Gotarên Helîm Yûsiv - Pel: 4

Nêzîkî deh salan e ku min pişta xwe daye “Binxet”a xwe û berê xwe daye vê hêlana ku di navbera Serxet, Binxet, erd û ezmên de diçe û tê. Ne hêlan radiweste, ne jî çav ji bendemanê diwestin. Wisa xuyaye derfeta vegerê, ji dema ku min texmîn dikir, dûrtir e, yan jî bi temamî dê derfet neyê. Derfeta bi tenê ya niha xuya d   
Piştî bêdengiyeke dirêj, Bavê Nazê bi romaneke nû derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Navê romanê “Miriyê heram” e û ji nav Weşanên Lîsê li Amedê derketiye.Bavê Nazê bi hostayî destê xwe dirêjî hinavên civaka kurd dike û ji nav kûrahiya êşa wê civakê berê xwe dide Tûjo “Feylesofê serxweş” ku mîna eraqvexwirekî di nava x   
Dewlet jî mîna kesan e. Bi vê yekê mirov dikare çi xisletan bide van dewletên ku welatê me di nav xwe de parçe kirine û nema destên xwe ji qepera me ber didin. Ne navê welatê me hiştin, ne azadî û aramî hiştin, ne jiyan ji me re hiştin, ne jî me karîbû em destên wan ê hesinî ji derdora qirika xwe vekin. Armanc her û he   
Jan Dost qala azadiya ramanê dike û dibêje ku ew bazarê li ser azadiya xwe nake û ketiye nav. Xwedêgiravî rastiyan dibêje, lê hemû rastiyên ku dibêje li gor bayê berjewendiyan û li gor kêfa dilê xwe hinek aliyên mijarê hildibijêre û aliyên ku dihingivin wan berjewendiyan têne veşartin. Carna tiştina qet nabêje, nîvê ti   
Helîm YûsivCarinan hebûna helbestekê, romanekê, çîrokekê, şanoyekê, stranekê…anku hebûna wêje û hunerê bi giştî, ji bo desthilatdaran, dibe belayeke mezin, di dîrokê de cih li wan teng dike û wan di nav mij û dûmaneke reş de dihêle. Bêyî ku hayê wan ji wan hebe, hema te dît ku berhemeke wêjeyî, hunerî, stranek, pirtûke   
Agahiya yekem:Cezayîr yek ji welatên ereb e ku di bin destê frensiyan de bû. Di sala 1962‘yan de gihîşte perava azadiyê. Bû welatekî serbixwe û zimanê erebî, di destûrê Cezayirê de, bû zimanê fermî yê wî welatî.Agahiya duyem:Ji sala 1980’î de, piştî derbasbûna 18 salan di ser serxwebûna welêt re, heta niha ku zêdeyî 45   
Kurmancî li rojava û başûrê Kurdistanê:Ji ber ku ev mijara me ya cihê danûstendinê ne gilî û gazin in, ne jî girêdayî rewşa takekesane ya çend kesan li Rojava an li Bakur e. Ji bo ku em xwe dûrî şîroveyên dirêjî ku dibe şaş bêne fêmkirin, bibin. Li vê derê, ji bo rewşa kurmanciya me ya nivîskî li başûrê Kurdistanê zela   
Zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:Bi hatina sala 1946'an re, sala serxwebûna Sûriyê, dawî li "Hawar" û "Ronahî" û pê re jî li qonaxa Bedirxaneyan, hat. Ji 1946'an heta 1968'an, di van bîst û du salan de, yek rojname yan kovar an jî belavok bi zimanê kurdî, ne li Sûriyê, ne jî li rojavayê Kurdistanê, derneket   
Di destpêkê de, divê ez vê yekê zelal bikim ku mebesta min ji “nivîskarên kurd” nivîskarên kurmancînivîs in. Dema mirov li rewşa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paşguhkirina berhem, dîtin, şîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikşîne û dikare bibe cihê pirs û gumanan. Gelek caran   
Van rojan nûçeyeke bi lez di medyaya dinyayê de belv bû. Du roj bi ser neketin, ji bilî kêfxweşiya serokê Sirîlankayê û dîmenên mirovekî kuştî tiştek li wê navê nema. Artêşa Sirîlankayê bi serbilindî û bi şahiyan kuştina serokê şervanên Tamîliyan ku ev derdora bîst û pênc salan e şerê azadiya xwe dimeşînin, radigihand.   
