Gotarên Helîm Yûsiv - Pel: 3

Di vê nivîsê de, ez dixwazim hemû wêjehezên kurd agahdar bikim ku, bernameya “Gava Sêyemîn” ku ev zêdeyî deh salan e di televîzyonên kurdî de tê weşandin, êdî rawestiya. Bi gotineke din, ev nivîseke xatirxwestinê ye.  Zarokek e dehsalîBernameya yekem ya “Gava sêyemîn” ku mêvanê wê Mehmûd Baksî bû, di 11.11.2000’î de, d   
Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mode”ya derxistina pirtûkên Antolojiyan, çi jêdereke wisa pêbawer ku karibe bibe çavkaniya lêkolîner û xwendevanan jî tune ye. Îbrahîm Seydo Aydogan ji sala 2004’an de û heta niha, di bin navê Lîsteya Ro   
Du xisletên sereke yên nivîskariya Fawaz Husên hene. Yek jê ew e ku, kêm dinîvisîne, mebesta min jê berhemên bi kurdî ne. Siwarên êşê 1994, piştî wê Amîdabad 2001, ku wekî nivîsandineke din ji Siwarên êşê re bû û niha jî 2010 Parîsabad. Carekê heft û cara din jî neh sal di navbera pirtûkekê û ya din de hene. Xisleta di   
Ji bo ku em vê mijarê baş vekin, pêdiviya me bi hin pîvanan heye. Anku divê em rewşa xwe bidin beramberî rewşa miletekî din ku wekî miletê kurd bindest û ji mafan bê par e. Li cîhanê, mînakên kevin û yên nû pir in, lê mînaka herî nêzîkî Kurdistanê, di vê çarçovê de, Filistîn e. Min ev beramberî careke din kiribû, wekî    
Sîstema CerdevaniyêAvakirina hêzên cerdevanan di welatekî dagîrkirî de, ne taybetiyeke welatê kurdan e. Di dîroka kevin û ya nû de, dewletên desthilatdar  hemû hêza  xwe  dixin xizmeta vê siyaseta qirêj  ya li hember hêzên berxwedêr  yên miletên  blindest. Bi vî awayî,  dewlet  ji du aliyan de qezenc dike,  yek jê têkb   
Ez dixwazim wê hevoka ku wekî sernivîsa axaftina min a di vê panelê de hatiye destnîşankirin (kurdish writer in the diaspora: the perspective from Syria and Germany ), bi çend kurteşîroveyên kin, zelal bikim. Yekem xal, wekî nivîskarekî kurd ku ji (Sûriyê) ye. Xala duyem jî, mijara wêjeya kurdî û diasporayê.-Di navbera   
Di van her du peyvan de nakokiyeke berbiçav heye, wêje û sînor. Di destpêkê de, ez dixwazim ji cihê ku ez lê disekinim behsa van her du peyvan bikim. Ez li welatekî çêbûm ku bilêvkirina navê wî welatî sûc e, wisa jî li bajarokekî li ser sînorên du dewletên ecêb.“ Sûriyê – Turkiyê.“ Sînor ji bo min, di dema zarotiyê de    
Dem dema çûnê bûDi navbera 06 heta 10‘ê kewçêra 2010’an de, yek ji mezintirîn pêşangehên pirtûkan ên cîhanê li Frankfurtê li dar ket. Ji ber ku her du rojên dawiyê, derbasbûn ji bo her kesî serbest e, wisa jî pirtûk têne firotin û belavkirin, me wisa li hev kiribû ku, em roja dawî herin serdana pêşangehê.Ez û çar dostê   
Festîvala wêjeya kurdî di her du rojên 2 û 3’yê kewçêra 2010’an de li Berlînê hate lidarxistin. Mala komîta amadekar ava be ku ez jî vexwendibûm vê festîvalê, da ku ez dîtinên xwe yên li ser romana kurdî bînim zimên. Ez ji Wuppertalê çûm û Hesen Îrandost ji Munsterê ku riya çûn û hatina me zêdeyî hezar kîlometrî ji Ber   
Çend xwezîEv hefteya bi rûmet, ya ku wê zarokên kurd bibin leheng û şahidên wê, dê gelek xwezî û bîranînan bi me re jî, em yên ku rojekê ji rojan zarokên kurd bûn, şiyar bike. Di zarotiya me de, hefteyek tune bû, rojek ji rojên dibistanê tune bû ku, me sond nexwara ku em ne zarokên bavên xwe ne, ne yên diyên xwe ne û n   
