya dehên salan derxistibû û zemîna serhildanên berfireh amade bûbû. Li aliyê din Ferîzan, endama civakeke bindest e, kurd e. Hejmara kurdan jî li wî welatî ji sedî dehan derbas nake. Wisa jî tu nîşanên ku wê miletên îranê yên din jî ji bo bûyereke bi vî rengî bilivin, tevbigerin yan jî serî hildin, ji binî ve, tune ne. Ji bilî ku rêjîma Meleyan xwe dispêre îdeolojiyeke oldarî ya hişk. Baweriya min ew e, ku çiqasî serhildan û meşên protestoyî berfireh bibin, wê sînorên bajarên kurdan derbas nekin. Bi vî awayî jî wê tu encameke wisa berbiçav neyê bidestxistin.


Serhildana Qamişlo û serhildana Mehabad

Xala hevbeş ya di navbera herdu serhildanan de ew e, ku her du jî jixweber û bê pilan in û bêyî ku destê rêxistinên siyasî têde hebe hatin holê. Wisa jî li du cihên - otêl û stadyoma futbolê- ku têkiliya wan a rasterast bi siyasetê re tune ye. Tevî ku serîhildanên kurdên Rojhilat hetanî vê kêlîkê ew qasî berfireh nebûne û negihîştine wê radeya ku mirov bide beramberî serhildana Qamişlo, ku di demeke kin de li hemû herêmên kurdan yên Rojava û li Sûriyê belav bûbû, lê dîsa jî emê nirxandina xwe bi peyva eger dest pê bikin. Eger hat û ev serhildan wisa berfireh bû û li hemû herêmên kurdan li rojhilatê Kurdistanê belav bû, gelo wê çi encamê bi xwe re bîne? Di bersivdana vê pirsê de divê em encamên serhildana Qamişlo bînin bîra xwe. Hejmara şehîdên serhildanê heta niha ne diyar e, lê li der û dora sih şehîdî ye. Hejmara girtiyan ber bi du hezarî ve bilind bûbû. Hêzên ewlekariyê û desthilatdariyê li herêmên kurdan dest bi tolhildanê kirin û rewşa kurdan ji berê xerabtir kirin. Li ser erdê, ji hêla siyasî ve, tiştek nehat guhertin. Dibe ku qezenca wê ya herî berbiçav ew bû, ku dîwarê tirsê hate hilweşandin û hinekî be jî doza kurdan li hundir Sûriyê ji cîhanê re hate ragihandin. Divê ev jî bê gotin, ku li yek bajarê ne kurd li Sûriyê pênc kes jî bin ji bo piştgiriya kurdan derneketin kolanan û 12’yê Adarê tenê mabû bîranînek. Ji ber vê û ji ber Ferînaz kurd e, wê bandora vê bûyerê sînorên "Kurdistana îranê" derbas neke. Wisa jî bawer nakim ku deh kesên ne kurd li seranserê Îranê tiliyeke xwe jî ji bo piştgiriya kurdan bi xwîn bikin. Ji lew re, wê ev serhildan heta demekê berdewm bikin, berfireh bibin û wê bi awayekî xwînî û hovane bêne pêşwazîkirin. Lê di encamê de wê tiştekî berbiçav neyê bidestxistin. Her çendî mesele germ bibe, dibe ku qurbaniyên kurdan jî zêde bibin. Wisa jî bêhtir zirarê bidin mal û milk û canên wan.


Li şûna encamê

Di halê hazir de, ji ber ku bûyer hîn li dar e mirov nikare behsa encaman bike. Her çendî ez bi xwe aliyên neyênî û bizirar û êşkişandin bêhtir dibînim, lê bê guman ewê bi xwe re encamin erênî jî bîne. Di serî de şikenandina bêdengiya mirinê û amadekirina zemîna xwerêxistin û birêvebirinê. Metirsiya herî mezin ew e, ku li hember rêjîmeke wiha hov û xwînrij kurd xwe tenê bibînin. Çawa ku li rojavayê Kurdistanê tev li serhildana xwe, kurdan nikarîbû tiştekî bidestbixînin, hetanî ku agirê serhildan û şoreşê li sernaserê Sûriyê belav nebû, wê li rojhilatê Kurdistanê jî, bêyî ku miletên îranî li seranserê wî welatî serî hildin, wê kurdên Rojhilat nikaribin tiştekî bidestbixînin.

Her çendî ev xwendina min ne li gor dilê hin xeyalperestên kurd be, lê dîsa jî ez tu berjewendiyên kurdan di vekirina eniyeke şer de li hember rêjîma Îranê, di vê demê de, nabînim. Bi gotineke din, ji kurdan tê xwestin ku tenê, bêyî beşdariya miletên din yên Îranê, neyên hember rêjîmê û qirika xwe wisa nedin ber kêra wan. Navenda dewletê bi destê kurdan bi tenê nayê hejandin, ji ber vê dema kurd bi tenê bin, wê bi destê hesinî yê navenda dewletê bêne perçiqandin û wê dilê kesekî din jî bi wan neşewite. Hemû serboreyên dîroka me ya nêzîk vê dibêjin, destpêkê û berî her tiştî xwebihêzkirin, xwebihêzkirin û dîsa xwebihêzkirin.

 ..................................................................

Ev nivîs di hejmara19’an a rojnameya"Bûyerpress"ê de belav bû. "Bûyerpress" li Qamişlo derdikeve. 

 



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019