Gotarên Helîm Yûsiv - Pel: 2

Li Amûdê, li bajarê ku ji berî sedê salan ve kêfê koça xwe jê barkiriye, di roja dawiya sibatê de, li odeyeke biçûçik û xemgîn, Şêx Efîfê Huseynî bi bêdengiyeke giran her du çavên xwe yên têrhez heta hetayê li jiyanê girtin. Di wê rojê de çû, wekî ku nexwestibe Adara vê salê bibîne, Adara ku xelkên me her sal bi tirsek   
Di vê dema dawiyê de nûçe li pey nûçeyê hate weşandin, mijar jî her ew bû; xelatên wêjeyî. Li Rojava Fewaz Evdî xelata Rezo Osê wergirt. Konê Reş xelata Cegerxwîn wergirt. Ferhadê Içmo jî xelata Cegerxwîn di heman salê û heman demê de wergirt. Ji Bakur jî Ronayî Onan xelata Feqî Sagnic ji Enstîtuya kurdî li Stenbolê we   
Di 24.03.1988, hejmar 109, ji rojnameya -Elusbû eledebî- "hefteya wêjeyî" de, ku yekîtiya nivîskarên Sûriyê derdixist, yekem çîroka min hate weşandin. çîrok bi sernavê "Tîsikên kerê sipî"bû û li bin çîrokê "Amûdê 1987" hatibû nivîsandin. Di jiyana min de, ev bûyera biçûk bû destpêka mijûliyeke rojane û bê navber bi xwe   
Di rojên 15 heta 17.11.2013'yan, di bin sernavê "Cîhan û derbiderî" de, li bajarê Solingen li Almanyayê, Exil-PEN'a nivîskarên derbider yên ku li welatên almanîaxêv dijîn, çalakiyeke wêjeyî pêkanîn. Di çarçoveya kar û barên xwe yê rêxistinî û çandî de Exil-PEN salê carekê çalakiyeke bi vî rengî, hem ji bo endamên xwe û   
Rûdaw, bê ku xatir bixwazim, qunciknivîsandina min bi fermanekê sekinandÇapameniya kurdî, bi televîzyon û rojname û alavên din yên ragihandinê rasterast girêdayî rêxistin û partiyên siyasî ne. Her kes vê rastiyê dizane. Gava Rûdawê, destpêkê rojname û vê dawiyê televîzyon, dest bi weşanê kir, gotinên mîna çapemeniya se   
Ev hefteyeke ku li Stenbolê danûstendin di navbera Şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyekî ve û çend berpirsên Hêzên Hevpeymaniya Sûrî ji aliyê din de didomin. Di encamê de her du alî gihîştin lihevkirinekê û peyman bi temamî divê di 27.09.2013'yan de bê îmzekirin. Di vê peymanê de, ya ku Encumena Niştimanî ya   
Bersiva vê pirsê di nivîsa Îsa Hiso ya dawiyê de pir zelal e. Dema mirov vê nivîsê bi hûrbînî dixwîne, xuya dike ku xwediyê wê yek ji wan birêveberan e ku mîna endezyarekî pirojeyê xweseriya kurdan û birêveberiya herêmî ye, ya ku ev demeke hem çapemeniya erebî û hem jî ya kurdî pê mijûl e. Wisa jî nêzîkbûna kurdên Roja   
Ji kuştinê re, na -Ji girtina siyasî re, na -Ji zorê re, na û ji bikaranîna çekan li hember hev re, na.Pêşgotina nivîseke dirêj:Di roja yekem de, ji kuştina ku li Amûdê çêbû, min xwest ez xemgînî, dilşikestin û dengê êşa xwe bi çend gotinên nerm bînim zimên, dilovaniyê ji şehîdan re bixwazim û sebrê ji dayik û bavên wa   
Bi dorpêçkirina Efrînê re û bikaranîna hin çekdarên kurd re di çapemenî û alavên ragihandina erebî de, ku wan wekî (kurdên baş) nîşan didin, careke din ev meteloka kurdî ya ku ji sedên salan ve tê gotin hate bîra her kesî. Kurmê darê ne ji darê ba, dar xera nedibû. Ev çekdarên kurd bi du şêweyan di nav refên çekdarên k   
Ketina bajarê Qisêr yê bi ser Himsê ve nav destên artêşa rêjîma Sûriyê, danûstendineke nû bi xwe re anî. Ev danûstendin xwe dispêre siberoja şoreşa Sûriyê û qedera civîna Cinevre ya 2'yemîn ku Rus û Amerîkî bi hev re amadekariya wê dikin. Wisa jî balê dikşîne ser têkiliya komên çekdar yên li hember rêjîmê şer dikin, bi   