Berjewendiyên şexsî:Cudayiya vê danûstendina me, di destnîşankirina şaşîtiyê de ye, anku di aliyê seqet yê mijarê de ye. Min tiliya xwe ber bi fikir û ramanê vekir, birayê me Bûbê Eser berê tiliya xwe ber bi berjewendiyên şexsî vedike. Di nivîsa xwe de sê caran qala van “berjewendiyên şexsî” dike. Ka em hinekî vê xalê    
Destpêkê, du xalên giringDi qada nivîskariya kurdî de, ku wêneyeke ji qada civakî ya kurdan, du xalên sereke hene ku çavkaniya hemû rûdanên seyr û ecêb destnîşan dikin. Yek ji wan, me cara din jî hinekî qal kiribû, tunebûna fikir û ramana neteweyî ya hevbeş e, pê ve girêdayî jî tunebûna hestên neteweyî yên hevbeş. Ji r   
Fikir “raman“ li cem kurdan tune ye:Di danûstendinên ku di nav nivîskar û rojnamegerên kurd de çêdibin, her dem û her gav asta danûstendinê ji qada raman û fikrên ku cihê nakokiyan e, dadikeve qada kesan e û mîna şerekî şexsî ku di nav du sê kesan de be ew danûstendin berdewam dibe yan jî tê bidawîkirin. Dema mirov ram   
Di bermamberiya ku Husên Duzen di navbera TRT 6 û radyoya dengê Îsraîlê de kiribû (1), gelek raman û bîranîn li cem min şiyar kirin. Di vê nivîsê de ez ê hewil bidim vê mijarê hinekî din berfireh bikim.Rewşenbîrên ereb û dengê Îsraîl ê bi erebîDi salên heftê û heştêyan de, berî derketina televîzyonên satelît, li Sûriyê   
Wisa xuyaye ku Adil Zozanî* nîvê diduyan ji nivîseke min xwendiye, bêyî ku serê xwe bêşîne û vegera nivîsa berî wê, rahiştiye şûrê xwe û berê xwe daye min û nirxandinên min. Xala lawaz û ne bi dilê min di vê êrîşê de bikaranîna peyvên mîna "xwîna şehîdan", "gel", "ajantiya dewletê" û tiştên wiha ye. Her wiha di hin dev   
Di vê dema dawî de, piştî ku dewleta tirk dest avêt zimanê kurdî û xwest di riya zimanê kurdî re pişta kurdan deyne erdê û rê li ber têkçûnên nû veke, hinekî liv û tevgera siyaseta kurdan li Bakur ber bi vî aliyî de çû. Bê guman, eger mebest ji vê yekê tenê qezencin demî û biçûk bin, wekî ku şêxmûs Sefer di nivîsa xwe    
Dereng be jî, roj bi roj, siyasetmedarên kurd bi girîngiya zimanê kurdî û bikaranîna wî ya di siyasetê de dihesin. Ji destpêka şiyarbûna kurdên bakur ya hemdem de û bi germbûna bizava siyasî û çekdarî re, mijara zimên kete bin siyê û siyaset bi zimanê serdestan hate meşandin. Baweriya min ew e ku şaşîtiya bingehîn ya k   
Min di nivîsa xwe ya derbasbûyî de bi ti awayî peyva (diziyê) bi kar neanî bû, lê tev wilo jî ew beramberiya ku min kiribû di hin deveran de - wekî malpera Amûdê - wek e (dizî) hate bikaranîn. Min hinek mesafet xiste nav vê peyvê û nivîsa xwe de, ji ber taybetiya edebiyatê û pirrengiya şêweyên ku tekstên edebî bandorê    
Pêşgotinek e kurt:Berî ku romana Firat Cewerî ya bi navê "Ez ê yekî bikujim" têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê "Meha sêzdehan" dihate bîra min. Lê ji ber ku ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya    
Gava min dest bi xwendina romana Şener Ozmen "Rojnivîska Spinoza" kir, yekser dema xortaniyê û salên xwendina zanîngehê hatin bîra min; ji ber ku atmosfera giştî ya romanê li ser wê demê ye û piraniya karekterên wî xwendekarin ciwan in ku hem di nav gelemşeya pêdiviyên rojane de û hem jî di nav pêdiviyên xwe yên giyanî