Gotarên Helîm Yûsiv - Pel: 5

Her ku qala welatê kurdan dibe, yekser peyva çar parçe pê re tê gotin. Eger bi rastî ji hêla cografîk ve Kurdistan bûbe çar parçe, gelo ku mirov di çarçoveya wêjeyê re li vî welatî binêre wê çend parçe bêne bîra mirov? Ka em bi hev re hinekî li dîmena Kurdistana wêjeyî binêrin û ji xwe bipirsin:- Gelo Kurdistan çar par   
 Demeke dirêj e ku ez tev li civatên wêjeyî nebibûm. Min bêriya civatan kiribû. Van deh rojên derbasbûyî derfet çêbû ku ez du şemiyan tev li du civatan bibim. Du civatên berevajî hev. Ez ji ya yekem derketim û “rih bi min ve hat”ibû . Civateke ji zêdeyî du sed kesî li Bonnê, di 2.11.2008’an de kom bûbûn û di bin navê M   
 Pêşangeha pirtûkan ya ku bi salan e li Frankfurtê çêdibe, mîna mezintirîn pêşangehên dinyayê tê naskirin. Îsal pêşangehê şêst sal li pey xwe hişt. Salê welatek an jî çandek dibe mêvanê rûmetê. Mêvanê sala bê Çîn e û yê li pey Arjantîn e. Di roja dawî ya pêşangehê de, mirov li lez û bezekê, li encamên hefteyekê rast di   
 Birêz Ahmet Altan,Ev helwesta we ya wêrek a li dijî çewtiyan û ronîkirina nîvrastiyan cihê rêzê ye, lê nizanim çima hûn herdem li pey nîvê rastiyê ne û hûn nîvê din, yê ku ji aliyê me ve baş tê dîtin, nabînin yan jî hûn dibînin, lê nabêjin.Ez çima vê yekê dibêjim?Di gera we ya li cihê rast de, hûn wî cihî li wir dibîn   
Her ku ez li nirxandinên nivîskarekî an rewşenbîrekî tirk li ser wêjeya kurdî rast têm, bi dehên pirsan bi hev re di serê min de diçin û tên. Ez li vê derê qala wan tirkan nakim, ewên ku naxwazin kurdan û ziman û wêjeya wan bibînin. Mebesta min tenê ewên ku xwedêgiravî xwedî helwesteke entelektuelî û demokrat in. Xwend   
 Naskirina min bi Miço kendeş û dengê wî re vedigere dawiya salên heştêyî û destpêka nodî. Ji ber tunebûna zanîngehan li herêmên kurdan li Sûriyê, hemû xwendekarên ku lîse diqedandin berê xwe didan yan Helebê yan jî Şamê. Lê ji ber ku Heleb nêzîktir bû, piraniya xwendekarên kurd xwe li wir digirtin. Xanî kirê dikirin û   
Zinarê Xamo, wekî gelekên din ji nivîskarên kurd, ji qada siyasetê tê. Her çendî ew meseleya nivîskariya xwe dixîne stûyê qederê ku bi tesadufî ew kiriye nivîskar (rûpel 345) lê dîsa jî vî karî bi cidiyeteke mezin dike. Bi şopandina nivîsên wî ji “hindik û rindik” hetanî bi “Antolojiya Çîrokên Zarokan” ku, mijara vê ni   
 Mehmûd Derwîş helbestvanekî xwedî bandoreke wisa ye ku hema hema her kesê ku hayê wî ji wêjeya erebî heye xwedî çîrok û serpêhatiyekê ye, yan bi wî bi xwe re, yan jî bi helbestên wî  re. Nozdeh salî dîwana xwe ya yekem çap kiribû. Her ku dem derbas bû, her ku bi emir mezin dibû, bejna helbesta wî jî bi bejna wî re hêd   
Di  bersiva xwe ya bi hêrs de,(1) dostê hêja Fethullah Huseynî, ji ber hinek têgihiştinên şaş  yan jî ji ber xwendina bilez ji nivîsa min a derbasbûyî re, gelek tişt tevlihev kirin e û bi awayekî ku naveroka nivîsa min, bi bersivandina wî re, hema hema hatiye windakirin.Yek ji wan tiştên ku şaş hatin e fêmkirin ev e: D   
 Helîm YûsivEz di vê nivîsê de kesekî bi nav nakim, lê ezê dîmenên du nivîskarên kurd ji Binxetê pêşkêş bikim. Her yek bi awayekî ye û her yek lawê pêvajoyeke cuda ye. Têkiliya di nav wan de ew e ku di encamê de xemgînî li pey helwest û kirinên xwe, li ba min hiştin e.Nivîskar-1Ji berî pazdeh salan de li Binxetê çîroka   