Roj 25.07. 2010 bû, Ameda dostên ku piraniya wan mamostetiyê dikin û bi nivîsandina kurdî mijûl in. Ameda meleyên bi hêrs û dengbilind ên ku dema azan didin, merivan mecbûrî guhdarîkirinê dikin. Ameda ku tofana zimanekî ecêb ku hetanî bi zarokên di pêçekan de daye ber xwe. Ameda zarokên xweşik yên çiya û deştên wê yên    
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexsî re tune ye. Di vê nivîsê de, ji bo parastina asta danûstendinê, ez mafê xwe yê xweparastina dijî êrîşa şexsî ya di bersivdana Bavê Nazê de, dijî min hate kirin, bikar naynim. Ez wan peyvên giran û n   
Xeleka dawî: Nifşê bêjî - 5: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de  Romannivîsên qonaxa salên 2000 heta 2010'anJi bo binavkirina nifşekî, mirov nikare wî di nav deh salan de asê bihêle. Dibe ku dabeşkirina navan û berheman li gor demê, an ku di hundirê deh salan de, alîkariya me ji bo pêvajoya lêkolînê û zel   
Romannivîsên ku di qonaxa 1990 – 2000 de derketinEz dixwazim di destpêkê de, li Bakur û Rojava, dîmenekî giştî ji rewşa siyasî re, ragihînim. Ew dîmenê ku di pencereya ziman, çand û wêjeya kurdî re, tê dîtin.Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di van salan de, pêşketinên dîrokî hatin holê. Pêşketinan di dema Ozal de û pişt   
Zelalkirina mijarê:Ji 1984’an de têkoşîn û berxwedana kurdan, sal bi sal, dewleta tirk ber bi dîtina gihayê rastiya kurdan yê di bin kevirê kolonyalîzmê de, ajot û ew neçar kir ku piştî salên 1991’ê hebûna kurdan, wekî kurd, bi awayekî “dekorîstîk be jî” bipejirîne. Vî rêzefilmî ji wir dest pê kir û wisa dewam kir, - K   
Dîmenê parçebûn û belavbûna kurdan çawa ye, wisa jî romana kurdî xwe dispêre wî demenê belawela. Ka em li gor sala weşanê, bi mînakan çend romanên vê qonaxê destnîşan bikin:- Romana Kurdê rêwî ya Seîdê Îbo-1981.- Romana Xanê ya Birîndar – 1982. - Romana Soro ya Birîndar - 1983.- Romana Pala bêşop ya Xemgînê Temê – 1983   
    Helîm YûsivDetpêkê, zelalkirina çend xalan:Mebesta min ji nifşê nû, nifşê me ye, ew nifşê ku di navbera salên 1990 heta 2010’an de bi nivîsandina roman, çîrok û helbesta kurmancî re mijûl e.Zarokê bêjî, ew zarok e yê ku diya wî tê naskirin, lê bavê wî nayê naskirin, anku “bê bav e.” Di civaka me de, ev peyv wekî di   
 Romana “Siya dema borî” ya Fêrgîn Melîk Aykoç (1), ya nû, ji serî heta dawî bi rexnekirina du romanên kurdî û bi nivîskarên wan, mijûl dibe. Kesên romanê yên sereke mîna Ferna û Hêlînê ji her du romanan hatine girtin. Romanivîs bi teknîkeke hunerî kesa xwe ya sereke “Berjîn” ku hem hemtemena Ferna û Hêlînê ye û bi wan   
Yadê,Ev cara yekê ye ku ez ê rû bi rû li her du çavên te yên henûn binerim û binîvisînim. Ew her du çavên ku min gelek caran ew ji xewê bê par hiştin, min gelek caran ew tije hêsir kirin, min gelek caran ew giriyandin û wan jî gelek caran ez ji derbên ji pişt de, ji bêbextî û sermaya xiyaneta kesên nêzîk û ji zilm û zo   
Edra, navê girtîgehekê li paytexta Sûriyê, Şamê ye. Di vê girtîgehê de, ji sê sedî zêdetir girtiyên siyasî yên kurd hene. Ji wan li derdora sed û heftê girtî ji 30.10.09’an de ketine gireva birçîbûnê.Heta vir, her tişt normal xuyanî dike. Lê tiştê ne normal û dikare tenê li welatekî mîna Sûriyê bê dîtin ew e ku, ji roj