Destpêka salên heştêyî bû. Dibe ku 82 be yan jî 83. 21'ê Adarê li Amûdê ji bo me zarokên dibistanan rojeke mîna hemû rojan bû. Divabû em herin dibistanê. Roja berî wê di nav hemû zarokan de nûçeyeke wisa ku dilê merivan xweş dike belav bûbû. Wê îsal newroz li başûrê bajêr eşkere bê pîrozkirin. Eşkere jî dihat wê wateyê   
Roj 30.10.2012 bû. Li Amedê, dilê helbestvanekî rawestiya. Pê re jî, hêza gera me ya rojane, ya li pey netiştekî, rawestiya. Çend kêlîkên ji bêdengiyê derbas bûn. Her yekî ji me kumê xwe danî ber xwe û di mirina xwe de fikirî. Yek ji nakokiyên ku mirin bi xwe re tîne ev e, mirin ji bo kesên ku li jiyanê ne dibe kêşe. L   
1/2 Rêwîtiya çar rojanVexwendin ji Komela Îsmet Şerîf Wanlî ya Lozanê bû. Roja şemiyê bû, divabû wê rojê tev li şeva ku li ser rewşa Sûriyê û rola kurdan hatibû terxankirin, bibim. Vexwendina roja din ji rêxistineke nivîskaran bû ku nû avadibe. Divabû roja din tev li civîna yekem ya damezrandina "Malbenda Nivîskarên Sû   
Gava ku pazdehê Adara 2011‘an, ya ku wekî roja destpêka şoreşa Sûriyê tê hesibandin, bi ser kurdan de hat, heft sal di ser serhildana wan a duwazdeyê Adara 2004’an re derbas bûbûn. Di wê serhildanê de, yekem car bû, di dîroka Sûriyê de ku peykerên Hafiz Esed têne hilweşandin. Sînorên serhildanê di herêmên kurdan de ma    
Di navbera 6-16 hezîranê de, li Almanyayê, li bajarê Wuppertalê, "Wuppertaler Literatur Biennale 2012" hebû. Ev heşt salên min in ku li vî bajarî (Wuppertal) dijîm. Ev cara yekem bû, dibihîzim ku festîvaleke wêjeyî bi vî rengê birêkûpêk tê amadekirin. Çalakî di bin siya bayê azadiyê yê ku "bihara erebî" bi xwe re aniye   
Dîtineke giştîDema rojnameyek di bin navê (Hevbendiya rojnameger û nivîskarên kurd) de derkeve, baweriya min ew e, ku divê zimanê wê rojnamê kurdî be. Eger îmkan tunebe rojname xurû bi kurdî derkeve û duzimanî be, divê bi her awayî zimanê kurdî li pêş be û cihê berbiçav û sereke jê re bê veqetandin. Eger pêdiviyeke mez   
Qonaxên dîrokî, mîna vê qonaxa niha ku Sûriyê bi ereb, kurd û hemû neteweyên xwe, têre derbas dibe, pirsên mezin yên hebûn û nebûnê bi xwe re tînin. Di van çend meh û salên pêşiya me de, Kurd li hember ezmûneyeke girêdayî hebûn an nebûna xwe ya di hundir vî welatî de ne. Ji nav gelemşeyên ku derketin, ji bilî perçebûna   
Her çendî dîroka hatina kurdan ya Ewropayê kevin be, lê dîsa jî şûn û şopa vê hatinê di wêjeya kurdî de, nû rûdide. Bi sedan kurd, di nav hemwelatiyên Tirkiyê de yên ku hatibûn Almanyayê, wekî karkerên mêvan cih girtibûn. Bi daxwaza ji Almanyayê ya ku hewcedariya wê bi avakirinê hebû, van karkeran, xwedêgiravî ji bo çe   
Sal 1984 bû. Berpirsiyarê partiya hevgirtina gelê kurd li Sûriyê yê Amûdê Mecîdê Heneş, -berî çend salan çû ber dilovaniya Xwedê- piştî qedandina civîna koma partiyê, zerfeke girtî û komeke belavok dane min. Ji min xwest ku ez vê postê bigihînim berpirsiyarê partiyê yê Dirbêsiyê ku dora bîst û şeş kîlometran dûrî Amûdê   
Roja duşemê 18.07.2011, li Amûdê, dilekî mezin yê mirovekî ku di hemû jiyana xwe de zirar negihandibû kesî, dilê tu kesî neşikenandibû, nebûbû sedema pevçûnan, ne jî ya mirin û xirecir û xemgîniya kesan. Mirovekî jiyana xwe li kolanan, di pêşwazîkirin û xatirxwestina rêwiyên bilez de qedand. Her gav bi awayê xwe yê tay