 Piştî nivîsa min a li ser Menaf Osman û romana wî ya bi navê “Girê Şêran”, du name ji du deverên cuda ji min re hatin. Balkêş e ku her du kes bi xwe jî di nav karê rojnamegerî û nivîskariya kurdî de ne û her du jî bi Menaf Osman re di girtîgehê de mane. Ez sipasiya xwe ji bo Hogir Berbir û Yeko Ardil pêşkêş dikim. Ka    
 Ev zêdeyî bîst salan e ku li welatê kurdan şerekî zehmet û dijwar heye. Di vî şerî de bi hezaran bûyer, qewimandinên hêjayî nivîsandinê, rûdanên nû û  guhertinên kûr di dilê civakê de serê xwe rakirin e. Eger em di pencereya nivîsandina wêjeyî re li vê mijarê binêrin, wê nirxandinên cuda derkevin. Ji tunebûna tu tiştê   
  Helîm YûsivKurd li ku bicivin, li ku biqîrin, li ku çi bixwazin ew mafdar in. Dîmenê jiyana kurdan ê giştî vê yekê nîşan dide. Hemû xwestekên wan rewa ne, ji ber ku her tişt ji wan hatiye stendin. Lê tu xwestek, tu daxwaz, tu qêrîn nikarin bigihîjin asta rewabûn û xweşikbûna vî mafî:- Em perwerdeya bi zimanê xwe dixw   
 Ez bawer dikim ku bingeha peyva belaş erebî ye û ji bîla - bê û şey – tişt, pêk tê. Ango ne tişt, bê pere. Di van salan de, her ji demekê, di konfirans û şahî û civatên kurdan de hema xelat têne belav kirin.Ew xelat her ji çend salan têne dan, kî wan kesên hêjayî xelatê hildibijêre, mesele çi ye, pîvan çi ne, kes niza   
 Rêxistina Het beschrijf ya wêjeyî li Brukselê ligel Enstîtuya Kurdî li wê derê, du rojên wêjeyî 18-19. 04. 2008 amade kiribûn. Di van her du rojan de hatibû pilankirin ku heft nivîskarên kurd bên cem hev û li wan û li berhemên wan bê guhdarîkirin. Nivîskarên ku hatibûn destnîşankirin ev bûn: Şahînê Bekirê Soreklî, Hêv   
Yek ji daxwazên serokê Iraqê yê berê Seddam Hisên ew bû ku piştî çûna xwe Iraqeke ji kavilan li pey xwe bihêle. Eger mirov li rewşa Iraqê binêre, mirov bi hêsanî dibîne ku ew daxwaza wî pêk hatiye. Li başûrê Kurdistanê, wekî parçeyeke Iraqê, mirov çiqasî li wan kavilan li kolanan rast neyê, lê dîsa jî bi hesanî mirov d   
 - Zarokên sîxur:Li Amûdê, her serê sibehê, em zarokên bi firêneketî, me destên xwe mîna silava Naziyan bilind û dirêj dikir. Bi zimanekî ku naşibe zimanê dayikên me. Me sond dixwar ku emê Welêt biparêzin û bi serokê-bav û nemir re, her û her dilsoz bin. Her wiha emê dijî kevneperest û xayînan têkoşer bin. Vê dawiyê me   
Helîm YûsivEger em ji têkiliya nivîskarê kurd, bi pirtûkê re dest pê bikin, em dibînin ku têkiliya wî bi pirtûka kurdî re cihê ye. Berî em bên ser têkiliya wî bi pirtûka wî re, mirov dikare wê cihêtiya di danûstendina bi pirtûkên kurdî re xweş, bibîne. Li hember pirtûka her zimanê ku pê dizane, ji bilî kurdî, bi rêz û    
Dibe bersiva pirsa xweşiktirîn tişt di jiyana te de çi ye, ji kesekî heta bi kesekî din bê guhertin. Lê bersiv li cem min yek peyv e û ew jî ev e: Pirtûk. Ji bo min pirtûka kurdî ye. Ji bo em çavkaniya mebest û armancên danûstendinên xwe winda nekin, min xwest ez destpêka wê nivîsa xwe ya cihê (îtîraz) û rexneyan bi bî   
Di jiyana xwe de cara yekem ku min bazar, rû bi rû, bi qaçaxçiyekî re kir, ji bo derbaskirina pirtûka Mirî Ranazin bû. Xwediyê Otobosa Heleb - Antalya da xuyakirin ku depoyek wî heye, ew dikare her tiştî, bêyî ku kesek bibîne, ji Tirkiyeyê bi xwe re bîne Sûriyê. Ciwamêr bi perene zêde 500 dane ji Mirî Ranazin ji Tirkiy